Festîvala Filmên kurdî ya Berlînê festîvala xwe ya 12. li dar dixe. Festîval dê di navbeyna 13ê çiriya pêşîn heta 19ê wê ye. Piştî koronayê festîvalên me xwe revîze kirin û festîvala onlîne jî li xwe zêdekirin. FFKB jî îsal him rûbirû û him jî onlîne e. Kesên ku nikarin bi xwe beşdarî festîvalê bibin karin onlîne sêr bikin û ji fîlmên festîvalê yê vê salê sûdeke baş bigirin.
Bernameya festîvalê jî weke salên berê curbecur e. Bi taybetî kurdî, almanî, inglîzî, tirkî hin jî erebî hene.
Îsal jî motto û fokûsa festîvalê Rojava ye. Binxet e. Festîval fîlmên ji Rojavayê ne yên ku ku li wir hatine çêkirin yan jî fîlmên li ser şoreşa Rojavayê Kurdistanê çêbûne dixe bin xwe. Ji bo motta festîvalê kordînatorên festîvalê wisa dibêjin:
“Bi salan e, Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê wêneyek berfi reh a fîlmçêkirina kurdî ya hemdem pêşkêşî dike, ziman û perspektîfên curbecur ên fîlman di nav xwe de dihewîne. Festîval ji bo gera 12. bi awayekî taybet li Rojavayê Kurdistanê (Rojavayê Kurdistanê, Sûriyê) digere. Bernameya balkişandinê bi gelek fîlm û pêşangeheke hunerî, şano, ders, xwendin û beşdariya muzîkê, nêrînên cuda ji Rojava û li ser Rojava yên berê û niha vedike. Dîrok, çand û sîyaseta herêmê hem ji perspektîfa Kurdan û hem jî bi çavê sînemagerên ji derdorên cûrbecûr derdikeve pêş. Di festîvalê de ji bilî bernameya balkêş, hejmareke mezin ji fîlmên hevdem ên balkêş ên li ser rastiya kurdî tên nîşandan. Gelek sînemager û hunermend di festîvalê de amade ne û bi temaşevanan re dikevin nava diyalogê.”
Bernameya Festîvalê:
Bername ji 13ê çiriya pêşîn heta 19ê çiriya pêşîn e û bernameyek gelek dewlemend e. Bernameyeka Binxetî û Kurdistanî ye. Xwînerên me karin Bernameyê li ser hesabên me yên medyaya civakî bibînin. Helbet bername di malpera FFKBê û li ser hesabên wê yên medyaya civakî jî bi rihetî bibînin.
Malpera FFKBê: https://kurdisches-filmfestival.de/programme/
Instagram: https://www.instagram.com/kurdisches.filmfestival/
Twîtter: https://mobile.twitter.com/kurdischesb
Fîlmê pêşîn yê îro:
Festîval îro di seet 19:00 Alamanyayê (20.00ê Kurdistanê) bi filmê Mano Xelîl yê bi navê Cîran dest pê dike. Cîran metradirêj e û ji 124 deqqeyan pêk tê. Destpêka festîvalê dê bi Cîran di sînemaya Babylonê da be.
Bi sînema bin!