Koma CineKurdî
Amadekar: Armanc Dayan
Endamên CineKurdîyê Fîlma Ax (1999/Kazim Öz) û Kolektîfa Sînemaya Mezopotamyayê Şîrove Dike
CineKurdî, fîlmên ku derbarê kurdan da hatine çêkirin temaşe dike, dixwîne, dinirxîne û şîrove dike. Ne wek komele ne jî wekî saziyekê ye, platformek e ku hefteyê carekê li hev dicive. Hewl dide ligel sînemavan û sînemahezên kurd, Sînemaya Kurdî binirxîne. Dixwaze, hewla xwe ya sînemayê him di medyaya civakî de him di kovaran de bêhtir bîne zimên. Armanca komê ev e ku Sînemaya Kurdî bêhtir li ber çavan be.
Endamên CineKurdîyê ku li ser vê platformê nêrînên xwe anîne zimên hemû jî (derhêner, nivîskar, lîstikvan, podcastvan, xwandekar) bi sînemayê ve eleqedar in.
Armanc:
Di serî de ez dixwazim hinek qala “Kolektîfa Sînemaya Mezopotamyayê” bikim. Ev kolektîf girêdayî Navenda Çandê ya Mezopotamyayê ye. NÇM, di sala 1991an da li Stenbolê hat avakirin. Di avakirina NÇMê da gelek rewşenbîr û ronakbîrên wek Apê Musa, Îsmaîl Beşîkçî, Îbrahîm Gürbüz û gelek şexsiyetên kurd û tirk hazir bûn. Bi avakirina NÇMê dihat xwestin ku asîmîlasyona li ser hunerê biqede û rabe. Hewl û xîreteke mezin diha dayîn ku dewlemendiya çandê winda nebe. NÇM, di nav ciwanan da jî bû alternatîfeke xurt. Ev alternatîf him li ser perwerdê him jî li ser hunerê xwe dida nîşandan. Piştî NÇMê kar û xebatên xwe bi pêş de bir û anî asteke bilind, li Stenbolê di nav kurdan de jî sosyalîzasyonek çêbû û ev têkilî û pêwendiya di nav kurdan de hêj jî wek hêzeke xurt didome. Kolektîfa Sînema ya Mezopotamyayê jî di bin banê NÇMê da hat avakirin û di heman demê de ji aliyê Ehmed Soner, Huseyîn Kuzu, Thomas Balkenhol ve perwerdeya dersên sînemayê dest pê kir. Armanceka NÇMê ya din jî ev bû ku alternatîfên sînemaya kurdan çêbibin. Endamên komeleyê ji bo vê armancê, hewl dan ku belgefîlman çêbikin.
Rengên bi Keda Destan (1996/48 deqe). Di nav karên vê belgefîlmê de Kazim Öz, Qadîr SÖzen, Özkan Kuçuk hebûn û mijar li ser kar û xebatên NÇMê bû.
Destên Me Wê Bibin Bask, Emê Bifirin Herin(1996/27 deqe) Di nav karên vê berhemê de Kazim Öz û xebatkarên din û mijar li ser gundên ku hatibûn şewitandin û gundiyên neçar bû.
Karkerê Avahiyan (1999/23 deqe) Ev belgefîlm jî ji aliyê Özkan Küçük, Savaş Poyraz, Hülya Yavuz ve hatibû çêkirin û mijara berhemê li ser karker û kedkarên înşaetê bû.
Em Her Tim Koçber in (2000/18 deqe) Di nav karên vê belgefîlmê de jî Zülfîye Dolu, Gullu özalp, Nurê Demîrbaş hebûn û li vir jî mijar li ser koçberiyê bû.
Çek Çek (2003/20 deqe) Ev belgefîlm li Atolyeya Amedê, bi moderatoriya Özkan Küçük û bi rêvebiriya Ehmed Soner ve tê çêkirin. Mijara Çek Çek li ser çîrokeke belengazî û koçberîyê ye.
Piştî kar û xebatên Kolektîfa Sînema ya Mezopotamyayê, navend dibe wekî ekolek û bi tesîra wê gelek derhêner û lîstikvanên baş digihîjin. Him di nav Sînemaya tirkan de him di nav sînemaya kurdan da şêweyên cuda xwe didin pêş û berheman diafirînin.
Em dikarin bibejin ku Kazim Öz, Huseyin Karabey, Özkan Küçük, Ersin Çelîk, Ahu Öztürk û Îlham Bakır ji vê ekola NÇM’ê derketine.
Ferat:
Fîlmê Ax, piştî fîlmê Kilamek ji bo Beko fîlmek muhim e di Sînemaya Kurdî da. Fîlm bi kolektîfa NÇMê hatiye çêkirin. Çîrok li Kurdistanê derbas dibe lê dîmen li bajarê Konyaya Tirkiyeyê hatine kişandin û aktor (Hîkmet Karagöz) jî Tirk e. Lîstikvanên din jî lîstikvanên “Tiyatro Jiyana Nû” ne. Çîrokeke rastiyê ye ku li Kurdistanê qewimiye. Fîlm, fîlmê ewil ê NÇMê yê. Li gorî fîlmê yekem be jî metaforên fîlm û kamera gelek serkeftî ne. Di fîlm de çîrok jî gelek serkeftî hatiye honandin.
Rojîn:
Di sala 1999an de dema kişandina “Ax” xilas dibe û diçe festîvala Enqereyê, berpirsiyarê festîvalê Mehmut Ali Güngören mecburî li ser Axê sansûrê dike. Gotarekê li ser vê sansûrê dinivîsîne û dibêje: ‘Ez mecbûr mabûm ku sansûrê deynim.’ Piştî salek li ser vê axaftinê derbas dibe, Mehmud Ali dimire û di sala 2003an da fîlmê Kazim Öz ya bi navê Fotograf, xelata Mehmud Ali Güngören hildigire. Navê xelatî jî ‘Xelata Demokrasiyê’ ye.
Min fîlm ji aliyê teknîkî ve pir xurt dît. Senaryo wek karekî kolektîf bû. Dixwazin fîlmê li Dersîmê bikişînin lê çênabe û diçin li Konyayê dikişînin. Derbasbûna demê gelek xweş hatibû sazkirin. Dema borî dibû çavê Zelo, dema niha dibû çavek derva. Çarikeke sor her digeriya. Pêşî li serê jina Zelo da bû, piştre destê Zelo da bû, dûre diket bin piyê leşkeran û her dawî li ser gorê bû. Ev gerîna çarik (laçikê) wek çîrokek ku temaşevanan hêdî hêdî dibir ber mirinê û dibû wateyeke xweş ji aliyê teknîkî ve. Di bin menzel û postalan da mayîn tesîreke xweş dida fîlm. Êşa fîlm li ser me bandor digirt ku ev êş êşa me bû. Lê ne tenê em, dema biyanî jî dema ku lê mêzê dikin, heman hîs li ser wan jî çêdibe. Dema min wek biyanîyek li fîlm temaşe kir; gotin, dîmen û dramatorîya fîlm bi min gelek balkêş hat. Tenê birêveçûna Zelo ya ji çiya ra wek kêmasîyek bû lê dîsa jî dîmen têr dikirin. Ji bo têgihiştina fîlm ne hewce ye ku temaşevan kurd bin. Hema em bêjin nêrînên min bixwe û yên biyaniyan heman bûn ji bo hîskirin û hezkirina vî fîlmî.
Bîlal:
Rastî jî gelek caran bêdengî ji axaftinê bêhtir bandor dike. Meseleya nêrînên biyanî jî wisa ye ku fîlm heya niha şeş xelat standine. Gelek hatiye temaşekirin û ecibandin. Heger tu çîroka xwe ya mal baş bînî zimên, dê hemû dinya li vê çîroka te temaşe dike.
Zanyar:
Min berê li fîlmên Bahoz û Wêne temaşe kiribû. Min zêdetir ji Bahozê hez kiribû. Ez dixwazim ku li ser kurahiya Axê biaxivim. Di hin pênaseyan da kurtefîlm wek pêltikekî ye. Derhêner xwe hêdî hêdî hînî metrajdirêjan dike. Ez bawer im ku Kazim Öz yek ji wan kesan e. Di nav fîlmê Ax de tiştê ku balkêş e çîrok e û ne ecêp û xerîb e. Çîrok bûyerek ji jiyanê ye. Di teknîkî da jî tiştên formîk hene. Kamera carna diçe çavê Zelo. Ji dema borî vedigere dema niha û em vê di navberê de dibînin ku ka çi qewimi ye. Derhêner bi pênûseke gelek baş diaxive. Pênûs dîmen in û wan baş dide naskirin. Li gorî dema xwe fîlmek serkeftî, bi naveroka xwe jî xemgîniyê dide. Jixwe di nav fîlmên me de herdem xem heye. Fîlm bêdeng e lê her tiştî nîşan dide û ji me re dibêje. Dîmen her tişt tîne zimên. Heke ku em bêjin şeş derhênerên me baş in, teqez yek ji wan jî Kazim Öz e.
Bîlal:
Ez şaş û metel mam ku yekî Rojhilatî (Zanyar) hez ji Bahoz dike. Min digot qey tenî nifşên temenê min ên Bakurî ji fîlm fêm dikin û diecibînin. Ya din jî heger derhênerek bixwaze kurtasîya çîroka xwe bîne zimên kurtefîlman çêdike. Heger gotinên wî zêde be hingî metrajdirêjan çêdike.
Sebahattîn:
Wekî ku hat gotin Ax, karekî kolektîf e û derhêner jî Kazim Öz e. Piştî vî karî Kazim Öz wek auteurekî sînemayê sebat kir. Auteur kuramek e û fîlmên derhênerek auteur tev dibe fîlmek. Mînak Tarkovskî çend fîlm çêkirîne em berê xwe bidinê, heçku şeş heft fîlmên wî dibin fîlmek. Auteur tiştek sekan, bêkoçberî, bêêş û bêşer dixwaze. Gelo di nav kurdan de an jî li Kurdistanê da auteur derdikeve? Bi min Kazim Öz, derhênerek auteur e mîna Ghobadî û Salem. Ji ber ku Kazim Öz piştî vî fîlmî hem belgefîlm hem jî fictionan çêdike û sînematografîyeke taybet xuya dibe. Bila ev pirsa auteurê li cihekî bisekine û ez behsa Axê bikim. Perde ji mirinê vedibe. Mirin wek tişteke normal e di sînemaya kurdan da. Di destpêkirina sehneyê da mirin, me dike ku em bifikirin. Em di gorê da ne. Gor, Zeloyê difikire. Ev mirin dibe alegorîk û metaforîk ji ber ku mirinên dîrokî hêj jî nemirine û rêûrisman nehatine veşartin. Di gotinên psîkanalîz da jî diçe, dibêje heger mirî biusul û biadab nehatibin veşartin, ew dizivirin rastiyê. Dema ku behsa dîroka Kurdistanê tê kirin, mirî hêj nemirîne birastî. Ji xeynî wê menzel, ax e jî. Meseleya Kurdistanê, meseleya axê ye. Ji milê ve jî mirov dizane navê fîlmê Ax e. Wateya axê ji bo mirov krîtîk e. Avakirina nasnameyê girêdayî axê ye. Di destpêka fîlmê da hem mirin hem jî ax me dide fikirandin. Niha di vê civînê da hevalên Kurd ên parçeyên din hene lê nikarin terka axê bikin. Ax piştî mirinê tê. Ji aliyê teknîkî ve jî fîlm xweş hatiye kişandin. Mijara vî fîlmî meseleya bîranînê ye. Mînak gund hatine valakirin, hatin sotin û gundî mecbûrê koçê kirine. Ev hemû bîranîn in. Bîranînên xweş û yên nexweş tên hişê Zelo. Ji aliyê din ve di kurdî da wateyek bîrê ya din jî heye, çal ê. Dema ku em vegerin, destpêka fîlmê ji bilî bîranînan, menzel dibe çalek. Tiştek din kamera 360 pile panekî dike ku ev balkêş bû. Bi pana ewil ve diçe rojên xweşik, xelk diaxive, jin li ser kanî ne, zarok dileyîzin; bi pana duyem jî dîmen diçe rojên nexweş, gund wala bûne.
Bîlal:
Rast e, meselaya bîr û du wateyî heman tişt di nav fîlm bixwe da jî heye. Ax, li Kurdistanê tenê erd nîne. Ax, birîn e, gelek caran hêlîn e, axîn e ax. Meseleya auteur jî em bikin mijar, û bila ev mijar bi tena serê xwe, bibe mijara civînekê. Armanc (kordînatorê komê) bila li ser vê bifikire ku bibe civînek. Navê fîlm ji vê hêlê ve jî rûniştî ye.
Rojîn:
Ez li ser pana 360 pile ku derdora xwe qeyd dike, biaxivim. Kazim Öz wexta ku dixwaze biçe dema borî her vê bikartîne. Mînak, wexta em derdora Cemal (fîlma Bahoz) digerin, dem û dîmen diguhere. Ev rêbazeke ku Kazim Öz gelekî bikartîne di nav fîlmên xwe da. Meseleya auteurê jî bi nêrînên şexsî ez bêjim, ez bawer nakim ku em bingeheke wisa deynin. Lazim e ku pênase hebe û berê xwe bidin dinyayê ka çi çêkirîne, da ku em li gorî vê meseleyê zelal bikin. Hêj bingeha auteur têr û tije nîne. Mînak, ez dikarim çavkanîya cîhanê nîşe bigirim lê nikarim li ser vê mijarê çavkanî ji nivîsên ku kurd nivîsîne bigirim.
Bîlal:
Karakterên Kazim Öz her ku vedigerin Kurdistanê her di rê da ne. Berê wan li axê ye. Bi min jî Kazim Öz auteur e.
Berry:
Madem niha li vir sînemager amade ne, ez dixwazim dest bi mijareke dûvdirêj bikim. Derdê min karakter in. Bastûra dramatîk ji aliyê me pir cuda dest pê dike û diqewime. Lê rojavayê cîhanê ne wisa ye. Di Sînemaya Kurdan da kesên ku em dibînin ne karakter in, sembol in. Dixwaze derdê xwe bibêje ji bo vê jî wek sembolekî civakê an jî dibin sembolên polîtîk. Fîlmê “Axê” da Zelo ne karakterek e ji ber ku ez nizanim ka yekî çawa ye. Tenê êşa wî tê pêşçav û ev êş dibe meseleyeke polîtîk. Yanî di keseyeta Zelo da pênaseyeke êşa Kurdistanê an jî êşên kurdan hene. Ev kêmasî ye an zêdehî ye nizanim lê ev rewş, rewşa sînemaya me ye. Ji ber pirsgirêkên me yên civakî hene û em hêj şexs nînin. Di civaka me de kes an şexs ne girîng in. Belkî jî ev formeke sînemaya kurdan e, nizanim. Em çîrok û destanên xwe destpêkin heya fîlmên dawî ev mesele tev heman mesele ye. Yanî Zelo wek amûr û wek sembolekî ye. Zelo naguhere.
Bîlal:
Murathan Mungan di gotinek xwe da dibêje: ‘Ya me tango nîn e, em govendê digirin.’ Berry, ez gel te me. Tu bizewicî biryar ne ya te ye, tu bixwînî biryar ne ya te ye. Kesayet di nav civakê da bi keseyetbûna xwe ve aktîf nînin da ku xwe nav fîlman da jî çalak bikin. Bela Tarr ji bo bersiva pirsa ‘Çima karakterên fîlman ne qeşeng in?’ dibêje: ‘Civata me jî wisa ye.’ Ê civata me jî wisa ye. Em nikarin fîlman ji vê cuda binirxînin.
Ferat:
Meseleya karakter ji ber xwe derdikeve. Ne ku derhêner vê tercîh dike. Dema ku derhêner fîlm çêdikin zêdetir bala xwe didin mijarê. Ez wek sînemakarekî bala xwe didim mijarê ku ez mijarê çi şêweyê rave dikim. Karakterê Zelo ne karaktereke winda ye û hemû temaşevan wî baş nas dikin. Dema ku di fîlmekî wisa da li ser karakterekî dirêj bê rawestin, ev ji bo derhêner dê bibe barek. Fîlmek bi hebûna Kurdan ve bê çêkirin karakter di bin ban û bandora civakî da ye. Di vê fîlmê da jî karakterê eslî ax e. Karakter ne mecbur e bikene, biaxive. Gund vala kirine, jiyan têk çûye, mal xirab bû ne… Ji ber vê derhêner, ne mecbur e keseyeta Zelo bide nasîn. Zelo jixwe tê nasîn. Dema ku her tişt têk diçe, Zelo berê xwe dide şopa gerîlayan. Ewqas bo nasîna Zelo bes e. Di nav gotinan da, ax wek bîranîn hat ravekirin. Erê, ax bîranîn e û karakterê eslî ye. Ji aliyê din dema ku kamera pana 360 kiraç dike dem dibore xweşiyê û her tişt diguhere. Ma êdî dê çi biguhere? Yanî mijara fîlm şexsî nebe ne hewce ye ku karakter bibin însan. Mijar bi civak ve girêdayî be çi veguhere ew dibe karakter. Bîranîn piştî panê diguhere. Me gotibû bîranîn in ax. Wê demê ax dibe karakterê fîlmê ya sereke.
Bîlal:
Wek ku hefteya borî mamoste Sebahattîn gotibû: ‘’Di fîlmê Kilamek ji bo Beko da hevokek heye ku dibêje: “Em Kurd in, welatê me Kurdistan e. Ev hevok dibe banê sînemaya kurdan.’’ Bi min jî wisa ye.
Mehmûd:
Fîlm ji aliyê tevgerên kamerayê ve pir serkeftî ye. Du zemanan di heman wextî da rave dike. Wateya axê bîranîn e, bi min karekterê sereke ne ax e, bîranîn e, bîranînên kevn in. Zelo terka axê nake ji ber ku ji bîranînên xwe yên di wê axê da jiyaye, hez dike. Hin deverên ji erd û çiyayên Kurdistanê xweştir hene lê Zelo hez ji çiyayên xwe dike ku li vir şer kiriye, rûniştiye, rabûye, civîn kiriye, çay û qehwe vexwariye, ev tev bîranîn in… Ev gund û çiya cihê bîranînên Zelo ne. Di fîlm de di wan bîranînan da sembolên xurt veşartî ne û fîlm gelek serkeftî ye ji bo wext, şert û mercên xwe.
Sabahattîn:
Di meseleya karakter da krîtîkeke balkêş û girîng gelek car hatiye kirîn. Ev krîtîk, Fredric Jameson kirîye û dibêje: “wêjeya dinyaya sêyemîn hez bike neke alegorîk e.” Derdê û keserên Rojhilata Navîn û dinyaya sêyemîn bi meseleyên civakî ve dorpêçkirî ye. Ji ber vê yekê çi bê nivîsîn, çi bê kêşîn, tîp be, karakter be, dibe alegorîya civakê. Ev mesele, ne ya me tenê ye, ya sînemaya dinyaya sêyemîn e jî. Ev bilêvkirin (dinyaya sêyemîn) beriya parçebûna Sovyetan derketiye holê. Ji bo Orhan Pamuk jî heman tişt hatin gotin. Polîtîk û civakê ve eleqedar nîne filan û bêvan. Li gor Jameson karekter, mijar û nêrîn tev dibe alegorî. Mînak, Zelo dibe alegoriya Kurdistanê. Wek Berryyê jî got Zelo metafor an jî sembolek e lê fîlm bi xwe jî dibe alegoriya Kurdistanê. Nasnameya Sînemaya Kazim Öz di nav meseleyên Kurdistanê yên civakî da avadibe. Polîtîka li her derî belav dibe. Krîtîkek din jî em bînin zimên. Krîtîka Deleuze û Guattarî ku ji bo Kafka kirine, xurttir e. Li gor vê krîtîkê di wêjeya Kafka de her tiştek û her kesek girêdayî polîtîkayê ye. Vêca heger em Jamesonî derbasî Deleuze û Guattarî bibin em ê bizanin ka Sînemaya Kurdan girêdayî civak û polîtîkayê ye û ev mesele li ser her kesî û her derî bandor digire an na. Ax, di nav nasnameya mezin ya Kurdistanê da avadibe.
Armanc:
Berhemên di wêjeya kurdan da (ji Mem û Zînê û heya niha) kesên ku hatnne nivîsîn, piranî tîp in. Mijar biguhere jî ev kes naguherin û nabin karakter. Ji ber ku girêdayî civakê ne ev kes. Ji bo sînema jî heman tişt derbasdar e. Belkî jî ber vê derhênerên kurd li ser karakteran fîlm çênakin.
Ferat:
Em nikarin ji fîlmê Ax, hêviyên mezin bikin û ev hêviyên em lê dikin jî jixwe fîlm dide me. Çend ciwanên kurd in, yekem car kamera ketiye nav destê wan û li ser mijareke girîng sekinîne û hê dewam dike fîlmçêkirin. Karekî serkeftî ye.
Zanyar:
Zelo bi tena serê xwe rewşa kurdan tîne pêş çavan wek axê. Ji ber ku di dawî da dê her kesek bikeve bin axê û bibe ax.
Berry:
Li vir em gelek sînemager hatine cem hev. Lazim e em li ser her tiştî biaxivin. Di civîneke din da jî taybetî divê em li ser karakteran bêhtir hûr bibin. Li ser felsefe, civaknasî û mijarên din jî biaxivin. Jixwe di cîhanê da jî wisa ye. Hin kes tên cem hev û tiştek diqewime. Em li ser hin mijaran di civînên taybet da lê hûrbûnan bikin belkî ez jî tezekî binivîsim. Ev civîn ji bo van tiştan pir baş in. Spas.
Ferat, Berry, Mehmûd, Sabahattîn, Rojîn û Armanc:
Şevbaş.
Bîlal:
Ez wek moderator vê civînê digirim û ji hemû hevalan ra spas dikim. Bimînin di nav xêr û xweşiyê da. Şev baş.
Nîşe: Ev nivîs ji civîna çaremîn ya CineKurdîyê hat tomarkirin
Moderatorê civînê Bîlal Korkut bû.