Soleen Yusef:
“Sînemaya kurdî bêxwedî ye, tenê ye lê hêdî hêdî mezin dibe.”
Hevpeyivîn: Fatoş Stêrk – Mehmûd Beyto
Soleen Yusef sînemagera kurd ji Duhokê ji Başûrê Kurdistanê ye. Yek ji baştirîn derhênerên kurd yên jin e. Fîlma wê ya Mala Bêbanî di 2016an da derket û fîlma wê ya pêşîn ya metrajdirêj e. Solîn Yûsiv bi vê fîlma xwe gelek xelat girt û niha jî ji bo Netflîx û platformên din derhênerîya fîlman û rêzefîlman dike. Agahiyên zêdetir di hevpeyivîna me da ye.
- Pêşî tu karî piçek behsa xwe: jiyana xwe, jiyana diyasporayê bikî? Tu çawa ketî qada sînemayê? Te ji çiyê Sînemayê hez kir? Bandora çi li te kir ku te xwest bibî derhêner?
Navê min Soleen Yusef e. Ez li bajarê Dihokê li Başûrê Kurdistanê ji dayik bûme. Heta sala 1995 û 1996an da ji ber şer em revîyan Berlînê. Heza min ji pir tiştan ra hebû lê ji zaroktîya xwe ve min dixwest karê hûnerî bikim. Xal û xaltîya min weka nimûne bûn di nav jiyana min ya zaroktîyê da, ew tabloyan çêdikirin. Di nav hizra xwe, di jiyana xwe û di nav hunerê da tam azad bûn. Îja bi vê min fikrek di hişê xwe da çêkir ku ez jî beşa hunerê bixwînim. Di nav xwendina Almanyayê da karên ku tê da paşeroj hene, bi qîmet in. Mamosteyekî min jî gote, qabîlîyeta te heye ji bo karê hunerê, hunera resmê lê qîmeta wê kêm e. Ez jî ketim nav xwendina dizaynê ya cilûbergan. Û di nav çar salan da jî min qedand lêbelê dema min dixwend, min pir jê hez nekir. Wê demê min li tiştekî digerîya ku kêfek jê bigirim. Îja min zankoyek ya gencan bo aktorîyê, stranbêjî û dansê qezenç kir. Bes dîsa ez zanibûm ku ez ne ji wan kesa me ku fokûs li ser min be, mîna aktor û dansê. Çawa bêjim piçek şermîn bûm. Lê ez zanibûm heza min ji bo gelek tiştan heye, min dîsa jî nizanibû çi bixweynim. Piştre di Mîtosfîlmê da dest bi karekî pratîkê kir. Ew jî kompanîya derhênerê kurd Mehmet aktaşî bû. Fîlmên kurdî û rojhilata navîn belav kir, çêkerî jî dikir. Di wir da jî sal û nîv wek asîstana derhêner, asîstana prodûksîyonê kar kir. Min ferq kir ku kêfa min ji vî karî re tê û naxwazim dev jê berdim. Min jî xwest tiştekî bikim. Yekem kurtefîlmê xwe çêkir. Bi wî kurtefîlmî min xwe li koleja sînemayê qeyd kir. Lê li vir jî prosesa girtina qutabîyan (soranî-xwendekar) gelekî zehmet e, pêngavên wê hene.
2. Em hatin ser xwendinê, vê yekê pir miraq dikim: tu li Almanyayê ketî nav qada sînemayê û li wir jî te hin bursan qezenç kir. Gelo di bazara sînemayê ya li Almanyayê dîskrîmînasyon li dijî penaberên ku dikevîn nav qada sînemayê tê kirin? Gelo tu rastî tiştekî wisa hatî?
Xwedê rastî, bo xelkê bîyanî jiyana diyasporayê gelek zehmet e. Mirov hîs dike ku ji bo bêhtir bê nasîn û ferqkirin divê meriv zêdetir kar bike. Lê tiştekî din jî heye, kesayetîya me, çîrokên me, tiştên ku meriv jiyaye weka kurd, bi rastî dikevin nav jiyana me. Meseleya trajedîyê, jiyana nav du kulturan. Bi van tiştan meriv ji aliyê çandî zengîn dibe. Ez 21 salî bûm dema ketim nav akedemîya fîlmê lê ji emrê xwe gelek mezintir bûm; min jiyaneka zehmet borand, din nav 5 xwişk û birayan da jiyam, bi van yekan meriv zû bi zû mezin dibe. Îja ez zanibûm, ez dixwazim çi bibêjim, kîjan çîrokan bêjim. Piştî wan jî sînema bo min germ bû çîmkî projeyên min jî hertim sîyasî bûn.
Ez jî keseka gelek sîyasî bûm, ew jî gelek ji min hez dikirin. Di nav jiyana min ya sîyasî û komelî da lê min hertim dixwest temaşevan xweşîyekî jî ji fîlmên min bibîne. Çawa bêjim, min dixwest wan bi hestekî nexeniqînim, bêhna wan teng nekim. Ji ber vê jî min rêya xwe di trajî-komedîyê da dît. Mînak em 5 kes biyanî bûn di wê kolejê da yên din elman bûn lê diyar bû çîrokên me qewîntir bûn. Çîmkî jiyaneka zor bû ya me, hertim şer bû.
3. Em derbasî nav sînemaya kurdî û nav sînemaya te bibin. Di nav sînemaya kurdî da em hertim dibînin mijar koç, koçberî, veger, penaberî, ziman û komkujîya kurdan e, mixabin. Di fîlmê te da jî veger û du jenosaydan dibînin; yek Enfal û meseleya DAIŞê. Ez dixwazim tu hinekî behsa çîroka vê fîlmê bikî. Te kengî nivisand, çi tesîr li te kir, belkî ji zoroktîya xwe, ev fikr di bîra te da bû û paşê derket holê yan jî tiştekî biçûk tesîrê li te kiribe?
Dema min li kolejê dixwend bo min diyar bû, min dixwest fîlmekî dirêj çêbikim, wextê akademîyê bi dawî bînim. Min jî dixwest fîlmekî li ser malbatekî çêbikim ku mecbûr bimînin birevin û jiyaneke nû ava bikin. Min jî dixwest îja çîrokên wan diyar bikim û wê çîrokê herkes karibe fêm bike, navdewletî bin ew hîs. Ew hîsên ku mîlyonan penaber karibin fêm bikin. Bi vê fikirînê min dest bi çîroka xwe kir. Di heman wextê da, çîroka xwe, ya malbata xwe, ya reva me û ya vegerîna Kurdistanê – ez wê demê hertim diçûm Kurdistanê û dihatim – jî têxim navê û careke din nas bikim lê ne bi çavê zarokekî lê bi çavê mezinekî. Dema vî fîlmî, min xwe, malbata xwe û welatê xwe bi çavekî din nas kir.
Fîlm jî dramayek e di nav bêbavan û zarokan da ku revîyane diyasporayê û jiyaneke nû ava kirine û bi hestî rojek ji rojan vedigerin. Îja zarok jî wê demê hevalên wan hene, xwendina xwe temam dikin, nîvê wan belkî dibin alman, dibin frensî, dibin amerîkî hwd. Ev jî konfîlktek e, konfîlkteke psîkolojîk e, meriv wê demê dibe du kes. Du dil, di meriv da çêdibin, her yek jî di rîtma xwe da ye, li gorî wê lê dide. Ev jî ji bo min weka lêkolînek bû, bi rastî lêkolînek şexsî bû. Lê dawîya fîlm bi hêvî bû, min serê pêşî dixwest fîlmek bi hêvî çêbikim. Min dixwest fîlmekî çêbikim behsa şer û keresatan bike, ew trajedîya her malbatekî ku kurd jiyaye. Û zarok vedigerin, diçin Kurdistanê dêya xwe bin ax bikin û bi wê çendî bigehin aramîyê, xwe baştir nas bikin.
4. Mala Bêbanî (2016) fîlmê te yê metraj-dirêj yê pêşîn bû. Di demeke xeter da bû. Wê demê em zanin ku kurdan bi DAIŞê ra şer dikir. Dema kêşana fîlm atmosfereka çawa hebû. Ji ber vê, we gelek pirsgirêk dît yan bi aweyekî xweş û baş qedîya?
Bi rastî malbata min jixwe li wir e, nîvê malbata min, heval û hogirên min li Kurdistanê dijîn. Meseleya fîlmê gelek şexsî jî bû. Dema DAIŞ kete nav Şingalê, ser sînorê Başûr û Rojavayê, di wextekî zû da belav bûn. Ji hevalan roj bi roj me name digirtin li ser meseleyê. Bi rastî jî wextên nexweş bûn.
Piştî ceyşên kurdan bûne yek û parastinek çêbû û dîsa jî karesat ser me da hatin. Lê heta wê demê me fîlmê xwe danî rexekî, di wî wextî da fîlm ne girîng bû. Me alîkarîya penaberan kir. Li wir gelek penaber hebûn, ne tenê kurd û êzîdî lê ji xelqê Mûsilê jî hebûn, ji Rojavayê jî penaber hatibûn. Di sê çar mehan da bajarê Duhokê bû du qat, ji mîlyonekî çû du mîlyon û nîvan. Kesî jî nizanibû ev kes ê bi ku da biçin, çi bikin. Pêdivî bi cih hebû. Helbet penaber jî ne peyvek durist e, ew jî mirovên me bûn, xelkê me bûn. Ez bi şexsî piçek şikestim, bi wan wêneyên wir, bi ew kerasetên hatin ser kurdên êzîdî. Li wir pir tişt guherîn.
5. Gelek miraq dikim, gelo senaryo li wir guherî? Dema te senaryoyê nivisand meseleya DAIŞê di nav da hebû? Di fîlm da em bi Enfalê dest pê dikin lê bi DAIŞê xelas dibe.
Belê guherî. Çimkî min dixwest fîlmê min bi hêvî bi dawî bibe. Zanî, divê di çîrokê da malbat hemû digihîjte hevdu, mûşkîleyên xwe hal dikirin, zarok jî warê xwe, Kurdistanê bi rexekî din nas û hez dikirin. Hemû kes jî digihîjte armancên xwe û bi çavekî nû li paşerojê dinihêrtin. Îja ez çûm wir, li wê derê realîteya kurdan dîsa hate guherîn. Û ez mecbûr bûm wan guherînan bikim nav senaryoyê. 2014an da ez li wir bûm bi malbat û çêkerê xwe Mehmet Aktaşî re. Ez jî rûniştim û roj bi roj senaryoya xwe guherand. Dawiyê çi lêhat? Bû weka senaryoya kurdan, destpêkê şer e, dawiyê şer e. Lê bi rastî min vê nedixwest, armanca min ew bû ku karekterên min di dawiyê da aram bibin. Helbet ez vê yekê ji bo karê xwe dixwazim, ji bo gelê kurd dixwazim. Lê çirokên kurdan wisa ne dema karesatek xelas bibe, yeka din dest pê dike.
6. Mala Bêbanî fîlmê pêşîn yê kurdan e ku bi awayekî cuda hatîye kişandin (bi min serkeftî ye). Fîlm ne ji çarçoveya qehremanî hatîye kişandin lê bi çavê xaînî (li vir bav xaîn e) ve li dinyayê dinêre. Meriv bi vî fîlmê te zane ku perspektîfên cuda yên sînemaya kurdî jî hene. Gelo te çima bi vî awayî bi çavekî cuda kişand, çi te teşwîqî vî awayî kir? Gelek kêfa min tê derhênerên jin zêde dibin çimkî perspektîfên wan ji yên mêran gelek cuda ne. Mêr hertim çîrokeke qehremanîyê derdixin û bi piranî jî ewên qehreman mêr in.
Heza min a serekî ew bû ku ez fîlmekî malbatî bikşînim. Ez di fîlm da grubek mezin nîşan didim, ne tenê ew her sê karekterên serekî, ew her sê xwişk û bira. Min dizanibû her daîm fîlm bi wan xwişk û birayan dest pê dike lê dawiya dawî Kurdistan jî dibe karekterek di nav fîlmê da. Çîrok jî fireh dibe, weka rê ye. Meriv di nav jiyanê da dixwaze di rêyekî da here lê jiyan hin rêyên din nîşanî me dike; carna kesên din dikevin nav rêyê, mirov xwe diguherîne, mûşkîleyan û fîlan û bêvanan dibîne.
Min pêşî jî got, karekterên min yê serekî hebûn, ew her sê xwişk û bira. Û ew karekter jî di navbeyna kurdî û almanî da ne. Nêrîna wan jî cuda ye, weka ya min e. Îja dema ew diçin Kurdistanê, dema mecbûr dimînin û diçin Kurdistanê, li wir konflîktek çêdibe di nav jiyana malbata wan ya wê derê û nêrîna wan ya li ser malbatîyê, mûşkîleyan û Kurdistanê.
Ji bo min gelek mûhîm bû ku ez karekterekî rastîya wan bêjim, derewan nekim. Çimkî malbata min pir mezin e, li diyasporayê belav bûne û li Kurdistanê jî gelek hene. Em bi xwe gelek cuda cuda ne. Hinek hene gelek misilman in, yên din ne misilman in. Hinekê din hûnermend in, piçek jî sîyasî ne. Bi kurtasî em cuda ne. Ev di nav tevê malbatên kurdan jî hene, gelek karekterên me hene. Em tenê ne reş û spî ne, malbatên me bi rastî jî reng û reng in. Gelek fîlmên kurdî yên mêran jî hene ku min ji wan hez kirîye. Ya mûhîm ew e ku karekter divê resen bin çîmkî di malbata meriv da, dêya meriv, xal û meta meriv tînîn bîra me. Pirê caran klîşe jî hene, carek keçikek tê Kurdistanê malbata wê mûşkîleyan derdixe ji ber cilên wê lê min di jiyana xwe da tiştekî wisa nedîtîye. Lê dema ev ê tu diyar bikî, wê demê rastîyê jî diguherî.
Xwesteka min ya herî mezin jî ev bû, nêrîna li ser jinan biguherînim. Min dixwest karekterên biqewet yên jin çêbikim. Di malbata min da jî gelek jinên bi qewet hene, meseleyên malbatî û aborî birêve birine. Hunermend in, xwendakar in, bi qewet in û mala xwe jî diparêzin. Di fîlmên kurdan ez dibînim, dixwazin problem û karesatên li ser jinan bêjin, weka klîşe bûne ev – ez nabêjim tune ne, hene – lê dîsa jî divê meriv nimûneyên mezin çêbike ku jin qewetê ji sînemayê wergirin û xwe biguherînin. Bila hertim ne weka mexdûran bin.
7. Fîlmê te yê Mala Bêbanî ji gelek festîvalan; festîvala Bratislavayê, Montrealê xelat wergirt. Helbet di festîvala Duhokê da jî xelata temeşavanan ya fîlmê herî baş ya metrajdirêj girt. Jixwe tu jî Duhokî yî, gelo hîseke çawa bû bo te ku te xelatek ji welatê xwe û ji hemwelatîyê xwe bigirî?
Bi rastî ez gelek ditirsîyam. Temaşevanên kurd hişk in, tiştek bi dilê wî/ê nebe. Radibe û ji salonê derdikevin û bo te diyar dikin ka ji fîlmê te hez kirin yan ne. Festîval di saloneke pir mezin da bû, nêzîkî hezar kes tê da bûn. Pir kes li wir bûn, aktor li wir bûn, derhêner û çêker li wir bûn û dema fîlm hate nişandan gelek kêfa min hate. Min xwe şad hîs kir dema rêz li wî karê min hate girtin. Pîrozbahîyek ji dil bo wî fîlmî li min hate kirin. Bi rastî ez pê hesîyam ku ew kêfxweş bûn ku jineka kurd ji wê derê, fîlmekî wisa çêkirîye û belkî bibe nimûne ji bo jinên din. Duhokê û Başûrê Kurdistanê bo fîlm çêkerên dinê diyar bike. Fîlmê temaşevanan jî li ber dilê min gelek xweş bû. Temaşevanên kurd jî zor bûn û kêfa wan hat. Min bi dil û can e w xelat wergirt.
8. Festîval di sînemayê da cihekî pir girîng digirin, bi teybetî di sîenamya gelên bindest û sînemaya kurdan da. Gelo tu festîvalên kurdan çawa dinirxinî? Çiyê festîvalan baş in, çiyê wan xerab in?
Xwedê, festîvalên kurdan gelek girîng in. Ez dixwazim vî tiştî diyar bikim û divê piştevanîyeke mezintir hebe, budçeyeka aborî jî divê hebe. Meseleyên aborî gelek caran xwestek û hestên mirovan diqedîne. Eger alîkarîyeka aborî heba, festîvalên me jî bi ser diketin. Lê dîsa jî pêngavên gelek mezin hatine kirin. Ez naxwazim bi piranî behsa tiştên negatîf bikim çîmkî zanim şerekî gelekî mezin e, karekî kulturî û hûnerî bikî di nav komeleyên kurdî da. Em weka welat jî ne azad in, dewleta me tune ye. Ew tiştên ku em dikin jî bi zehmeteka gelek mezin dikin. Ji bo wê jî ez dixwazim piştevanîya van tiştan bikim.
Bi rastî jî festîvalên kurdan bo gencan û derhêneran gelek girîng in. Dema li Duhokê festîval tê çêkirin ji her çar perçeyên Kurdistanê li wir kom dibin. Bi vê çandê em hevdu nas dikin, danûstendinekê li ser sînemaya kurdî dikin. Wê demê em dinêrin ka li Bakur çi fîlm çêbûne, çi çêker hene, em pêdivîyê ji fîlmçêkerên jin yên Bakurî dinasin. Sosyalîzebûna wan cuda ye, qeweteke din heye bi wan ra. Ji aliyê din fîlm hene li Rojhilatê Kurdistanê bê set jî hatine çêkirin lê bi rastî ji aliyê hunerî ve gelek bi qewet in, gelek baş in. Îhtîmal heye karikirina sînemaya îranî jî li ser wan hebe. Belê, ev cudadîtî ku me parçe parçe kirine lê tiştek heye di nav da sînemaya kurdî reng û reng jî dike.
Di heman wextê da bingeheke ji bo gencan ku dibe weka fîlm-akedemîyek, dibe shop (atolye). Gênc tên fîlman temaşe dikin, danûstendinek dikin. Ez behsa Başûr bikim. Heta niha ji bo fîlmçêkerên gênc, piştevanî tunebû, tenê bi rêya festîvaln heye. Akademîyên fîlman jî tune ye. Beşek heye di nav akedemîyên din yên hunerî da lê ew beş gelek girîngîya xwe nade gencan. Mixabin, hê jî sîyasetmaderên kurd gelek baş fêm nekirine sînemayê ku sînema tiştekî weka nîv-dewletî ye jî. Kurdan, meseleyên wan yên sîyasî û komelî li ser perdaya spî diyar dike. Girîngîya xwe nedane ser sînemayê lê divê bidin.
9. Heta niha dema pênaseyek li ser sînemaya kurdî tê kirin, diyaspora pir nakeve nav sînemaya kurdî, wê piçek piştguh dikin lê em zanin ku êdî piranîya berhemên sînemaya kurdî ji diyasporayê dertên û fîlmên dertên jî piranîya wan serkeftî ne. Gelo, tu wekî keseka ji diysporayê sînemaya kurdî û rola diyasporayê ya li ser sînemayê çawa dibînî? Tu sînemaya kurdî di çi astê da dibînî û bi te dê were kîjan astê?
Belê, weka zarokekî ye sînemaya me. Di nav şerî da mezin bûye, travma hene, bê û ba tune ye, xwedîyê wê tune ye. Ka çawa zarokên kurdan xwe bi xwe mezin dikin, bi pêş da dixin sînemaya kurdî jî wisa ye. Bêxwedî ye, tenê ye lê hêdî hêdî mezin dibe.
Fîlmçêkerên diyasporayê yên kurd, alîkarîya aborî werdigirin, bûrsan digirin û diçin akademîyan û sînemayê dixwînin. Bi min xwendina sînemayê gelek girîng e. Sînemagerên kurd îhtîmamê bi nivîsa çirok û senaryoyê nadin. Gelek caran dibînim hizrên wan pir xweş in lê bi çêkirina çîrokê ew hizir lawaz dibe. Çimkî sînema ne tenê hûnerî ye lê kar gelek caran teknîkî ye jî. Bi rojan, bi heftîyan û bi salan li ser çîrokekê kar bikî; karekterên xwe baş çêbikî, senaryoyê ava bikî ku temaşevan bawerîyê pê bînin. Mesele jî ew e, xwendin e. Lê gelek genc êdî diçin derve, dixwînin xwe perwerde dikin û bawerîm dê fîlmên baş derxin. Ji ber vê çendê jî ez di wê bawerîyê da me ku ê çîrokên gelek baş derkevin. Heta ez dibînim ku sînemagerên kurd li hember çend welatên rojhilata navîn cihê xwe baş baş girtine di festîvalên navdewletî da. Yanî her sal yek du fîlmên kurdan bêpere, bê îmkanîyet û bê teknîkî jî çîrokên wan dîyar dibin. Ez bi wê gelek serbilind im jî ev zarok bê dê ye û bê bav e jî rêya xwe dibîne û ez bawerim ev hê pêngavên yekem in û em hê jî li destpêkê ne. Ji bo vê jî meriv dibê bi dilfirehî li wê meseleyê binêre. Û divê piştrast û jê bawer be.
10. Tu ji bo qenalên almanî ji bo Netflix û Amazon Primeê jî dixebitî; fîlm û rezefîlman dikişînî. Gelo di navbeyna sektora sînemaya cihanî û sînemaya kurdan da çi cudahî hene? Pirsgirêkên herî zêde te aciz dike di nav sînemayê da û bi taybetî jî di sînemaya kurdî çi ne? Jixwe te piçek behsa teknîkê û xwendina sînemayê kir.
Dibêjin ji bo fîlmekî baş senaryo tiştê herî girîng e. Carna hin hevalên min yên Başûrê Kurdistanê henekên xwe bi min dikin, li min digerin dibêjin tu çi dikî, dibêjim li ser senaryoya xwe kar dikim. Dibêjin ma bû çi, hê neqedîya? (dikene) Lê bes mesele divê wisa be. Her pirsekî dikeve nav hişê temaşevanekî ku dê senaryoya te lawaz bike, nemîne. Temaşevan jî ne bêhiş in. Dema temaşevan çîroka te bibînin, divê bawerîya wan bi te were bê ka tu fîlmçêkerekî baş î, yan na. Divê tu hizr bikî ka tu vî fîlmî ji bo kê dikişînî; bo xwe çêdikî yan dema biçî festîvalekî temaşevan sêr bikin. Tiştê herî sereke divê ev be. Divê derd ew be ku weka fîlmçêker ka ez çi digihînim temaşevanan. Divê armanca senaryoyê eşkere be û xîtabê temaşevanên xwe bi awayekî serkeftî bike.
Mesleyeka din a ferqa navbeyna sînemaya kurdî û sînemaya ewropayê ew e ku li vir departman û karmend hene. Gelek caran di nav fîlmên li Kurdistanê tên kişandin da dibînim ku kesek mecbûr dimîne du sê rolan bigire ser xwe. Mînak mirov dibe berhemhêner, nivîskar û derhêner. Îja xeletî jî di vir da ew e ku tîm baş nayên çêkirin. Çawa? Divê her kes di beşa xwe ya hunerî da baş kar bike. Ev bazarek e. Pirê caran yên makyajê dikin yên cilûbergan amade dikin tune ne. Wê demê meriv mecbûr dimîne ji der ve bibîne. Îja ger sîstemek heba li Kurdistanê û piştevanîya wan gencên ku dixwazin bibin pisporê makyaj, ciliûberg, ronahî û kamerayê û hwd. belkî di paşerojê da me jî weka tîmek hereket bikira. Çimkî dibêjin her derhênerîkî dixwaze fîlmekê bikêşe pêdîvîya wî bi ordîyekî heye ji bo ku tu bikaribî çîroka xwe binî ser perdeya spî. Derhênerek ti carî nikare fîlmekî serkeftî çêbike.
11. Gelo problemek wisa jî tuneye, bi min her kesên ku di nav sînemaya kurdî da kar dikin dixwazin bibin derhêner?
Bi min ev mesele ji ber dîyarbûna derhêner tenê ye. Nêrîneka bi rastî jî xelet e. Ger her departmanek qiymeta xwe bigirtana, qedrê wan hebûya û di karên xwe yê hunerî da bi rastî jî azad bûna û alîkarîya wan ji bo fîlm bihatana xwestin, ez bawer dikim dê pir kes bibûna kamereman, li pişt kamerayê; bi deng, bi ronahîyê, makyaj û bi cilûbergan ra meşxûl bibûna. Lê bes heya niha tenê derhêner diyar dibe. Mesele jî ew e.
12. Em werin pirsa dawî. Gelo tu karî behsa projeyên xwe yên pêşerojê bikî? Çi di nav sînemaya kurdî çi jî di nav sînemaya cîhanê da.
Niha ez ji bo Disney Plusê li ser rêzefîlmê kar dikim. Ev jî behsa yekemîn polîsê reş yê li Almanyayê dike ku di salên 80î û 90î da. Ew jî wê demê rastî nijadperestîyê tê – me jî pêşî piçek behs kir – ku dixwaze li Almanyayê cihê xwe bibîne û bê qebûlkirin. Çîrokeka dîrokî ye û ew kes bi xwe jî heye û ev jî dibe rêzefîlmek.
Piştî wê jî ez ê fîlmekî zarokan çêbikim. Qehremana min keçikeka kurd e ji Rojavayê Kurdistanê ye. Ew jî hatîye Almanyayê û behsa şerê wê dike ku dê çewa rêya xwe bibîne li vir cihekî bigire. Ez pirê caran dibînim divê meriv bi zaroktîyê dest bi tiştekî bike. Sînema jî weka dibistanekî ye, divê mirov ji destpêkê dest pê bike ka çîrok çi ye, qehreman kî ne. Ji ber vê jî min dixwest fîlmekî zarokan çêbikim.
Piştî vê jî ez dixwazim li ser berxwedana jinên Rojavayê Kurdistanê yekî çêbikim lê ji perspektîfa me kurdan. Çimkî heya niha fîlmçêkerên biyanî çûne berxwedana jinên kurd nîşan kirine. Lê ez vê jî bêjim nêrînên wan jî gelek xirab e. Ew bi nêrîneke gelek spî behsa jinên kurd dikin. Nêrîna spî yanî nêrîneke ji derve ye. Ew jî van çîrokan ji bo xwe bikartînin. Lê bi me ev çîrok, ev kes gelek şexsî ne; dibe xwişk û birayên me bin, dê û bavên me bin, cîran û hevalên me bin.
Jixwe meseleya berxwedana jinan û jinên kurd jî gelek dûr û kur e. Şêweya wan gelek xirab e. Wan jinan dikin wek Ramboyan. Bi vê yekê jî wan seksûalîze jî dikin. Bi wê şêweyê wan jinan ji mirovanîya wan dûr dikin, wan dikin weka robotan. Ev şaş e. Dema ew dikêşin ji dezgeyên kurdan pere hildigirin û bi nêrîna xwe dikêşin. Ew jî dibêjin jixwe em propagandaya kurdan dikin, alîkarîya wan dikin. Bi rastî ez ji vê yekê zêde aciz bûm. Lê me rêyek dîtîye him em dê bi aweyekî rexneyî lê binihêrin û çîroka xwe bi zimanê xwe bêjin. Me budçeyek jî heye ka em ê binêrin dê tiştekî çawa çêbibe.