Deşîfrasyon û wergera ji Soranî: Ehmed Berojî
Emîr Xulamî, di 1984an de li Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê. Li Zanîngeha Tehranê beşa montajê xilas kiriye. Mastera xweli Zanîngeha Sooreyê ya Tehranê li ser derhêneriyê kir. Di mastera xwe ya duyem de jî li ser karesata Enfalê û li ser fîlmên wekî Sirte Legel Ba ya Şehram Elidî (2009), Hemî Dayîkên Min ya Îbrahîm Se’îdî (2009) û Hezar û Yek Sêv ya Taha Kerîm (2013) xebitî. Bi Freud, Lacan, Paul Ricoeur û Giorgio Agambenî re mijûl bû û li gel wan û xwenidinên xwe, wî çarçoveyeke teorik danî û gêhişte vê qinyatê; ‘Karesata enfalê sedan sed nikare bête nişandan; çunkî karesat xwe nade dest û destûra vegêranê nade’.
Emîr Xulamî li Zaningeha Mehabadê, Zaningeha Silêmaniyêû Zaningeha Sineyê mamostetî kiriye û di heman demî de li ser dîroka sînemaya kurdî xebitiye. Ew çar salan di nava desteya rexnegirên Îranê de maye û wî rexnegiriya sînemayê kirîye û pişt re jî vegeriya ye derhêneriyê.
The Sea Swells (2016), Building No. 13 (2017), û The World’s Last Hausd (2019) kurtefîlmên wî ne. Xulamî vê gavê li ser fîlma xwe ya bi navê The City Under the Manderine Tree dixebite.
- Di navbera bakurê kurdistanê û rojhilatê kurdistanê de peywendiyeke sist heye lê van salên dawîyê ev peywendiya sist qayîmtir bûye. Tu dikarî hinekî behsa sînemayê/sînemagerîya rojhilatê kurdistanê bikî, li wir lêkolînên çawa têne kirin û bandora hewaya sîyasî ya li ser fîlm çêkirina fîlmên kurdî çawa ye?
Li vir lêkolîn bêtir ji aliye akademiyê ve têne kirin. Di heman demê de me hinek kes hene, di warê sînemayê de bizavek dane dest pê kirin, di derbarê sînemaya kurdî de kovarên kurdî derdikevin. Ev yek nîşan dide ku li Îranê li ser vê yekê zext nîn e, di vî warî de me pirsgirêk nîn e. Lê nirxandina siyasî ya berfireh nebe, te maf heye her nirxandinekê bikî heta bila siyasî be, lê nirxandina te ya siyasî cihêkariya ji Îranê be dibe pirsgirêk. Yanî (li gorî Îranê) divê kurd bi vî şêweyî werin nirxandin ku beşek in ji sîstema welatê bi navê Îranê û weke wan nirxandina siyasî bikin. Sînemagerê Rojhilatî jî her bi vî şêweyî ne. Pirsgirêk nîn e, sînemagerên Rojhilat dikarin fîlman çêkin, lê destûra nîşandana wan li holên sînemayê baş nîn e, heta li bajarên kurdan jî. Eger hebin jî gelek kêm in, pêvajoyeke tu biçî li Tehranê hinek tiştan bikî, zor e. Eger bixwazî serbixwe fîlman çêbikî, destûr nîn e ku tu li holên sînanemayê fîlman nîşan bidî. Ya din sînemagerên kurd jî mîna beşa lêkolînê her di bin vê fişar û zextê de ne, destûr nîn e di van warên siyasî yên lêkolînê de fîlman saz bikin. Cureyeke sînemagerên kurdên Rojhilat, tên teşwîq kirin ku ber bi sînemaya post-kolonyalistî li Rojhilat ve biçin. Eger di nav pirsên we yên din de behsek li ser vê yeke hebe ku fîlmsazên kurd çawa tên teşwîq kirin, da ber bi vê arasteyê ve biçin û bi vî şêweyî fîlman çêbikin ez dê rave bikim.
- Sînemaya Îranê li her dereke cîhanê deng vedaye û ji nava van fîlmên deng dane de, Kurd jî hatine temsil kirin. Bi te kurd çawa hatine temsil kirin, derhênerên Faris bi çi çavî li kurdan nihêrîne, nêrînên wan çawa nin?
Sînemaya Îranê sînameyeke wisa ye ku cih û pêgehek heye di cîhanê de, gotineke wê ya qalkirinê heye. Lê şêwaza Sînemaya Îranê li beriya Şoreşa 1979an bizavekê dest pê kir, ev, bizava sînemaya post-kolonyalistî bû. Li Îranê bandora wê modernîzmê ku heta li Tirkiyeya Atirkî jî hebû, lê bizava Riza Şah dabû dest pê kirin ne wekî ya Atatirkî bû. Di dewra Mihemed Riza Şah de (ew kurê Riza Şah e) di sînemayê de bo asîmîlekirin û jinavbirina neteweyên xwe bizaveke post-kolonyalîstî dide dest pê kirin û ev ne tenê li dijî kurdan bo hemû gelên Îranê bû. Çimkî Îran wek Tirkiya û Iraqê nîn e, mirov nikare bêje welatek yek neteweyî ye. Îran welatekî pir neteweyî ye, gelek neteweyên wekî Faris, Tirk, Ereb, Belûcî û Ermenî tê de dijîn. Ji ber vê yekê hewla asîmîlekirinê di dewra Mihemed Riza Şah de dest pê kir. Li dijî hemû gelên Îranê fîlm hatin çêkirin ku kurd jî ji vê şêwazê bêpar neman. Bi navê Dalaho fîlmek hate çêkirin, di nava vê fîlmê de kurd wekî miletekî paşdemayî, çiyayî û hwd. hate nîşandan. Evê bizavê heta Şoreşa Gelên Îranê, heta salên 1979an berdewam kir. Em di vir de du-sê tiştan dibinin, yanî di sînemaya di wê serdemê de kurd berovajî Şoreşa Gelên Îranê şoreşê dikin, daxwaza mafên cihê dikin ji mafên îranîbûna xwe, mafê kurdbûna xwe dixwazin. Sînemaya Îranê li dijî vê yeke sekini û wan kurd wekî neyar, xwefiroş û wekî ligel dijminên Îranê bin, hatine nîşandan. Şoreşa Gelên Îranê hevdem e ligel şerê Îran û Iraqê, di nav sînemayê de hewl hatiye dayîn ku kurdan wekî alîgirên Seddam, neyar û xwefiroş nîşan bidin. Piştre di salên 1990an de bizaveke din di Sînemaya Îranê dest pê dike ku ev dagerîn bo nêrîna pêş şoreşa gelan, wê demê dîsa sînemayeke post-kolonyalîstî dest pê dike. Beşek ji sînemagerên wek Ebas Kiyarustemî, Semîra Mexmelbaf, Manî Heqîqî û Behmen Fermanrara hatin Kurdistanê hewl dan ku Kurdistan wek welatek paşketî nîşan bidin û sedem jî wek cografya û cihê jiyana wan nîşan bidin ku ewqas zor e mirov bikare biçe nav, çimkî cihek çiyayî ye, ji ber vê yeke jî çand û kultûr jî neçûye nav wir. Di nav van hinek fîlman de kesayetên Faris, kulturê tînine Kurdistanê. Di sînemayê de wisa lêhat ku sînemagerên kurd jî her bi vê berçavkê û her bi vê nêrînê fîlmin çêkirin. Eger pirs li ser vê yekê jî hebe em dê zelal bikin.
- Te li ser fîlmên kurdî yênli bakurê kurdistanê hatine çêkirin de, gelek lêkolîn kiriye. Anegorî te derhênerên kurd di van fîlmên xwe de ji aliye ‘bîr û hizirê’ ve di bin bandora derhênerên serdestan de mane yan na ?Evrewşe li rojhilatê kurdistanê çawa ye ?
Nirxandina sinemaya Rojhilat, Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê wek çar parçe ye jê ra çar nirxandinên cuda pêwîst in. Çimkî em di bin bandora çar desthilat, çar sîstem û çar hikûmetên cuda da dijîn. Çar nêrînên me yên cuda yên sinemayê hene. Li Bakurê Kurdistanê bizaveke Yilmaz Guney bixwe heye, ev cure ye ku Giorgio Agamben qal dike. Kesayetên fîlmên Yilmaz Guney ji kesayetên din cudatir in. Li jêr bandora lokalbûnê ji ber ku tu cuda difikirî, ji gund têne derxisitin, ji aliyê din ve eger tiştên cuda bikî te dixine girtîgehê. Ji ber vê yekê karakterên fîlmên Yilmaz Guney bi du cure sîsteman re pirsgirêk heye. Yek; sîstemeke hikûmî ye ku li dijî kurdan e, hewl dide kurdan biçewisîne û têk bibe. Du; sîstemeke kurdî û kevneperest e ku astengî derdixe bo pêşveçûnê. Lewma di Yilmaz Guney de cureyekî rexnegirane yê sînemayê heye ku piştî wî jî berdewamiya wê sînemayê heye, her çend bi qasî ya Yilmaz Guney xurt nebe jî ev yek di Yilmaz Erdogan, Reîs Çelîk û ta Kazim Oz de jî tê dîtin. Lê bizav li Bakurê Kurdistanê niha bi du arasteyan ve diçin. Yek, nêrîneke siyasî ya PKKyî ya din jî nêrîna rexnegirana ya marksîstî ku her du jî bi şêweyekî nêzîkî hev in. Di cureya ewil de nêrîna PKKyî bi îdeolojiyên PKKê têne nîşandan, ya cureya duyan de nêrîna Yilmaz Guıney, nêrîneke marksîstî û dij-sînor e, ew tê nîşandan. Din ava sînemaya kurdî da, nêrîna Yilmaz Guney, niha hewl dide hinekî din xwe ber bi nêrîneke kurdîtir ve xwe rakêşe, hewl dide wê nêrîna nasyonalîst çêke bo sînemayê û her çend marksîstî be jî nirxandineke kurdane ye. Lê ev rewş li Rojhilatê Kurdistanê hinek cuda ye. Mafê sînemagerên kurd yê wê nêrînê nîn in. Ji bo Îranê sînema girîng e, berovajî wê bo Tirkiya jî rêzefîlm girîng e, çimkî nêrîneke turîstî ye. Hewl dide bi rêya rêzefîlman turîstan bo welatê xwe rabikêşe. Lê Îran hewl dide bi sînemayê şoreş û îdeolojiya Îranê veguhêze bo hemû welatên derdora xwe. Ji ber vê yekê nirxandina sînemayê wek sîstem dest bi ser sînemayê de girtiye, mafê te nîn e tu wekî Yilmaz Guney bi dile xwe rexneyan bigirî. Min di pirsa pêştir de jî behs kir, nêrîneke post-kolonyalîst hatiye nav Sînemaya Îranê. Ji aliyê Ebas Kiyarustemî û hinek fîlmsazên mezin ên Îranê, sedî sed bandorek li ser sînemagerên kurdên Rojhilatê Kurdistanê heye. Ew bandor tenê ya Ebas Kiyarustemî nîn e, festîvalên Îranê, di bin çavdêriya hikûmet û sîstemê xelatan didine wan fîlmên ku bi vî şêweyî hatine çêkirin û pere jî her ji bo wan fîlman têne terxankirin. Yanî sîstem hewl dide ew sînema di bin kontrola wê de be û ev kiriye jî. Li aliyê din piraniya fîlmsazên kurd, hişyar nîn in bê ka bi kîjan arasteyê fîlman çêdikin, ev halê ez behsê dikim yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Çima? Çimkî di vê nêrîna post-kolonyalîst de wekî behsa wê tê kirin; gava welatek te dagir dike, te wek paşketî dibîne û hemû kevneşopî û nerîtên te wek paşketîbûn nîşan dide û hewl dide ji te re kulturê bîne, tiştê tîne jî bo te ya baş e. Lê behs li ser vê yekê ye; gava ev dagirker ji vî welatî derdikevin her tiştî terk nakin yanî ew nayê wê wateyê ku êdî ew ê wisa li te nenêrin. Dibêjê; burjuvayên navxwe, ewan kesên xwe li jor dibînin, hewl didin bi şêwazê dagirkerên xwe fîlman çêbikin. Dixwazin ji dagirkerên xwe re bêjin erê ez dizanim neteweya min paşketî ye, lê ez wek wan nîn im, ez pêşketî me û paşketîbûna wan dizanim. Beşeke pirsgirêkên sînemaya li Rojhilat ya niha ev e. Yanî sînemagerên Rojhelatî (ne hemû beşeke wan) ketine bin bandor û kontrola dagirker, li dijî neteweya xwe fîlman dirust dikin. Hewl didin kevneşopî û kultûra kurdî wek paşketî/paşdemayî nîşan bidin, li beramber bisekinin û di rastî de ramalin ji nav neteweyê. Yanî bi şeklekî xizmeta sîstemê dikin, bandora derhêneran gelek giring nîn e, ew di xizmeta sîstemekê de ne, û ev sîstem dixwaze bi vî şêwazî werine dirustkirin û hinek fîlmasazên Rojhilatî jî vê dikin.
- Derhênerên kurd xwe dispêrine hinek hincetên wekî; bêderfetiyê, kêmasiya ekîpmanan, kêmasiya têkiliyên li gel kesên di sînemayê de kar dikin û hwd. Loma jî diyaspora jî di nav de li her çar aliyên kurdistanê fîlmên kurdî gelek kêm tên kişandin. Bi te ev hincetana çi qas rast in, gelo meriv nikare li gel van handîkapan pirtir fîlman durist bike ?
Bixwazî yan jî nexwazî astengî û pirsgirêkên wiha hene, ji wê bêtir jî hene. Yanî niha me ji bo lêkolîna Sînemaya Kurdî fîlmxane nîn e, me cihek nîn e ku hemû pêkhateyên Sînemaya Kurdî li wir hebin, fîlm li wir bin û dema kesek bixwaze lêkolînê bike biçe li wir rûne, fîlman bibîne û li ser binivîse. Tişteke wisa li Kurdistanê nîn e. Niha me qadeke sînemayî jî nîn e, wekî civaknasî behsa vê yekê dikim. Me bingeha wê qadê jî dirust nekiriye, qadeke te da rexnegir hebin nîn e, ew hîç nehatine dirust kirin. Hincetên sînemagerên kurd, em bêjin bila %2ê wan rast bin bi ya min wekî din rast nîn in, lê pirsgirêk ev e, me hîç plan nîn in ji bo Sînemaya Kurdî. Yanî pirsgirêk di derfetan de, di tîm û nenasîna amûran de nîn e, me plan nîn e pirsgirêk ev e. Salane em 10-20 fîlmên kurdî berhem tînin lê hîç pêwendî ligel dîroka Sînemaya Kurdî û ligel kurdan nîn e. Niha bizaveke Hollywoodîzm li Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye ku hîç pêwendî ligel nêrîna neteweyî ya kurd nîn e. Pirsgirêka sînemaya kurdî (li her çar parçeyên Kurdistanê), nebûna planekê ye. Yanî plan zêdetir planên hizbayetî ne ta ku planên kurdayetî bin. Partiyên kurdî hewl didin sînema di xizmeta partiyan de bin şûna ku di xizmeta neteweyê de bin. Gotineke Abel Gance heye, bi ya min ew gotin li ser kurdan jî tê, heke bigihîje guhê wan. Abel Gance dibêje: “Mirovên mezin ên dîrokê û efsane herin li jor vehesin, çimkî yek bi yek em dê we vexwînin bo nav sînemayê.” Me hîç tiştek ji neteweya kurdan nexwendiye nav sînemayê. Me ne efsane vexwendine, me ne dîroka kurdan vexwendiye, me ne mirovên mezin vexwendine, me ne vegotinên kurdî vexwendine. Me şêwazeke wekî vegotina kurdî neaniya nav Sînemaya Kurdî. Beşeke mezin a pirsgirêkan jî ev e. Me nêrîneke rast bo sînemayê nîn e. Her ji ber vê yekê ye pirsgirêk di vir de ye ku em nikarin planeke rast dirust bikin da sînemaya me wek bizaveke welatên din biçe pêş. Ev yek ji wan pirsgirêkên herî giring e. Duyem, bi ya min têkiliyên sînemayî di nav çar parçeyên Kurdistanê de qels/nîn e. Yanî maleke Sînemaya Kurdî nîn e ku em hev nas bikin, fîlmên hev bibînin. Ha ev ne pirsgirêka me ya sereke ye lê maleke Sînemaya Kurdî hebe û ev têkilî çêbin, em dikarin têkiliyan dirust bikin û bingeha Sinemaya Kurdî di sedsala 21an de bi arasteyeke rast bibin pêş. Bo nimûne, têkiliya di navbera Rojhilat û Bakur de kêm e, pirsgirêk li ser nêrîna sînemaya me heye. Yanî em nizanin di çi astekê de ne, gelek tişt hene, meselen gotar hene lê me bo hevdu wergerandine, me têkiliyên wiha dirust nekirine. Lê ez tesewir dikim ku bingeh rast nîn e. Beşeke mezin a bingehê ji aliyê hikûmetê ve tê dirustkirin, çi Hikûmeta Rojava çi Hikûmeta Başûr. Zêdetir jî Hikûmeta Başûr, çimkî li wir temenê hikûmetê dirêjtir e. Ji hikûmetan tê çaverêkirin ku bingehê dirust bikin û vê bingehê jî bi şêwirmendiya hinek kesayetên di warê sînemayê de ku plana wan heye bo dahatûya Sînemaya Kurdî bibe pêş. Bo pirsa we, bi raya min ewan pirsgirêkên sînemagerên kurd nîn in.
- Sal bi sal hejmara festîvalên kurdî zêde dibin û ber’eksê vê yekê hejmara fîlmên kurdî jî kêm dibin. Di van festîvalan de pirr kêm xelat tên dayîn û ji wan festîvalan yên xwedî hîbrît (festîvalên hem onlinehem jî yên rûbirû tên kirin)nînin û ji ber piraniya van festîvalan li derveyî Kurdistanê tên çêkirin, fîlm nagihijîne temaşegerên Kurdistanê. Em ê çawa berê van festîvalan bidine kurdistanê ku civata sînemageran û temaşegeran pê çebibe ?
Ez festîvalan bi du şêweyan dinirxînim. Yekem, hinek festîval hene sedî sed bandora wan li temaşevanên navxweyî heye. Evana wekî Festîvala Silêmaniyê, Festîvala Dihokê, Festîvala Kobaniyê, Festîvala Sineyê, Festîvala Kirmanşanê, Festîvala Îlamê,Festîvala Urmê, Festîvala Wanê, Festîvala Amedê, Festîvala Dêrsimê ku li xaka Kurdistanê têne rêvebirin. Min gelek caran gotiye divê kurd li ser xaka xwe li gund û kuçeyan be jî divê festîvalan lidabir bixin. Çimkî sînema dikare nêrînên me kurdan wek netewe li derdora hev kom bike, yanî me nêzîkê hev dike, biratiya me, biratiya me ya kurdî ha, ez nabêjim biratiya gelan ! Sînema dikare durist bike, û festîval bi vê erke radibin. Yanî 30 fîlmên Rojhilatî li Bakur werin nîşandan û bereksê wê jî û yan li Rojava û li Başûr werin nîşandan, van bandoran gelek in, evana dikarin din ava Kurdistanê de vê kulturê dirust bikin. Ev gelek girîng e,em çend xwe ji festîvalên navxweyî dûr bixin, tesewir bikin Kurdistan dê çendîn sal bo paş ve biçe û paşdemayîn dê were nav Kurdistanê. Lê hinek festîvalên me yên din hene ku li derve ne, wek Festîvala London, Festîvala Moskowa, Festîvala Berlîn, Festîvala Awistralya. Ev festîvalana ji bo vê yekê dirust bûn ku kurd bikevine nava dîskursekê. Yanî heta niha kurd wekî netewe nehatine nasîn wiha dikarin li derve werine nasandin. Ev bandor dikare realiteya kurdan ya siyasî ligel neteweyên din dirust bike/dike, êdî kurd ew tişt nîn in ku Mistefa Kemal bikaribe gelekî bi hêsanî gotina ‘kurd’ê wekî çiyayî bi kar bîne. Çimkî êdî kurd wek netewe têne hesibandin. Ev ji wê bandora festîvalên derve ye. Lê pirsgirêkeke girîng di pirsa we de heye, ew jî ev e, mirov çawa dikare wan têkiliyan dirust bike, gel çima ji sînemaya kurdî dûr e ? Pirsgirêka sereke ya dûrbûna gel ji Sînemaya Kurdî ev e, gelê kurd bi zimanê Sînemaya Kurdî aşna nîn e û lewra nanasin. Ewqas fîlmên tirkî, farsî û erebî temaşe kirine, gava yekem car tûşî fîlmeke kurdî bên û wê temaşe bikin li wan zor tê, têgihîştina yekem zor e. Lê gava fêrî vê yekê bûn êdî tu bo wan arezûya hunerî dirust dikî dibe şêweyê hunerî. Bi ya min pirseka giring ev e, çawa dibe di sedsala 21an de jî em nikarin bi şêweyeke baş sûdê ji înternetê bigirin ? Divê me malperek hebe, êdî pêwendî bi hikûmetê ve nîn e, herkes dikare wê malperê dirust bike û fîlmên kurdî di wir de kom bike û wan ji wir nişan bide. Niha li her dereke cîhanê Netflixek dirust bûye, înternet vê pêk tîne. Gelo em nikarin li Kurdistanê malpereke wiha dirust bikin? Çendek li Başûrê Kurdistanê hene lê ne di wê astê de ne, fîlmên Sînemaya Kurdî tev tê de nîn in. Bi ya min, madem hikûmeta Îranê, Tirkiyê, Suryê û Iraqê bo me astengiyan dirust dikin, divê rêyan bibinin û van astengiyan biborin. Eger em nikaribin rasterast werine Bakurê Kurdistanê û daku pêwendiya me jî çêbibe, lê bi ya min em dikarin bi vê şêwazê yanî online bikin. Divê em hewl bidin sînorên Kurdistanê bi rêya sînemayê bi şêwazê online derbas bikin û têkiliyên sînemayî û kulturî yên kurdayetiyê dirust bikin. Fikra min ew e ku şêwaz û rêya herî baş ev e, her ev cure ye ku di muzîkê de hatiye kirin. Muzîka Bakurê Kurdistanê ji aliyê Rojhilatiyan gelek tê hezkirin. Bi şêwazê înternetê hatiye vî alî. Xelkê Rojhilat gelek hez ji muzîka kesên wek Şivan Perwer, Ciwan Haco û Mem Ararat dikin. Çimkî êdî li vir sînor hatiye derbaskirin. Bi ya min divê bo sînemayê jî em van sînoran derbas bikin û van têkiliyan dirust bikin. Madem me niha hikûmeteke kurdî nîn e ku rasterast têkiliyên wiha dirust bikin, bi ya min em dikarin bo têkiliyan ji şêwaza onlinê sûdê werbigirin.
- Min pirsa berî niha de, bal kişandibû li ser festîvalên xwedî hîbrît û min gotibû fîlmên kurdî bi awayekî online nayên nişandan. Li gel vê û ji berkêmasiya platformêndijital û kêmasiya belavkaran, derhênerên kurd nikarin fîlmên xwe bîgihînine temaşegeran. Mirov wekî alternatif ji bo derhêner fîlmên xwe bigihînine temaşegeran, platformên online ava bike fikreke çawaye?
Min bersiva vê pirsê di pirsa pêş vê de dabû. Me tu rêyên din nîn in, tenê rêya me ew ku bi şêwazê online têkilî dirust bikin, holeke sînemayeke online dirust bikin û bikaribin wan fîlman bi şêweyê online berdest bikin û temaşevanên kurd rabikêşin bo dîtina wan fîlman. Ez nikarim fîlmeke min li Rojhilatê Kurdistanê dirust kiriye bînim û li Bakurê Kurdistanê nîşan bidim, em tenê dikarin li Başûrê Kurdistanê nîşan bidin, ew jî bi saya hikûmeta me ya biçûk e ku li wir pêk tê. Gelek zor e ku fîlmsazên Bakur bikaribin li Rojhilat fîlm nîşan bidin, heta Başûrî jî li Rojhilat, bereksê wê em jî li parçeyên din. Her ji ber vê tenê rêyeke derbasbûnê ji vê pirsgirêkê re heye, ew hî derbaskirina sînoran e. Jinavbirina van sînoran bi şêwazê platformeke online pêkan e û divê di vê platformê de pêwendiyeke gelane di nav sînemayê de were dirustkirin. Wekî min got, di muzîkê gelek baş hatiye kirin, lê di sînemayê de di wêjeyê û şanoyê de ev nehatiye kirin. Tesewir dikim ev şêwaza online dikare alikariya me bike.
- Di fîlmên honakî yên kurdî de derhênerên kurd kûtê xwe dikin û her xwe bi ser mexdûriyetê ve temsil dikin û çaxa belgefilmekê dikêşînin jî mudaxaleyê (dil dike tiştekê nişan bide lê ji ber ku xemên wî zêde ne nikare wê pêk bîne) ûşiltaxiyan (agitation) dikin. Gelo derhêner bi van tevgerên xwe yên han, rastîya ku divê bê nişandan şolî nakin yan jî dilê oryantalîstan li xwe xweş nakin?
Min bersiva vê pirsê bawer im di pirsa 3. û 4. de dabû. Rojhilatnas dixwazin bi vê şêwazê sînemayê binirxînin. Ez ê pêşiyê behsa Sînemaya Kurdî bikim, Sînemaya Kurdî sedî sed çîrokî nîn e, yanî çîrok beşa sereke ya Sînemaya Kurdî nîn e, beşa sereke ‘belge’ ye. Heta fîlmên çîrokî yên kurdî jî belgeyî ne, neorealîzmeke belgeyî ne. Di van fîlman de ji bo nasîna van fîlman, li şûna çîrokek were nîşandan hewl tê dayîn ku Kurdistaneke paşketî were nîşandan. Ev beşa sereke ya pirsgirêkan e li pêş hemû fîlmên çar parçeyên Kurdistanê. Lê di nav de pirsgirêkek girîng jî heye ku min gotibû, berovajî Yilmaz Guney e. Yilmaz Guney hewl dida di sînemayê de nîşan bide sedema wê paşdemayînê, ji ber du sîstemên nexweş yên di nav kurdayetiyê bûn, yek sîstema hikûmetê ye, yek jî sîstema lokalî/gundîtî/kurdayetiyê.
Lê pirsgirêka me ya niha, sînemagerên kurd bi xwe ne. Sînemagerên kurd ku di festîvalan de rojhelatnas xelatan bidin wan dilê rojhelatnasan xweş dikin. Pêş ku behsa rojhelatnasan bikim dixwazim balê bikêşim ser tişteke din, sinemaya cîhanê êdî hewla dîtina sînemayeke pastoral nade. Eger em nêrînên sînemayê bikin du beş, nêrînek pastoral teknokrat e, nêrînek jî dij pastoral e. Pastoral teknokrat hez ji gundan dikin, dij pastoral jî hez ji modernizasyon û makîneyan dikin. Sînemaya Kurdî sînemayeke pastoral e. Eger di festîvalan de xelat jê re were dayîn sedem ev pastoralbûn e. Em dikarin bibêjin ku yekane fîlmsazên li cîhanê bi şêwaza pastoral fîlman berhem tînin em in. Wekî din jî em bi komkirina xelatan xwe hildiweşînin, yanî ji bo wergirtina xelatan em li dijî neteweya xwe fîlman berhem tînin. Ev ew rastî ye ku min her behs dianî li ser vê. Sînemagerê kurd hewl dide ji cîhanê re bêje ez jî nêrîna we dizanim çar parçeyên Kurdistanê giş paşdemayî ye û modernîte nehatiye nava wan, lê ez xwe ji derhênerên din cihê dikim. Her bi vê nêrînê fîlman berhem tînin ku ev jehr û xiyanet dijî Kurdistanê, ez wisa dibînim. Tesewir dikim eger pêşiya vê sînemayê neyê girtin dê Enfaleke din rû bide. Ev karê ku sînemager dikin kêmtir nîne ji cenosîdeke li dijî neteweyekê, bi ya min ev xiyanet di asta cenosîdê de ye.
- Hinek lêkolîneran û sînemageran sînemaya Kurdî wiha nirxandine; sinemaya kurdî sinemayeke mînor e, sînemayeke docu-dramayî ye û sînemayeke transnasyonel e. Gelo tu ji van nirxandinan kîjanî rast dibînî û tu çawa pênase dikî ?
Bi nêrîna min Sînemaya Kurdî sînemayeke belgeyî-dramatîk e, li ser vê gotineke min nîn e, çimkî di pirsa pêş vê de jî min bersiv dabû. Lê ez ligel fire-neteweyî nîn im. Peyva netewe niha li ser nirxandinên dawiyê yên Benedict Anderson êdî nirxandineke din bo tê kirin. Netewe yekser hêmayeke taybet e yan jî wekî dengdaneke rojane ye, yanî her roj ji serî ve em dipirsin û neteweyê dinirxînin ku bizanin kê di nav neteweya me de ye û kê di nav de nîn e. Li gorî vê nirxandina Benedict Anderson behs dike, kurd yek netewe ye, lê dewlet nîn e. Ez dikarim sûd ji peyva füre-dewlet sûd werbigirim. Kurd li nav dîskurseke siyasî ya cuda da nin û hewl didin fire-dîskursî fîlman berhem bînin. Mebesta min ji vê çiye? Belê siyaseta dewlet-neteweya cuda, yanî bondora farisan, tirkan û ereban li ser sinemaya me heye û diskursa wan jî tesîra wan di nav fîlmên me de dixuyên. Eger rasterast hewla me sûdwergirtina diskursa wan be bo sînemaya cîhanî, lê na berovajî wê ye. Gelek tişt hene di van neteweyan de li çar parçeyên Kurdistanê ji bo me dibin astengî, em li dijî dîskursên wan sekinîne û me wisa fîlm dirust kirine. Her ji ber vê yekê nirxandina kurd hinek cudatir e, em nikarin wek swîss li vê fir-neteweyiyê bikin ku bi fire-neteweyî di bin banê yek dewletê de ye. Berovajî wê, kurd yek netewe ye di bin banê çendîn siyaset û dîscursên siyasî yên cuda de. Gava kurd fîlman dirust dikin li gelek cihan di bin bandora van dîscursan de dimînin, li gelek cihan li dijî bandora qada siyasî ya dewlatan disekinin/sekinî ne. Lewma ez tesewir dikim nirxandina siyasetê di nav Sînemaya Kurdî de wek fire-neteweyî em hinek cudatir in ji wan neteweyan ku di bin banê yek dewletê de û çend netewe pêkve dijîn. Em dikarin bêjin Îran dewleteke wisa ye, lê eger wekî Sînemaya Kurdî behsê bikim kurd yek netewe ye ku di bin çend dîskursên siyasî yên cuda de ye. Sedî sed bandora van e siyasî li ser Sînemaya Kurdî heye. Em nikarin înkar bikin û bêjin na em li jêr bandora wan sînemayan nîn in û din ava fîlmên me da rengvedana wan nîn e. Belê rengvedan heye, lê gelek caran em li dîjî vê siyaseta wan sekinîne û rexneyên me jî hebûne.
- Hetanî a niha me behsa kêmasiyên sînemayê-sînemagerîya kurdî kir gelo ji vir şûn de hêviya we ji siberoja sinemaya kurdî çi ye di asta sinemaya cîhanê de?
Hêviya min ji Sînemaya Kurdî nîn e ku ew niha bizava dibe pêş. Yekem, alternatîfek nîn e wek rexne ku bikare Sînemaya Kurdî bîne ser arasteyeke rast. Sînemaya Kurdî sînemayeke ku bi xwesteka hikûmetan diçe pêş, yanî bi xwesteka farisan, tirkan û ereban berhem tên. Modernîzasyona çewt ya hatiye ketiye nava Başûrê Kurdistanê dike ku ew hewl didin bilezînin û xwe bigihînine globalîzmê, yanî li Hollywoodê çi were kirin li wir jî ew tê kirin. Me çavêrê dikir ku kurd bi kevneşopî, nerît, destan û efsaneyên kevn bo sînemaya kurdî nirxandinên cuda bikin. Ev cure her di çîrokên me de heye. Em di warên çîrokê de bi şêweyekî baş pêş ve diçin. Lê ew bizava di Sînemaya Kurdî de dibînim zehmet e li çaverê siberojeke geş bibim. Bi ya min cîhan girîng nîn e, tu dikarî berhem bînî ev cureyê ku Hollywood jê hez dike, xelat jî werbigirî û navê xwe jî derbixî li cîhan. Lê girîng ew e ku çiqas bandor li ser neteweya kurd heye û bi şêweyekî çiqas baş kurd nasandine. Bi bizava ku ez dibînim li hîç parçeyekî Kurdistanê siberojeke geş nabînim bo Sînemaya Kurdî. Mixabin, sînemagerên kurd kurdayetiyê di hizbayetiyê de dibînin. Fikra wan ew e ku di xizmeta partiyê de bo partiyekê fîlmekê dirust bikin ew dibe sînemayeke pêşketî û ev ji bo wan dibe kurdayetî. Hinek sînemagerên kurd di nav bizaveke cîhanî de asîmîle bûne, dibêjin qey bi şêweyê Hollywood fîlm dirust bikin dê bibin sînemagerên mezin ên kurdan. Bi ya min divê Sînemaya Kurdî bi şêweyekî din ji globalîzmê sûd werbigire bo Sînemaya Kurdî û ji aliyê din jî divê xwe ji hizbayetî dûr bixe. Yanî serxwebûna xwe rabigihîne, lê bi nirxandina formeke neteweyî û formeke kurdî bo sînemayê ku bikare bike gerdûnî. Ev bizave ye ku ez jê hez dikim. Bo min hilberandina berhema hunerî û bizava hunerî du tiştên cuda ne. Ya ku ez niha di Sînemaya Kurdî de dibînim berhemanîn e, lê ez li benda bizavê me, yanî tişteke ku sedî sed guhertin bo Sînemaya Kurdî tê de hebe û gotineke wê jî li cîhanê hebe. Ev e ku ez li bendê me, bi ya min bi ya heyî zehmet e ku em bigihîjinê.
Te di hevpeyvîneke* xwe da behsa cih û warên Kurdan yên di nava fezaya sînemayî de mane kiriye û te gotiye deverên sînemayî yên di filmên kurdî (rê) de bûne cihên bobelatên wekî revê, tirsê û mirinê. Li gel vê, te gotiye di filmên holiwudê rêber’eksê filmên me cihên ewle, aram û rizgar in. Gelo ev miqayeseya han rast e ? Ji ber ku derhênerên kurd, vê rêyê ji bo ku bigihijîne xweşîyê, aramiyê û rizgariyê didine ber xwe.
Di Sînemaya Emerîka de, sînemaya Hollywoodî li sêr rê hatîne çêkirin, rê ew tişta qala wê di warê teoriyê û civaknasiyê de tê kirin ji me re dibêje, Emerîka tenê wehmek e, ji vê zêdetir nîn e û bi yek peyvê Emerîka tune ye. Tu çiqas hewl bidî tu Emerikayê nabînî. Rê hemû di nav Emerîkayê de nin, lê hebûna Emerîkayê nîn e. Ev ew tişt nîn e ku jê hezkirine yan li ser fikirî ne. Çimkî beşên teorî, civaknasî û felsefeyê ew tişt nîn in ku derhêner bi şêweyek baş bizane, civaknas û kesê ku di warê fîlman de lêkolînan dike van tiştan derdixin. Kurd ji ber koçberiyê û ji ber modernîzma ku hatiye nav Rojhilata Navîn û ev modernîzma hatiye nava me, ligel xwe aşek anî û wê her tişt hûr kir û wêran kir. Yanî vê modernîzmê hewl dida kurdan têk bibe, kurd ketine nava aşî û ketine nava zext û fişara modernîzasyonê. Li aliyêkî em Enfalê dibînin, li aliyêkî em karesata Dêrsimê dibînin, li aliyêkî em karesata Helebcê dibînin, li Rojhilat em karesatan dibînin, li Şingal û Kobanî dibînin… Van hemûyan ligel ji bo kurdan koç anîn. Kurd ji ber wê her di tirsa mirinê de bûne, di vê sedsala borî de koçê dest pê kiriye. Vêca ev di binbîra fîlmsazan de ye, yanî fîlmsaz û berhemdêrê Sînemaya Kurdî bi xwe vê yekê nizane, lê çûye nav hişê wan ku mekan tirs pê ve ye. Li ser vê pirsa we dixwazim bîranîneke xwe bêjim: “4-5 sal beriya niha li Başûrê Kurdistanê em li cihekî rûniştibûn ligel hinek hevalan, hevalên me yên kurdên Başûrî gelekî bilez xwarin xwar û xwe vekêşiyan paş ve. Gava min jê pirsî, bê hûn çima wisa bilez dixwin? Gotin em gelê koçê ne, em gelê Enfalê ne, em gelê Helebceyê ne, hertim me bilez xwariye ku derbikevin û Sedam were wê me bikuje.” Ev di nav hişê gel de ye. Cihê lê karesat û cenosîd lê çêbûne çêdibin gel tim ditirse. Behsa min li ser vê yekê nîne ku derhêner dizanin yan na, ez dibêjim vê yekê di Sînemaya Kurdî de reng vedaye. Mirov yek bi yek di fîlmên kurdî de vê dibîne, yanî hebûna vê nirxandinê di nav sînemayê de heye. Eger tenê di nav yek û du fîlman de heba, min dê wek taybeymendiyeke takekesî behs bikiriba û min ê gotibûya take fîlmsaz e. Lê %90 fîlmsazên kurd mekanî wekî cihekê dibînin yan jî di nav fîlmên wan de wisa hatiye nîşandan ku di wî cihî de tirsa mirinê heye. Lewma hertim hewl didin ji mekanê derbas bin û zû ji wir derbiçin. Bi ya min, giring nîn e bê ka fîlmsaz vê yekê dizanin yan na, bo min ew girîng e ku di piraniya fîlmên kurdî de vê yekê reng vedaye û ev mijar heye.
- Te di fîlimên xweyên wekî ‘The Sea Swells (2016), Building No. 13 (2017), û The World’s Last Hause (2019)’ê de çîroka xwe yekser venegotiye û te bi awayên surreal û rastiya efsûnî çîrokên xwe vehunandine. Gelo tu yê ji vir şûn da jî heman şeklan kar bînî yan, tu yê xwe li şekilên din yên vegêranê biceribînî ?
Min di fîlma Beyan de şêwazeke realîstî ceribandiye û min bi telefonê fîlm berhem aniye, fîlmeke dirêj e. Fîlma “The City Under The Mandarine Tree” jî bi şêwazê grotesk berhem aniye. Ez şêwazan têkhel dikim. Hewl didim pena bo fîlmên dîrokî bibim. Gelek kes hene bi ya min divê mirov bîne nav sînemayê. Lê dîrok ji aliye min ve rasteqîn nîn e. Yanî ez dixwazim dest bixim nav dîrokê, hez dikim dîrokê dramatize bikim. Her ji ber vê yekê bi ya min Şerîf Paşayê Xendan, Simkoyê Şikak, Qazî Mihemed û Mela Mistefa ew kes in ku divê mirov bîne nav sînemayê, lê divê werin dramatîzekirin. Armanca min ew e ku bi vê stayla dîrokî derbarê wan de fîlman dirust bikim, çimkî jê hez dikim. Piraniya berhemên min yên kurdî îdeaya xwe ji destan û efsaneyên kurdî werdigirin. Memê Alan îdeayê dide min, Şêx Reş fikrê îdea min, Emîrxanê Lepzêrîn (Kela Dimdim) îdeayê dide min. Ez dê van îdeayan û vê formê veguhêzim bo şêweyekî modern û destwerdanê tê de bikim. Di rastî de hewla min dirustkirina formeke kurdî ye, formek e ku xwe nêzîkî şêwazê destan û efsaneyên kurdî bike. Her çend ev hinek zor e jî. Çimkî bi ya min efsaneyên kurdî tenê îdea ye, divê mirov forrmeke kurdane bo dabirêje. Min îdeayên fîlma “The Sea Swells” û fîlmên din ji efsaneyên kurdî yên Rojhilat wergirtiye. Lewma dibêjim, belê! Di plana min de heye, dixwazim staylên din jî biceribînim. Lê bi ya min realîzm stayleke xeternak e, çimkî bi şêwazê realîzmê hêsantir e mirov neteweyekê asîmîle bike yan jî li dijî neteweyekê bisekine. Lê staylên wek surreal ji ber hikûmetên navendî gelek ji zimanê wê fêhm nakin kêmtir tên sansûrkirin. Her wek ku Adorno behs dike ji ber vê alozî û giraniya fîlmê dibe vesîle ku netewe bifikire û hişê wê rexnegir be, ew rexnegirî neteweyeke pêşketî dirust dikin. Ez naxwazim neteweya kurd tenê fîlm bibîne û ji ber realîzmbûna wê biçe nav wê forma cîhanî, forma îranî û forma tirkî ku di rastî de ew form tirkbûn û farisbûn in. Dixwazim rexne bigirin, neteweyeke pêşketî û bîrmend were dirustkirin. Ev jî tenê bi stayleke rexnegirane û giran tê dirustkirin. Belê dixwazim çend staylên din jî biceribînim, lê zêdetir xwe li van staylan didim û hez ji stayla dîrokî jî dikim. Ev jî ji ber vê neteweperwerî û kurdbûna min e û dixwazim fîlman dirust bikim li ser dîroka kurdan çi di warê efsaneyan de çi di warê kesayetên mezin de û da zêdetir kurdan binasin.
- Te di fîlmen xwe yên Building No. 13 (2017), û The World’s Last Hause (2019)’de hêmayên hiyerarşiyê û darazên civakî bi kar anîne. Tevgerên karakterên te yên di van fîlman de ji vegotina klasik vediqetin û ji xwe re nasnameyekê ava dikin. Gelo te ev nasname ji xwendinên xwe yên Lacan, Metz, Foucault peyda kir ?Tu yê her bi vê vegotinê dewam bikî ?
Belê di fîlma “Building No. 13” nêrîna min Lacanî ye û hewlek jî bo Metz û Deleuze heye. Di fîlma “The World’s Last Hause” de jî heman bîroke heye. Ev nêrîna felsefî ya Lacanî, Metz, Foucault û Deleuze beşek in ji mijarên fîlmên min. Gelo ez ê dîsa li van staylan vegerim ? Belê ez dê vegerim. Belê ev beşek in ji staylên min û fîlmên ku dixwazim dirust bikim. Niha min li ser dîasporaya kurdî senaryo heye û kesayetên dîrokî û efsaneyên kurdî ku nêrîna min nêrîneke Lacanî ye di wan fîlman de û li dîaspora. Belê ez dê vegerim van stalyan, lê evana wê nebine beşên sereke yê sînemaya min. Çimkî beşeke sînemaya Althusserî jî ye heta radeyekê ya nirxandina efsananeyên kurdî, di rastî de Althusserî jî ye. Ev di hişê min de hene, çimkî ligel nirxandina van mijaran mezin bûme. Pierre Macherey, beşeke mezin a sînemaya min e ku di hemû fîlmên min de hebûna Pierre Macherey heye. Ew bêdengiyên tekst ku Pierre Macherey behs dike dixwazim di nav fîlmên de hebin. Bêdengiyê vê stayla teorik behs dikim ne stayla formîk. Lewma belê hûn dê di sînemya min de bibînin, lê dibe ku ewqas zelal nebe, ez ê hinekê veşêrim û hinekê staylê biguherim ku temaşevana gelek newestînim. Bi tesewira min eger mirov teoriyê gelekî zelal vebêje mirov temaşevanan diwestîne û dibe fîlmeke taybet ku di warê teoriyê de tê hilberandin. Eger bixwazî fîlma te bo hemû gelan be û bo wan fîlman berhem bînî pêwîst e yan teoriyê kêmtir bikî yan jî wê gelekî li ber çavan negirî çimkî temaşevan dibetile. Min ev stayl heye û dê bimîne, lê ez dê hinekî forma wê biguherim.
- Çaxa te li ser fîlimên bakurê kurdistanê lêkolîn kir, te bêtir karên kîjan derhênerî hez kir û çima ?
Bêguman yên Yilmaz Guneyî, çimkî beşeke mezin a xwendina min li ser Yilmaz Guney bû û min li ser gotar nivîsî. Sedem jî ew bû ku min hez ji teoriyê dikir û pêşiyê di warê teoriye de xebitîm û min rexnegirî dikir paşê wekî berhemdêr û derhêner hatime nav qada sînemayê. Yilmaz, ji bo min bêtir Giorgio Agambenî ye û bêtir ew “Apparatus” e ku Giorgio Agamben behsa wê dike. Her çiqas axavtina Yilmaz, di nav fîlman de tirkî be jî, lê wî wekî rênîşander hewleke gelek gewre da ku tîpîkalîza kurd dirust bike. Wekî din, rexnegir; ew tiştê ku Richard Rorty behs dike xwe hildiweşîne. Li dijî siyaset û sîstema Tirkiya ye û li dijî netweya kurd jî ye, lê ne ku kurdan paşketî dibîne, kurdan wek fikreke sekinî û ku naxwazin pêşkevin dibîne. Hewla Yilmaz ew bû vê fikrê ku xweveşartin û xwe bi cihekî ve girêdan e hilweşîne. Her wek ku Richard Rorty dibêje em wê demê dikarin pêş bikevin ku dest bi xwehilweşandinê dikin. Ew tişta ku Yilmaz da dest pê kirin bi xwehilweşandinê bû û bixwerexnegiritinê bû di rastî de. Berovajî Sînemaya Kurdî ya paş wî hinek derhêneran tesewir kir bêrêzîkirin bi neteweye kurdan wateya xwerexnegirtinê ye, na bêrêzî û xwerexnegirtin cuda ne. Ew tişta Yilmaz kir ez wek nêrîna Apparatusa Giorgio Agamben dibînim di rastî de gelek cudatir e ji sînemagerê paş xwe. Her çende gelek hez ji sînemaya kesên wek Kazim Oz jî dikim, lê Yilmaz Guney bo Sînemaya Kurdî, ne tenê li bakurê Kurdistanê, li çar parçeyên Kurdistanê lûtke ye. Nirxandinên wî hinek cudatir in him di nav kurdan de him jî di dorhêla serdem de bi taybetî li Tirkiya.
- Derhênerên kurd xwe ji meseleyên şexsî dûr didin û ji ber ku welatê wan hatiye dagir kirin (dixwazin wê nişan bidin) xwe li ber bayê polîtîk ranagirin û dixwazin di fîlmên xwe de wê pêşkeş bikin. Em di sahneyeke fîlma te ya The Sea Swellsê de jî rastî xemeke wisa tên. Di wê sahneye de masîgirek heye û ew masîgir ji kesên di şer û pevçûnê de dimirin re, darbestan çêdike. Heger ev xem û kêşeyên polîtîk nebûna te dê fîlmên çawa çêkirana ?
Belê bandora siyasetê bûye sedem ku mijarên me rengê siyasî pê ve be. Di fîlma “The Sea Swells” de, heta di fîlma “Building No. 13” de jî nêrîneke sîyasî heye. Lê berovajî “Building No. 13”ê min îdeaya “The Sea Swells”ê ji efsaneye kurdî wergirt. Li Rojhilatê Kurditanê li yek du cihan efsaneyek heye ku utopyaya kurdî di bin deryayê de ye û di bin wê deryayê de ye ku ew cihê xelk lê dijî, di tesewira wan de bajarek heye û tijî zêr e. Min ev îdea ji wir wergirt çi li Merîwan çi li herêma Hawşar, li wir Derya Zirêbar û Çemê Zerîne heye. Tesewira wan ew e ku di bin Zirêbar û Zerîne de bajarek heye ku avê dapoşiye. Ez hatim min ev şêwaz di fîlma “The Sea Swells” de teswîr kir, utopyayên kurdî; mirin, ceng û siyasî ne. Di utopyaya kurdan de mirin her heye. Şêweyekî matemî û şîngirtin heye ji bo neteweyê. Lewma eger kurd wek gelên din bijiyaba, dewleta wan hebûya û li ser wan zexta siyasî tunebûya, gelo min ê dîsa ev şêwe bi kar anîbûya? Ji aliyekî ve dibêjim belê min dê bi vê şêweyê kar bikira, di aliyekî de jî hinek tişt hene min dê zêdetir berê xwe bidaya wan. Ez ji bo sînemaya siberojê jî dibêjim, hikûmeta me ya kurdî hebe yan jî nebe ferq nake ez ê efsaneyên kurdî her dem wek îdea bibînim û dixwazim ewana werine nava sînemaya min. Lê form û stayleke modern bidim vê sînemayê. Niha di bin serwerî û çavdêriya hikûmeta faris de me, hikûmeta kurdî jî hebe ez her rexnegirim li beramber sîstema hikûmetî. Wekî Edward Saîd behs dike rewşenbîr ew kes e ku di dema demokrasi pirr be jî rexnegir be. Eger hikûmeta kurdî jî heba min dê her bi vê şêwazê rexnegirane fîlm dirust kiriban. Lê ji aliyekî din ve jî dixwazim Babe Gurgur, Memê Alan, Şêx Reş, Kela Dimdim û efsaneyên kurdî ku dev bi dev hatine vegêran, bi şêwazekî modern, bi şêwaz û formeke cudatir bînim nav sînemayê. Çimkî li gor fikra min ew îdeayên têr û tije ne bo sînemayê. Weke din, di nav fîlmên min de bi taybetî yên vê dawiyê nêrîna Foucault bêtir reng vedaye ku behsa vê yekê dike ku desthilat û hikûmet hertim hewl dide her tiştên mirovan bixe bin destê xwe, mirovan tembîh bike û mirovan kontrol bike. Ez dixwazim tinazê xwe bi van tiştên desthilatê bikim ku desthilat hebûn û nasnameya pê dide nasîn. Li Îranê sêdare û girtîgeh, amrazên çewsandinê ne, ez tinazê xwe bi van dikim û van dikim komediya. Min di fîlma “The City Under The Mandarine”ê tinazê xwe bi sêdareyê kiriye, dixwazim vê yekê bibêjim, ew nikarin kesayetên me bi darê zorê biçewisinîn. Eger hikûmeta kurdî jî hebûya û siyaseteke wıha bikira bawer bike min dê li dijî wê her bi vê nêrînê fîlm dirust bikira. Ji ber ku fîlimên min sîyasî ne heke hikumeteke me ye kurdî hebûya dê destê min vekirîtir bûya, min ê bikaribûya di derbarê efsaneyan de bi kêfxweşî û bi hêsanî fîlmin dirust bikirana.
- Wekî em dizanin gelek fîlmên kurdî docu-drama ne û tu bixwe ji fîlmên honakî çêdikî. Gava tu dest bi nivisandina senaryoyekê dikî çawa xwe ji kemîna docu-dramayê xelas dikî û mijareke kurdî vedibêjî ?
Bersiva vê pirsê wiha ye, ev nêrîna belgeyî ji ber vê ye ku cîhana fîlmekê nayê dirustkirin. Yanî ji bo temaşevan cîhana sînemaya te binase, divê pêşiyê bi vê nêrîna belgeyî Kurdistanê binase. Lewma sînemagerên kurd bixwe bo fîlmên xwe cîhaneke cuda tesewir nakin. Xwe di bin bandora civaka gerdûnî de dibînin, xewn û siberojê nabînin. Her ji ber vê ye berovajî fikir hene, li ser wê fikrê ye ku sînema di rastî de cureyek vegotinê ye, xwe ji bûyeran dûr nagire. Sebaret bo Tolstoy heye, ew berovajî Emîle Zola, di nava bûyerên civakî de disekine û ew wan bo me vedigerîne. Lê lewma fikir, li ser vê baweriyê ye ku fîlm di eslê xwe de berhemên hunerî ne têkiliyeke wan ê rasterast bi civakê re heye. Lê sînemaya Kurdî ev yek xelet fêhm kiriye. Belê têkiliyeke rasterast bi civakê re heye, lê tu vê cîhanê dadirijî, pêwîst nake têkiliyeke rasterast a temeşavanên te bi cîhana vegotina çîroka te ya ligel derve hebe.Yanî bo nasîna kesayetiyan û bo nasîna bûyeran pêwîst nake bûyerek li derve hebe mirov manaya fîlmê bi wê ve girêde. Wan fikra Marx hinekê xelet fêm kirine. Lê tişteke din heye, li gorî wî hemû fîlm û berhemên hunerî, berhemên cîhana takekesî ya derhêner bixwe ne. Her çende di nav civakê de jî bijî, ew berhemdêr e vê cîhanê xeyal dike û dirust dike. Ji ber vê ez di nava cîhanekê de dijîm, dixwazim vê cîhanê berhem bînim. Ew cîhana ez tê de dijîm ev e. Lewma derbasbûna min ji cîhana belgeyî ev e ku ez di jiyana civakî de dijîm û ew çûye nav hişê min, lê rasterast naînim ser rûpelê û nakim fîlm. Ew tiştê ku ligel civakê çûye nav hişê min, dibine cîhana min a xeyalî, ez nava wê cîhana xeyalî dijîm û formeke honakî pê didim û dadirêjim. Berhemên hunerî berhemên xeyalî û hişê takekesî yên derhêner in. Ev ew tişt e ku ji wê fikrê gihîştiye min û ez bi vê pîvanê di sînemayê de têm pêş.
- Tu dikarî behsa pirtûka xwe ya ku te li ser sinemaya kurdî nivisiye û plan û projeyên te dane ber xwe bikî ?
Kitêba “Vegêrana Karesatê” ku we di destpêkê de jî behs kiriye bi çi şêwazî hatiye nivîsin û xwendin. Bêtir behs li ser vê yeke ye ku vegêrana karesatê çawa dibe. Gelo karesat tê vegêran? Hinek teorînas, civaknas û feylesof wisa pê bawer in ku sînemaya karesatê nikare vê şêwazê, rûdana karesatê vegêrînin. Min jî li ser vê yekê behs kiriye bê mirov çawa dikare wê vegêrine û berbestên li pêş karesatê çi ne. Fîlmên karesatê di nav Sînemaya Kurdî de gelek in. Lê piraniya wan ew pêk neanîne û bi dirustî behsa sînemaya karesatê nekirine. Piraniya wan na, hema hemûyan jî ew pêk neanî ne. Ez vê rasterast bêjim tu fîlmên kurdî yên karesatî nîn in, ewana fîlmên piştî karesatê ne. Yanî ev cure fîlm nîn in ku karesatê bi xwe bo me bînin û nîşanî me bidin, ev cure fîlm in ku behsa paşmaweyên karesatê dikin. Lewma min di wê kitêbê bêtir behsa vê yekê kiriye ku çawa em dikarin karesatê vegêrin û mirov bi çi şêwazekê vedigêre û eger pirsgirêkek derket, çi xeletî hene di vegêrana karesatê de. Plana min ya siberojê dirustkirina fîlmeke dirêj e û hêvîdar im jî, helbet min sponsor nîn in ne bo fîlmên dirêj ne jî yên dramî. Rêzefîlmeke 10 beşî di deste min de ye, derbarê Kurdistanê de ye, beşeke wê behsa Komara Kurdistan a Mehabadê û Qazî Mihemed dike û rêzefîlmeke realîzma efsûnî ye. Romanek heye, dixwazim vê romanê bikim fîlmek dirêj, eger derfet û sponsor hebe jî dikarim wê bikim rezefîlmeke 10 beşî. Ji bilî van min fîlmeke din jî heye, fîlmeke dirêj e, plana mi ew e ku pêşiyê vê dirust bikim û paşê jî vê rêzefîlmê. Piştre min planeke din jî heye dixwazim li ser Babe Gurgur çêbikim. Bo nivîsîn û lêkolînê jî kitêbek li ser sînemaya experimental di plana min de heye. Lê hêj min dest pê nekiriye û nizanim kengê dest pê dikim. Çimkî bêtir hewla min ew e ku van her du berheman dirust bikim û gava dema min çêbû dê rûnim bo nivîsîna vê kitêbê jî.
- Ji ber ku te qedrê min girt û te bersiva pirsên min da, ez spasiya cenabê te dikim. Tişteke tu dixwazî bibêjî hebe, kerem ke û bibêje.
Zor spas, gelek kêfxweş im bo vê hevpeyvîna ku min ligel we kir, bo min cihê şanaziyê bû. Wek mijar, mijareke min a taybet nîn e, lê wek xewn û hêvî dixwazim em van têkiliyan bînin Bakur, Rojhilat, Başûr û Rojava û ev têkilî xurttir bibin. Ne tenê di warê fîlm û sînemayê de, bikarin li çar parçeyan di warê rexne û wanebêjiya sînemayê de jî van têkiliyan dirust bikin. Bikaribin bi alîkariya hev sînemayeke têr û tije ya kurdî derbixinîne holê. Hêvî û xewna min ew e em bigihîjin vê baweriyê ku welatê Kurdistanê welatek nîne li ser sînorê hîç welatekî ku nexşe jê re hatibe kêşan, ew welat(Kurdistan) û sînorê wî welatî di nava dilê me de ye. Em bihên bêyî ku sînor bo me hatiye dariştin ji aliyê Tirkiya, Îran, Iraq û Surya ve û em bihên bêyî vî sînorî xwe qebûl bikin ku em nifşên neteweya kurd in û dewlet-miletekî kurd in. Em li her çar perçeyên Kurdistanê her bi vê mijarê, gotinê û fikrê hewl bidin ji bo xizmeta neteweya kurd da bin. Zor spas, gelek kêfxweş bûm, serseran û serçavan.
*hevpeyvîn a li gel Ekrem Yildiz