Kurte
Pêşveçûnên li Kurdistanê bêguman bi hemî awayî jiyan, nêrîn, tevger û hwd. civaka kurdan diguherîne. Di salên dawî da li parçeyê Rojavayê pir tişt di warê jiyana kurdan da guherî. Çi siyasî, çi askerî, çi civakî bi hemî awayî rojeva Kurdistan û hemî kurdên cihanê bû parçeyê rojavayê. Sînema jî ji vê vejînê parek girt û li wir geş dibe. Ev rewşa nû hişt ku hemî dinya qehramanîya kurdan nas bike û wan bi piştgirîya xwe serbilind bike. Wek ku herkes dizane gernasiya kurdan di warê leşkerî da bêguman e lêbelê kêm milet dizanin ku kurd ji bilî leşkerî di warê hunerê da ne kêmî gernasiyê ne. Şoreşa Rojavayê jiyaneke xweser ava kir û hişt ku di hemî qadên jiyanê da, di demeke kurt da gelek pêşveçûn çêbibin. Bêguman yek ji van pêşveçûnan, sînema ye. Kom û komeleyên nû yên sînemayê hatin avakirin. Derhênerên û sînemagerên nû êdî dê derên ji vî parçeyê Kurdistanê.
Destpêk
Gelek milet di dîroka cihanê da bi karekterê xweyî resen di nav miletên din da di cî da tê ferq kirin. Hin milet hene bi hunerê, hin milet hene bi leşkeriyê, hin milet bi siyasetê pir pêşketî ne. Nemaze ku neteweyek li erdnigariyeke fena rojhilata navîn da bijî hewcedariya wî/wê bi hemî enstrumanên jiyanê heye. Bêguman kurd di erdnigariyeke wanî da bi jiyana xwe ya resen û bi karekterê xwe yê cuda bûye neteweyeke pesindayinê. Sed mixabin ku ev milet di sedsala dawî da êrîşî pir zilman bû li hemberê cîranê xwe û dewletên emperyalîst ve. Di sedsala dawî da ji bilî qedera kurdan, qedera çend miletên din yên rojhilata navîn guherî. Lê belê qedera herî xerab para kurdan ket. Vê sedsalê welatê me xist çar parçe û ji aliyê deshilatdaran ve rastî xelaya, surguna û komkujiyan hat. Ev bûyer hişt ku neteweya kurd bikeve tariyê û bibe miletekî perşikestî. Elbet kurd ev qeder qebul nekirin û li her çar parçe Kurdistanê dest bi berxwedanê kirin. Di her qadê da li paş nesekinîn. Ji van parçeyan yê herî me kelecan dike parçeyê Rojavayê Kurdistanê ye. Rojavayê kurdistanê bi sînemaya xwe gavên nû, tameke nû xist nav sînemaya kurdî da. Bi komînên pirdeng bi festivalên xweser û kurtefîlm, belgefîlm, metrajdirêjan perspektîveke nû da qezenckirin li sînemaya kurda.
Rojava ji dema peymana Sykes-Picot ve parçeyê fermî yê dewleta surîyê ye. Ev rewş jî di hişê kurdan da nîgaşa serxet û binxet ava kir. Bi vê buyerê ra serhildanên mîna Şêx Seîd, Agirî, Dêrsim û rêxistina Azadî piştî têkçûyînê derbasî binxetê bûn. Binxeta ku di bin mandaya Fransiya da bû ewletir bû ji bo kurdan. Rûspî, rewşenbîr, siyasetmedarên kurd tev mecbûr man derbasî binxetê bibin û çalakiyên azadiya Kurdistanê ji vir berdewam bikin. Ji ber wê ev rewş hişt ku rojavayê Kurdistanê bibe parçeyê herî çalak di warê siyaset û hunerê de. Surîyeya nû ji damezrandinê heta salên 60î têkiliya xwe ya bi kurdan ra di hevsengiyekê da hişt. Di dema rejîma Beasîyan da dewletaSûrîyeyê politikayên navendparêziyê kir û di warê hunerê, sosyalî da gavên erênî avêt. Mînak wek her miletî Sûrîye jî girîngî da hunerê û ji bo vê xwest sînamegeran perwerde bike. Bo Sûrîye netewbûna xwe îsbat bike gelek derhênerên biyanî vexwend Sûrîyê. Derhenêrê Yugoslavî Poçko Fockovic bi navê Lorry Driver (1967) filmek çêkir ji bilî wê ji Misirê Tevfîk Saleh, Seif-Eddine Chawkat, ji iraqê Qays El Zubaydî vexwend Sûrîyeyê ya ku pêşketina xwe nîşan bide di warê sînemayê de. Gava muhîm ya dewlata Sûrîyeyê ku ji bo perwedeya sînemaye gelek şagirt şiyand Sovyetê. Sûrîye bi bursekê şagirt ji ‘Zanîngeha Sînemayê ya Sovyetê’ ra rê kir. Bi vê perwerdehiyê ra derhenêrên baş karê sînemayê hîn bûn û vegeriyan welatên xwe. Abdullatif Abdulhamid, Samir Zekra, Muhammed Malas, Osama Muhammed û ji van navan ji bo min jî bi wate ye derhêner Semîr Arslanyürek e. Van derhêneran di bin têsîra ekola Sovyetan da man û fîlmê ku çêkirin şopa sînemaya Sovyetan xuya dikir. Ji bilî vê wê demê hîn jî li Sûrîyeyê fîlmên arabesk yên Nisir, Tirkiye û welatên din deshilatdar bûn. Ji bilî ekola sovyetan gelek derhênerên cuda navdar bûn li Sûrîyeyê.
Dema em buyerên li rojava qewimîn bifikirin nemaze bi pêvajoya dewleta Sûrîyeyê û têkiliya wê a bi kurdên Rojava ra ji bîr nekin. Herçiqas Sûrîyeyê welatekî qedîm be jî wek gelek milet û dewletên Rojhilata Navîn ti car şer û buyerên civakî kêm ne bûye. Sûrîyeyê ji şerê ereb û Îsraîl, şerê Filistîn, Libnan, penaberên li kampa, şoreş û civaka polîtîk ya salên 70-80yî bêpar nemaye. Salên dawî ku bi hemî qirêjiya xwe şerê navxweyî yê Sûrîyeyê hem kurd hem jî miletên din ên Sûrîyeyê wêran kir. Rêxistinên terorî, dewletên emperyalîst û rejîma heyî hişt ku ji dewleta Sûrîyeyê hikumdariyeke lawaz bimîne. Di nav van pêvajoyan da kurd rêyeke din meşandin. Welatê xwe parastin û miletên li Rojava jî tevlî vê pêvajoya nû kirin. Di hişê kurdan da welatek azad, civakek demokratîk û miletekî serbixwe hebû. Bidestxistinên leşkerî û siyasî hişt ku derfeta gavên civakî, hunerî pêş herin. Berî van buyerên navbera rejima Sûrîyeyê û kurdan da ji bindestiyê pê da ti têkîliyên siyasî çênebûbûn. Hukumeta rejîmê hem li gelê xwe hem jî li kurda sansura medyayî bikardianî. Rewşeke welê di rêveberiya xweser ya Rojavayê Kurdistanê da van pirsgirêkên civakî çareser kir. Di def eniya şer da karê hunerê, sînemayê pêş xistin.
Sînemahezên Rojava di sala 2015’an da li kantona cizîrê da li bajarê Dirbêsiyê, Komîna Fîlm ya Rojava damezrand. Bi vê gava erênî ra sînemagerên rojava gihaştin hev û ji bo fîlmçêkirinê derfetên baş çêbûn. Bi vê buyera nû ra êdî rojava bû xwedî sînemayeke cuda. Di nav sînemaya kurdî da beşek nû, henaseyek nû derket holê. Ev rewşa nû derhênerên kurd yên parçeyê din hînî pir tiştan dike. Bêşik perspektîfa nû ya rêveberiya kurdan ya li rojava di warê hunerê da jî xuya dike. Bi taybetî ‘Akedemiya Fîlm ya Rojava’ piştî komîna sînema ya Rojava qada hunera sînemayê berfireh kir. Bîrdoziya vê komînê rêya gelek astengiya vedike. Senarîst Sevînaz Evdikê yek ji wan endamê komîna rojava ye ku bîrdozî û nêrîna komînê wanî rave dike: ‘Sînema ji bo ciwanên rojava mîna xewnekê bû. Heke şoreşa Rojava nebûya dê hertim fena xeyalekê bimaya. Dema me di sala 2015an da dest pê kir sê esasên me hebûn. Yek, belavkirina hunera sînemayê di nav civakê da bû. Ji ber ku ji aliyê rejîmê ve nîşandana fîlman qedexe û bi sansûr bû û alternatîf jî tune bûn. Ji ber wê me xwest di nav gel da fikra sînemayeke azad belav bibe. Ya duyem, di nav gel da ciwanê xwe perwerde bikin, fîlman çêbikin û temaşavanên sînemayê zêde bikin. Ya sisêyan ji bo sînemayeke pêşketî hewcedarî bi akademiyekê hebû û ev jî hişt ku em karekî wisa bikin.’ Ev gotinên endama komînê bi me dide xuya kirin ku karekî balkêş li Rojava çê dibe. Mêweyên vê sînemayê jî çeşneke baş dide temaşevanên sînemaya kurdan. Li def van pêşketina sînemagerên cîhanê bala xwe dan rojava. Nemaze sînemagerên ewrûpayê û amerîkayê gelek proje hem bi sînemagerên Rojava û hem jî lîstikvanên navdar ra amade kirin. Bi taybetî şerê li hember DAIŞê, rejîma Sûrîyeyê ya xedar, qirkirina êzîdiyên Şingalê û polîtikayê emparyalîst bûn mijarên fîlman. Mînak yek ji van sînemager, derhênerên tirk Fatîh Akin xwest li ser YPGyê fîlmek çê bike, derhêner, rojnameger û aktîvîsta fransî Carolune Fourest bi navê Soeurs D’ Armes (Hevaltiya Jinên bi Çek, 2019) kişand û bi vî fîlmê xwe xwest cenosîda li Rojava û Şingalê bigihîne cîhanê û kurdên şoreşger şanaz bike. Li alîyekî din li Fransa û Amerîka bi projeyên mezin rêzefîlmên televîzyona tên amadekirin. Ji van projeyah ya herî bi bandor şîrketa fîlman ya siyasetmedara Amerîkî Hillary Clinton û şirîkê wê Chelsea Clinton û fîlmçêker Sam Branson bû. Ev proje lêanînekê ji pirtûka bi navê ‘Zarkeçikên Kobanê’ ye. Ev pirtûka ji aliye nivîskar Gayle Tzemach Lemmon’ê amerîkî ve hatiye nivîsandin.
Di civaka navnetewî da êdî rojava ji xeynî şerê li hember rejîma Sûrîyeyê û çeteyên daîşê di warê sînemayê da bûyê xwedî prestîjeke mezin. Fîlmên ku li rojava çêdibin li festîvalên navnetewî da cî digirin, xelatan distînin û karên hevpar tên kirin. Di sala borî da li Kantona Şehbayê bi destê ‘Komîna Avrîn ya Sînemayê’ ya ku girêdayî ‘Komîteya Efrînê ya Çand û Hunerê’ ye ‘Festîvala Lêlûn’ organîze kir. Ev festîval di roja ’21 Îlonê ya Aşitîya Navnetewî ya Cîhanê’ da hat plansazkirin. Di vê festîvalê da gelek fîlmê herêmî û biyanî hatin komkirin. Ji 150 dewletan 2 hezar û 73 fîlm gihan destê komiteyê û ji van fîlman 58 rojan, 58 fîlm hat temaşe û pêşkeşkirin. Perspektîfa festîvalê ew bû ku mijarên dagirkirina efrînê, rewşa penaberên kampa Şehbayê, bêwelatbûn, zimanê kurdî, pirsgirêka jinan, aşitiya cihanê û hwd. bigihînin rojeva cîhanê û hunera sînemayê bi pêş bixin.
Rojavayê kurdistanê bi van gavên nû ra sînema xist bin xizmeta şoreşa kurdên Sûrîyeyê û hişt ku sînemaya kurdî şaxek nû vedê. Ji ber ku ji ber aloziya Kurdistanê li hemî parçeyan bi hemî awayî karê hunerê bi rêkûpêk nameşe. Di rewşeke wiha da li Rojava nîşandan ku dema kurd azad in di demeke kurt da pir pêş dikevin û karên baş derdikevin.
Dema em bi tevahî li sînemaya kurdî dinêrin em dibînin ku kodên sînor, bêdewletî, şer, aşitî, penabertî, mirin, polîtîkî û hrwd. bûye çarçoveya sînemaya kurdî. Di nik vê da li Rojava ji xeynî van kodan berxwedan, xweserî, avakirin, nujenî, perwerdehî li sînemaya kurdî zêde bûye.
Encam
Rojava piştî şerê li Sûrîyeyê xwe ji nû ve ava kir û li ber çavên hemî miletan bû xwedî nirxek hêja. Bîrdoziya rojava ya demokratîk gelek rêyên erênî vekir ji bo rêveberiya kurdan. Bi van destkeftiyan, qadên civakê pêşketin û mirovên bindest derfetên xweîfadekirinê dîtin. Rêveberiyeke ku hemî milet xwe di nav da azad hîs dikin ava bû. Herçiqas encamên sînemayê li rojava kêm zêde wiha bin jî divê em vê ji bîr nekin ku hîn gelek kar heye. Ev henaseya nû divê hîn jî were avdan û têr kirin. Sînemaya kurdî bi vê hêza nû ra elbet dê hînî pir tiştan bibe. Têkîliya rojava ya bi cîhanê ra pir xurt bûye û ev jî dihêle ku sînemaya kurdî behtir werê sehkirin. Ji ber ku bi vê gavê ra danustandina di navbera sînemaya kurdî û welatê din geştir dibe û mijar û têknîkên kişandinê li sînemaya me zêde dibe.