“Dehşet bi eslê xwe ne di teqînê da ye, lêbelê di bendewarîya wê da ye.”
Alfred Hitchcock
Funny Games(Lîstikên Ecêb) fîlma Micheal Haneke ya 1997an e û bi Elmanî ye. 10 sal bi şûn de Haneke bi heman senaryoyê û bi heman navî fîlmekê li Amerîkayê bi ingilîzî dikşîne. Ji alîyê xweşikî, lîstikvanî û ambîansa ku ava kirîye, fîlma pêşî çêtir û xweştir e bi min û di vê nivîsê da ez ê behsa wê bikim.
Dema meriv behsa derhênên herî baş ên sînemayê dike, navê Hanekeyî jî bi piranî di nav wan da ye ku bi fîlmên xwe yên bûne kult vê yekê heq jî dike. Ê min, dema ez fîlmên wî sêr dikim, ambîansa ku ava dike bala min dikşîne. Piranîya derhênan jî dixwazin vê yekê ava bikin lê ferqa wan û ya Hanekeyî jixwe ew e. Temaşevanên reben ên ku haya wan ji şêweya Hanekeyî tune ye, dema cara pêşî fîlmeka wî sêr dikin, xwe di fîlma wî da wenda dikin. Xwe û derdora xwe, rastîya jîyanê û nerastbûna fîlmê carinan nikarin ji hev bikin. Dibe ku Martin Socorseseyî ji bo fîlma xwe ya Shutter Island jî ji şêweya Hanekeyî sûd wergirtibe. Ji ber vê û çend sedemên din, min li ba xwe navê wî danî derhênê psîkopat.
Bi her awayî kêfa min ji sînematografîya Hanekeyî re tê lê bikaranîna wî ya muzîkê ecêb e. Jixwe muzîkê jî ji bo hesta realîzmê zêde bike dixe nav fîlmên xwe. Ew jî pir caran behsa muzîkên fîlmên xwe dike ku muzîkê ne ji bo muzîkê lê ji bo realîzma fîlmê zêde bike dixe nav fîlmên xwe û muzîk bi temamî diegetîk e. Her wisa ew jî li ser rêya Dogma 95’ê diçe ku Lars Von Trier avakarê vê hereketê ye. Di vê hereketê da, derhên nikare li dervayî vegotina fîlmê muzîkekê bi kar bîne. Jixwe ‘Bonehead’a ku ji aliyê Naked Cityê ve hatîye çêkirin, vê bi me dide qebûlkirin. Her wisa wekî karekterê sereke Paul jî vê muzikê di nav fîlmê da bi kar tîne.
Synopsîs
Jinek û mêrê wê radikin kurê xwe û kûçikê xwe û ji bo tetîlê diçin havîngeha xwe. Du xortên nûgîhayî tên ba wan û tetîlê li wan dikin dojeha li ser rûyê erdê. Ev her du xort, Paul û Peter ji wan ra dibêjin ku heta sibê saet 9ê êvarê ew ê tevahîya malbatê, tevî kûçik û zarok bikujin. Bi vê yekê bendewarîya dehşetê dest pê dike. Haneke bi vê destpêkê ambîanseka zêde realîst ku ji bo sînemayê jî nerealîst e, ava dike. Bi taybetî ji bo celeba thrillerê.
Paul û Peter hema bêje her daîm wekî du birayên biçûk in ku li ser her tiştî digijgijin û henekên xwe bi hev dikin. Paul zêdetir henekê xwe pê dike; li ser kîloyên Peterî û travmayên wî yên zaroktîyê xeber dide. Her tişt sade ye û mebalexeyeka zêde tune ye. Ji bo wê meriv xwe zêdetir bi senaryoyê ve dike.
Senaryo, lîstikvanî, ambîans û karekterên fîlmê maqûl in û wekî temaşevan bawerîya meriv pê tê. Di çalakîyê de dîmenên “ecêb” ên wekî şopandin, teqîn, an rêzikên şer ên Hollywoodê yên nerealîst tune ne. Di şûna wê da, senaryo bi gelemperî li ser mijarên rojane dizivire, wekî paqijkirina xalîyê ji hêkên şikestî, alîkarîya zilamê birîndar ku karibe rûnê ser dîwanê, an jî ziwakirina têlefona ku ketibû lavoboyê da ku karibin li polêsan bigerin. Tenê dîmena telefonê ji 5 deqeyan zêdetir wext digire ku Haneke vê bi qestî dike. Bi vê jî her daîm li dijî hêvîyên temaşevanan diçe. Pirbûna sehneyên qebsoyî yên ku temaşevanan aciz û bêhn teng dikin, realîzma fîlmê zêde dike. Lê kîjan realîzm?
Virra Realîteyê
Divê meriv zanibe ku zanîna realîteyekê ne mimkin e. Dibe ku tu vê qebûl nekî lê ne muhîm e, ev fikra min e û ez vê nivîsê dinivîsim. Ne hewce ye qebûl bikî jî jixwe. Ez jî xwedayê nivîsa xwe me. Em vegerin meseleya xwe. Li gorî Alegorîya Şikeftê ya Platonî, jîyana ku em tê da dijîn em nikarin her daîm ji 100% bêjin rast e û realîte ye. Helbet dema yek ji şikeftê dertê û dinyaya rastîn(?) dibîne, şoq dibe, çavê wî li ber tîrêjên tavê diqemişe û fêm dike jîyana ku li ser wê pêşeroja xwe ava kirîye virr e. Piştî vê dema vedigere şikeftê ku ji derdora xwe ra bêje ev dinyaya hanê ne rast e, xelkê wî bawerî pê nayne. Dema Platon vê alegorîyê ji me ra dibêje, dixwaze bi me bide fêmkirin ku jîyana em dijîn jî ne rast e û her daîm jîyaneka rasttir, realîteyaka dîtir heye.
Dema Haneke di vî fîlmî da bi devê Paulî behsa realîteyê dike jixwe meseleya Alegorîya Şikeftê ji me ra dibêje. Lîstikên Ecêb jî alegorîya Hanekeyî ye. Paul di dawîyê da ji Peterî ra dibêje:
“…Lê honak rast e, realîte ye, ne wisa?”
“Qesta te çi ye?”
“Êêê, ma tu di fîlmê da honakbûnê nabînî?”
Bi van rêzikan û bi sehneya kumandayê jî her tim vê yekê, nişanî me dide. Her çiqas çavê me li ser wan be, çavê wan jî li ser me ye.
Bi vê yekê, çiqas kêm be jî temaşevan ji rastîya xwe dikevin şikê. Fîlmên bi vî cûreyî jî gelek zêde ne; Koma Şer (Fight Club), serîya Matrix û Shutter Island çend mînakên sereke yên vî cûreyî ne. Fîlozofê navdar Zhuangzi di xeyala xwe ya navdar a bi navê ‘Perporoka Zhuangzi’ da vê yekê dîyar dike. “Carekê min di xewna xwe da dît ku ez perperok im, kêf dikim û nizanim ku ez zilamek im. Ji nişka va, ez şîyar bûm û min dît ku ez êdî zilamek im. Niha ez nizanim ka ez wê demê zilamek bûm ku di xewna xwe da dibînim ku ez perperok im, an niha ez perperok im, di xewna xwe da ez zilamek im.”
Dawîya fîlmê bi referansên realîteyê/ne-realîteyê va tije ye. Dema karekterê sereke rastîya xwe qebûl neke û haya wî ji me çêbibe, êdî realîte dikevin nav hev û rastî dibe du perçe. Ev şêweya Hanekeyî ye ku ti carî rastîyekê tenê qebûl nake. Bi gotina Hanekeyî ya meşhûr jî ev yek dîyar e: “Dema meseleyek/çîrokek/senaryoyek bi awayekî tenê karibe bê ravekirin, ew tişt ji alîyê hûnerî va mirî ye.”
Hişyarîya Karekteran
Paul, her wiha pir caran niyeta xwe ya şopandina standardên pêşketina plansazîya fîlmê jî dîyar dike. Gava ku ew ji temaşevanan dipirse ku behîsê bikin, ew texmîn dike ku temaşevan dixwazin malbat qezenc bike. Piştî ku kujer di sehneya sêyemîn a dirêj da winda dibin, Paul dîyar dike ku ew neçar bû şanseke paşîn bide wan mexdûrên reben ku birevin an na dê ne dramatîk be. Ber bi dawîya fîlmê da kuştina kesên din ên malbatê taloq dike, ji ber ku fîlm hîn negihîştîye dirêjahîya fîlmên dirêj. Li seranserê fîlmê, Paul hişyarîya hêvî û bendewarîyên temaşevanan nîşan dide.
Lêbelê, Paul di heman demê da dibe sedem ku fîlm çend caran li dijî celeba xwe derkeve. Di thrilleran da, lehengek ku temaşevan dikare jê re sempatiyê bike, bi gelemperî sax dimîne, lê li vir her sê endamên malbatê jî dimirin. Dema ku Anna bi serfirazî Peterî dikuje, dibe destpêkeka gengaz a revîneka lehengî ji bo malbatê, Paul kumandayê bi kar tîne da ku fîlmê bi xwe vegerîne cihê berê û pêşî li çalakîya Annayê bigire. Piştî ku Peter, Georgieyê biçûk gulebaran dike, Paul wî şermezar dike ku pêşî zarok kuştîye; ji ber ku ew li dijî peymana fîlmên celeba thrillerê ye û rageşî û tansîyonê kêm dike. Di dawîya fîlmê de, qatil nahêlin Anna di qeyikê da kêrê bi kar bîne da ku bendên xwe bibire. Di serê fîlmê da cîhê kêrê wekî sazûmaneka mimkun ji bo revîna çalakîya dawî hatibû destnîşankirin, lê ev dibe masîyê sor (red herring). Di dawîya fîlmê da, Paul dîsa bi serfirazî li temaşevanan dikene. Wekî karekterekî ku ji xwe haydar e, dikare li dijî daxwazên temaşevanan derkeve û xwe dike serketîyê fîlmê.
Ez çiqas nexwazim vê qebûl bikim jî Haneke li ser navê Paulî tinazê xwe li me temaşevanan dike.
Şikandina Dîwarê Çarem
Pirê caran karekterê sereke Paul dîwarê çarem(fourth wall) radike û berê xwe dide kamerayê. Jixwe dema ji malbatê ra dibêje li ser jîyana xwe bikevin behîsê, wê demê jî li kamareyê dinêre û ji me ra jî dibêje hûn jî dixwazin li ser heyata wan têkevin ser şert. Paul dizane ku çavê me li serê ye û ew jî dixwaze bêje ku ‘çavê min jî li ser we ye.’ Bi vê yekê bi min temaşevan jî êdî dibin karekterê fîlmê lê ti qeweta wan tune ye û mecbûr in li gorî Paulî herin, ji hukma wî ra serê xwe bitewînin. Dema dîwarê çarem dişkê, qeweteka xezefîlmî dikeve destê Paulî, heta qeweteka xwadeyî. Êdî ew dibe xwedayê wê realîteyê. Em temaşevanên reben jî kole û evdên Paulî ne. Bi wî jî koleyên Hanekeyî ne. Her çiqas em pir caran dema vê fîlmê sêr dikin dixwazin ji koletîyê birevin jî, li hin rêyên xelasbûna vê malbata di nav fîlmê da bigerin jî, ew nîşaneyên Hanekeyî ku wekî xelasîyê nişanî me didin, xapînok in. Ew me dixapîne û em jî dixwazin bixapin. Ew xweda ye, zalim e. Em evd in, bêçare ne.