Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê vê salê gihaşt 10 salîya xwe. Berîya deh salan û aniha mirov bide ber hev, festîval û Sînemaya Kurdî çiqas pêş ketiye û çiqas guheriye?
Festîvala Kurdî ya Berlînê ji sala 2002yan heta niha çalakîya herî berdewam ya kurdên dîasporayê ye û ji ber vê jî gelek girîng e. Ji avabûna xwe heta niha xwe bi pêş xistiye. Festîval, ji her welatên ku kurd tê da dijîn û ji dîasporayê jî fîlman dide nîşandan, bi vî awayî jî; çêker, derhên û lîstikvanan digihîne hev, serpêhatîyên hev bi hev ra dide parvekirin û têkîlîyên nû bi hevra datînin. Ji aliyekî din Festîval ji roja pêşîn heta niha, dorhêleka parvekirina hûnerî ya gelek xurt di navbeyna sînemakarên kurd û bînerên berlînî da ava kiriye.
Ji ber çi îsal di berga festîvalê da erbane heye? Taybetmendîya wê çi ye?
Bi gelemperî kurd û bi taybetî jî jinên kurd li ku dera dinyayê bin jî, erbane di destê wan da ye ku bi vê amûra mûzîkê bi hev ra lêdane û weka nîşaneya xeberdan, dengvedan û yekîtîyê ye. Bi erbaneyê jî fonksîyona bangewazîyê anîye cih. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê jî di salvegera xwe ya dehan da vê temsîlîyetê nîşan kiriye. Armanca erbaneyê, mirov li ku derê cîhanê be bi rêya sînemayê; dengvedan, şahidbûna çirokên hev e û bi afirînerîya kolektîf ve balê dikşîne ser xwe.
Xala herî girîng ya festîvala îsal Sînemaya Kurdî ya li Tirkiyê bû. Fîlmên derhênan yê sê nifşan hate nişandan. We fîlman li gorî çi bijart? Mijar çi bûn?
Bi salane ev pergala kûrewî û aborîya ku em tê da dijîn bi hişmendîyeka serfkirinê ya berdewamî û zû, mirovan û xwezayê ji xwe ra kiriye weka amûr. Ev hişmendî xirabiyeka mezin ji bo xwezayê û yên tê da dijîn ra tîne û jixwe em vê yekê jî di van mehên dawî da zêde hîs dikin. Me jî festîvala vê salê bi taybetî li ser xwezayê û binbêkirina mafê mirovan, bi rêya sînemayê xwest, bidin nîşandan. Rewşa Sînemaya Kurdî ya li Tirkiyê bi fîlmên derhênên ji sê nifşan ku bi sernavên derdor û polîtîka, xweza û dîrok, koçkirin, şer, femînîzm, perwerde bi cureyên honakî, belgefîlm û fîlmên zarokan him di salonan da him jî li ser xetên înternetê (online) xwe nîşanî bîneran kir.
Di vê rewşê da, fîlmê pêşengê Sînemaya Kurdî Yilmaz Güney “Yol, Rê” (1982) ku di Cannesê da xelata Palme d’Or (Palmiyeya Zêrîn) girtiye nîşan da. Fîlm jî bi halê xwe yê nû hatiye çêkirin ku di derbarê çîroka pênc mehkumên ji zîndana Îmralîyê dertên da ye. Fîlma Ahu Öztürk bi navê Dust Cloth, (Cilika Tozê, 2015), di derbarê du jinên paqijvan yên di nav cudahîyên Stenbolê da dixwazin rêyekî ji xwe ra biafirînin da ye. Fîlmê Erol Mîntaş yê bi navê Strana Dêya Min (2014) ku di derbarê koça bi zorê ya malbatekî da ye û rewşa wan ya xerab nîşan dike. Di beşa belgefîlman da belgefîlma Kazım Öz bi navê Distant, (Dûr, 2005), bala xwe dide ser pîrên ku naxwazin ji gundê xwe derên. Belgefîlma Ruken Tekes “Aethr” (Eter, 2019) di derbarê zayîn, mirin û vejîna xwezayê da ye ku bi vê yekê behsa dîroka Heskîfê bi rêyeka xweş dide ber temaşevanan. Wekî vana, bi derhênerîya Rodi Güven belgefîlma “Momê” (2019), bi derhênerîya Soner Caner û Barış Kaya belgefîlma “Rauf” (2016), Bi derhênerîya Dirk Schafer belgefîlma “The Bachelor Hause” (Mala Ezeban, 2019) jî ji hin fîlmên berhevokên festîvalê bûn.
Hûn dikarin bi kurtasî behsa bernameya festîvalê bikin?
Bernameya festîvalê, ji fokus (Focus), bernameya ji bilî fokus (Out Of Focus), beşa pêşbirkan ya kurtefîlman (Short Film Competition), sînemaya ezmûnî (Experimental Cinema) û ji bernameya zarokan (Kids Program) pêk tê. Wekî din konser, pêşangeh û gotûbêj jî hene.
Di bin van sernîvîsan de, tevî fîlmên ku ji bajarên kurdan û ji dîyasporayê hatine, nêzikê 70 fîlm hat pêşandan. Festîval, li Babylon Mittê, li salona sînemayê bi dirêjfîlma Daphne Charizani ya ku bi navê Sister Apart (2020) dest pê kir. Festîval, di nava hefteyekê da li sînemayên herêmî, nêzikê bi 20 fîlmên çêkirî yên metrajdirêj û fîlmên ezmûnî hatin pêşkeşkirin.
Weke beriya niha jî min got, îsal cara pêşî ye ku di çarçoveya festîvalê da bi taybetî ji bo sînemavanên ciwan; piştgirî, teşwîq, derfet û danasîna wan, beşa pêşbirka kurtefîlman vebû. Em dikarin bi şanazî vebêjin ku pêşbirka me, bi beşdarbûna bi sedan kurtefîlmên ku ji her deverên dinyayê hatin dewlemend bû û di nav van fîlman da 12 kurtefîlm ji bo pêşbirka kurtefîlman hatin hilbijartin. Di bin serokatiya Soleen Yusuf da, jûriya ku tê da Nazmi Kirik û Thomas Kössler hebû, ji nav van kurtefîlman sê kurtefîlmên pêşî yên serkeftî diyar kirin. Ev kurtefîlm jî ev in; The Other (Saman Hosseinpour and Ako Zandkarimi), l will wait (Mohammad Sherwani) ve Hush! ( Nursel Doğan).
Di çalakiyên online yên bernameyê da çi hebûn?
Wekî her salan, di bernameya îsal da jî konser, pêşangeh û gotûbêj cih girtin. Di 4ê cotmehê di saet 19:00an da li ser înternetê konsera online (elektronîkî) çêbû. Stranbêjên wekî Ciwan Haco, Rojda û Kerem Gerdenzerî (Koma Wetan) bi stranên xwe bûn mêvanê mala we.
Li aliyê din ji çalakiyên online yên din yek jî gotûbêja “Li Tirkiyeyê Perwerde û Polîtîka” ya ku di bin tesîra fîlma Weqfa Henirich-Böll û Mehmet Min Kurt ya bi navê Seven Doors bû. Gotûbêja din ya ku li salonê hat lidarxistin jî bi mijara “Terapiya Trawma û Hunerê” ya ku bi hevkariya Weqfa Mafên Mirovan ya Jiyan bû. Weqfê, xebatên xwe yên civakî û dêrûnî yên li kampên herêmên kurdan û resmên ku li kampan hatine çêkirin, nîşanê beşdaran dan.
Îsal berpirsyarên 10emîn Festîvala Fîlmên Kurdî yên Berlinê ji kê pêk tên û di festîvalê da hevkar û alîkarên we kî ne?
Îsal kuratora bernameya festîvalê Leyla Toprak e, koordînatorîya bernameyê Katherina Nasterowa û Roj Younis in, derhênerê hunerê Lea Drescher, derhênerê giştî yê festivalê Mehmet Akbaş e. Senatoya Berlinê û Enstîtûya Goethe piştgirî dan 10emîn Festîvala Fîlmên Kurdî yên Berlinê. Hevkarê me yê medyayê jî Le Monde Diplamatigue, Taz, neues Deurschland – Sozialistische Tageszeitung Filmlöw in. Li aliyên din di nav hevkaran da YEKMAL (Yekitiya Malbatên kurd) jî cih digire. Festîval, di navbera 8-31ê cotmehê da bi pêşandana nêzikê 70 fîlman, li Babylon Mitte, Moviemento û Ulme35ê bi awayeke online pêk hat.
Mijara festivala îsal Sînemaya Kurdî ya li Tirkiyeyê ye. Li gor te Sînemaya Kurdî ya li Tirkiyeyê, di sînemaya cihanê da li ku ye? Li Tirkiyeyê Sînemaya Kurdî gava tê gotin Yilmaz Guney te hişê mirov?
Em îsal giringiyeke mezin didin fîlmên kurdî yên di bin konteksta Tirkiyeyê da hatine çêkirin. Bi salan li vir gelek fîlmên bibandor û dahêner hatin çêkirin û gelek ji wan jî di bin şert û mercên dijwar de. Panoramaya fîlmên ku hatin hilbijartin ji sala 1982an heya sala 2020an dirêj e û tê da astengkirina alîkariyê û azadiya xwe îfadekirina hunermendên kurd û li welateke lê rastî ceza û zilmê bûne, bi nêrîneke kurdî ya cuda tê nîşandan. Bername, bi ferasteke kûr û curbicur li ser pirsgirêkên hawirdor, femînîzm, tesîrên şer, perwerde, koç û têkiliya civak û dewletê disekine.
Fîlma Yol ya Yilmaz Guneyê ku sala 1982an li Cannesê xelata Palmiyeya Zêrîn qezenc kir, ji bo pêşeroja Sînemaya Kurdî bûye mînak. Ne tenê fîlm bixwe, bandora dema kişandina fîlmê û şert û mercên wê demê jî rasterast zilm û zordariyê nîşan dide. Herweha di cîhana global da hêza mezin ya afirînerîyê û tor û têkiliyên wê yên ku sînoran derbas dike, derdixe pêş.
Kovîd-19 bandorê li ser hemû qada cihanê kir, li ser festîvalê çi bandor kir? Kar û zirarên wê çibûn?
Di heyama pandemiyê da danîşanên sînemayê gelek kêm bûn. Ji bo fîlm bên nîşandan û mêvanên navneteweyî bên ezimandin jî pêdivî bi platforma online çêbû û hat bikaranîn. Di sal û demên pêşiya me da, em hêvî dikin ku bi hemû sînemager û temaşevanan ra li Berlînê festîvalekê li dar bixin. Platforma online kir ku rê û rêbazên festîvalan biguhere û bigihîje asteke din.
Îsal me deriyê xwe ji hemû dinyayê ra vekir û bi vî awayî me fîlmên xwe gihandin, malên temaşevanên xwe. Ji xeynî temaşekirina çend fîlman, di bernameya online ya festîvalê da ji çaraliyên dinyayê nêzî 50 fîlm hatin weşandin. Jê zêdetir, di platformên online da derfetên pirs û bersivdayinê an jî daxuyanî û nîqaşên derbarê fîlman da jî cih girtin. Derbarê mijarên sînemageriya kurdî yên aktuel da jî panelên nîqaşê him li Berlînê di bernameyên zîndî da him jî online hatin lidarxistin û şopandin. Li Berlînê ji xeynî bernameya klasîk ya festîvalê em hêvîdar in ku wê di siberojê da jî bername û festîvalên li ser xetên înternetê bên çêkirin û li seranserê dinyayê xwe bigihînin temaşevanan.
Sinemahezên Berlînê, yên bi çand û siyasetê an jî bi medyaya herêmî eleqadar in jî her ku diçe bêtir eleqe nîşanî festîvalê didin. Temaşevanên sînemayê hîn bûne ku di cih û warên fîzîkî da li ser fîlman nîqaş bikin yan fîlm temaşe bikin. Lê îsal ev yek dîsa hebû encax kêmtir çêbû. Lê me bi saya platforma online him ji bo sînemageriya kurdî him ji bo hemû sînemahezan naverokeke dewlemend amade kir û me ji çar aliyên dinê, girseyeke mezin bi dest xist. Ev ji bo me gaveke gelek girîng bû.
Dema em şert û mercên pandemiyê didin ber çavên xwe, endusturiya sînemayê bi giştî di zor û zehmetiyeka mezin da ye. Ev rewş çi qas kare bibe derfet bo Sînemaya kurdî? Ango ji vê krîzê, kurd çi qas karin di warê huner û sînemayê da jê feydeyan derxin?
Belê, ev teqez e ku di vê pêvajoyê da him psîkolojîk him fîzîkî li ser hemû mirovahiyê tesîreke neyênî çêbû. Ev tesîra neyênî hêj jî dewam dike. Ji ber ku rasterast bi temaşevanan ra têkildar e, bi taybetî jî zirara zêde gihîşt hunerên dîtbarî û şêwekariyê. Gelek zirar gihîşt wan huneran û sektora sînemayê ku di vê çarçoveyê da qadekî mezin digirin. Em dikarin bibêjin ku li her derê cihanê, sektora sînemayê bi piştgiriya dewletê li ser piyan dimîne.
Bi taybetî jî fîlmên hunerî ku ne bi perspektîfa populer tên çêkirin, zêdetir hewceyê vê piştgiriyê ne. Di dinyayê da çend kampanyayên ku fîlman çêdikin hene û di vê sektorê da cihên xwe, xweş girtine. Di nav van hemûyan de, gava em berê xwe didin Sînemeya kurdî, him têra xwe piştgiriya dewletê nabîne him jî ji ber zêdetir ku fîlmên hunerî tên çêkirin, di vê pêvajoyê da bi awayekî teknîkî tu feyde û avantaj nabîne. Lebelê her tim Sînemaya Kurdî him bi netew him bi çînî, di şertên giran da li ber xwe daye. Em difikirin ku Sînemaya Kurdî wê di vê pêvajoyê da li gel kêmderfeta produksiyonê, fîlmên afirîneriya wan bilind çêbike.
Temaşevanên kurd yên ku Almanyayê dijîn hûn bertek û nêrînên wan yên li ser sînemayê çewa dinirxînin?
Însanên ku ji ber hin sedeman dev ji welatên xwe berdidin û tên van deran, dema fîlmên ku ji çîrokên welatên wan tên çêkirin dibînin, gelek kêfxweş dibin û ev yek ji bo wan dibe wek terapiyê. Bi saya van fîlman him fikrî him jî derûnî ji nû ve bi hemû nirxên xwe û hebûna xwe ferq dikin. Ev fîlm ji bo temaşevanê diyasporayî dibe weke neynikek ku pê li ontolojiya xwe biwarqilin. Bêguman ev nêrîn ji bo kesên ji derveyî welatên xwe û di nav gelek zehmetiyan da dijîn dibe wek hêzekê û bi vî awayî li ser piyan disekinin. Her wiha sînemahezên alman jî dema çîrok û fîlmeke xerîb ku ji çand û erdnîgariyeke din hatiye risandin dibînin, bi nezereke berfireh li meseleyan dinêrin. Em dibînin ku fîlmên wisa him asoya wan fireh dike him jî xîtabî derûniya wan dike û dibe sedema naskirina hebûna xwe.
Li gorî we taybetmendîya herî mezin ya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê çi ye?
Ji destpêkê heya niha di festîvalê da bi riya fîlman behsa fikr û ramanên cuda tên kirin ku ev fikr li ser jiyana kurdan e. Bi festîvalê tê xwestin ku him nêrîna kurdan him jî nêrînên derbarê kurdan da bigihîjin hev. Bi vî awayî em dixwazin di navbera temaşevanên me yên li herêmên kurdan, dîyaspora û Berlînê da diyalogeke piralî çêbibe. Em her sal ji çar aliyên cîhanê sînemagerên kurdan, çêkerên fîlman û temaşevanan vedixwînin vê derê ku di navbera xwe da têkiliyeke şexsî, hunerî, civakî û polîtîk deynin. Ev guherîn her tim ji bo festîvala me mijara sereke ye. Qada fîlman gerdûnî ye û bi torên navnetewî perspektîfên cuda dide ber temaşevanan û hebûna xwe jî bi vî awayî didomîne. Ji bo ku mirov derbarê jiyana kurdan da agahdar bibe, hay û xeberên hûr û kûr ji nav jiyana wan peyda bike û dîmenek ji hawirdora fîlman derxe pêş, festîval fersendeke mezin ya danûstendinê ye.
Hin festîvalên dinyayê têkîlî bi hev ra datînin û di navbeyna xwe da alîkarîya hev dikin. Gelo têkîlîya we bi festîvalên kurdî yên dîasporayê wek festîvala London, Parîs, Moskoyê û hwd. heye? Têkîliya we bi çi awayî ye?
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê di nav festîvalên din da ku behsa wan tê kirin, wek yek ji festîvalên herî kevn tê zanîn û her tim piştgiriyê dide festîvalên din. Ji bo festîvalên nû yên kurdan jî (bo nimûne; Festîvala Fîlman ya kurdan ya Moskowê) çiqas ji dest bê alikariyê dike.
Li gor we kîjan aliyê festîvalan bêtir nêzî xweîfadekirina derhênên kurd e? Meriv dikare vê pirsê li ser cureyên sînemayê jî bike wekî kurtefîlm, belgefîlm, metrajdirêj an jî her çiqas kêm be anîmasyon.
Ez wisa bawer dikim ku sînemagerên kurd di qada sînemaya belgefîlm da bêtir serkeftî ne. Dîroka jiyana civakî ya kurdan zêdetir li ser gotinên devkî ava bûye û guheriye. Berhemên bi zimanê zikmakî zêde tune. Ji ber vê berhemên nivîskî an jî dîtbarî kêm in. Ev bi salan e şert û mercên jiyanê li gorî pêvajoyên sosyo-polîtîk guherîne û ev yek zor daye ser jiyana wan. Ev jiyana nenormal û bitrajedî jixwe ji bo çêkirina fîlmekî têrê dike. Sînemagerên kurd ku ew jî perçeyeke vê jiyanê ne, dixwazin van neheqiyan bidin xuyakirin û bikevin pey mafên xwe. Pêvajoya belgefîlman wiha ye. Gelek fîlmên honandî çavkaniyên xwe ji dîmenên dîroka nêz digirin ku wek belgeyên dîrokî tên hesibandin. Ez wisa bawer dikim şert û mercên jiyana kurdan û qada dîtbarî ya vê zemanê ku pir zû diguhere, ji bo sînemagerên kurd ku li ser sînemaya ezmûnî dixebitin fersendeke mezin e.
Gelo ji xeynî fîlmên kurdî hûn fîlman dixin festîvalê?
Helbet di bernameya festîvalê da piraniya fîlman, fîlmên derhênên kurd in. Lê dema derhênên Ewropayî an jî Tirkiyeyî derbarê jiyana kurdan da fîlm çêdikin, em fîlmên wan jî dixin nav bernameyê. Li vê derê mebesta me ya sereke ew e ku fîlm bi awayekî çînî bi kê ra têkoşînê dike û aliyê kê digire.
Li gorî we berhemên ku îsal hatin ber destên we, bi giştî li gorî naverok û hunerê, çi ferq û cudahî ji yên berê hebûn?
Îsal li gorî salên berê beşa pêşbaziya kurtefîlm û beşa sînemaya ezmûnî jî hebû. Bi taybetî ew fîlmên ku ji bo van beşan hatine şandin, nîşan didin ku sînemagerên ciwan yên kurd beşa herî berbelav ya sinemaya sedsala 21em ji nêz ve dişopînin. Dixwazin bi awayekî çînî û neteweyî taybetmendiyên cihên ku lê dijîn bidin der da ku ew taybetmendî bên zanîn. Hin kes jî hewl didin ku bi fîlmên xwe van pirsgirêkan çareser bike. Piraniya fîlman dikeve nav qada vegotina sinemaya klasîk lê hin fîlm hene ku him bi senaryoya xwe him jî bi sînematografiya xwe behsa tiştên nû dikin û ezmûnên nû diafirînin.