Di fîlmê Kick Offê de (2009) heta ez hatime sehneya futbolê paşê ez bi alegorî û metaforên fîlmê hisiyam. Hemû berhemên li Rojhilat, nexasim yên li Rojhilata Navîn tên çêkirin, her tim dualî ne; aliyek dikare jiyana rasteqîn li ber çavê me raxe û wê temsîl bike; aliyê din jî dikare bibe alegorî û metaforên jiyanê yan jî dikare bibe mesel û problemên qedîm.
Nexwe di vir de mijar ji iddîaya F. Jamson a navdar ku dibê “Edebiyata (huner) dinyaya sêyemîn bivê-nevê alegoriyek e” wêdatir diçe. Di vir de êdi jiyan bixwe ji serî heya binî bûye metafor û alegorî. Ne hewce ye hunermend alegorî û metoforan ava bike lewre jiyan dûrê rastiyê ketiye û ber bi alegoriyê ve çûye. Ev alegorî ji xeyal û daxwaza kolektîf a salan pêk hatiye. Sedema derengtêgihiştina min e alegoriya filmê ne ji nezaniya min yan jî sergêjiya min bû; rasterast bi vê meseleyê re eleqedar bû.
Fîlmê Kick Offê li kampeke Kerkukê derbas dibe û di vê kampê de ji xanî bereqan pêk tê de; kurd, ereb û milletên din hene. Piştî şer e, lê hêj jî hewaya şer heye, teqîn û gengeşî dewam dikin. Ev peyva “piştî şer” jî wekî minak di vê erdnigariyê de peyveke bê wate ye. Piştî kîjan şerî? Cihê şer lê qet pişt nakeve, pêş û paşiya jiyana normal tevlîhev dibe loma herçiqas bi ser ra demek bibore jî mirov dikare bêje ev rojek ji rojên şer e. Bi vî awayî mesele bêtir tê fêm kirin. Xortên li vê kampa jihevdeketî de dijîn pir ji futbolê hez dikin û dixwazin di navbera hevdu de turnuvayekê çêbikin. Di gel vê zorakekî seqet heye ihtimal e wî pê li mayinê kiriye û piyekî wî jê qetiyaye. Ew evîndarê futbolê ye lê ji ber piyê xwe nikare bileyize. Ev zaroka temsiliyeta xeyal, rewş û heviyên vê erdnigariyê ye. Niştecihên vî welatî dixwazin aram û azad bijîn -ev daxwazeke kamil e- lê ji bo wê malhaziriyek(dest, pê an amûr û teknîk) nîne. Jiyana vî zarokî çiqas rast be jî (bi sedan çîrokên bi vî şeklî hene) ev halê zarok tê de digel rastiya xwe dibe metafora meseleyeke qedîm û di vir de metafor ji jiyanê dernakeve jiyan dibe dumahiya metaforê. Lewma îdaya Jamson ji vir pê de pûç dibe û serde jî berovajî dibe. Em dewam bikin. Piştî biryara maçekê digirin, du tîm li gor etnîsiteyê têne ava kirin. Tîmek ji ereban tîmek jî kurdan pêk tê û ev herdu tîm dest bi maçê dikin. Di destpêka maçê de pirsgirêk dertê, çiku hekem yekî kurd e. Ereb vê yeke qebûl nakin kurd jî hekemekî ereb qebûl nakin lê ev gengeşe piştî kameravanekî dibînin çareser dibe. Kamerevan xebatkarê televizyoneke herêmî ye û bixwe jî Emerîkî ye. Maç li Rojhilata Navîn dest pê dike lê hekem yekî rojavayî ye. Belkî bo temaşevanan tevn û niyeta filmê pir eşkere be lê gava mirov bala xwe dide rojhilata navîn heqet bi salan jiyan wiha domiyaye. Rojava her tim bûye garantor yan jî bûye hekemê Rojhilat. Di vir de pirsgirêkeke ecêb dertê ji aliyê hunerê yan jî hunerbaziyê ve. Wekî me li jor jî got êdî her tişt bi serê xwe bûye, tevn û rengê alegoriya jiyanê vê yekê teqlîd dike, hunermend jî gava dixwaze wekî amûreke estetîk, alegorî yan îroniyê bikar bîne li paş van tiştan dimîne. Yanî rastiya jiyanê ji tesewira jiyanê wêdatir çûye û ev yek bi heman awayî di meseleya îroniyê de jî diqewime. Di bîranîneke nivîsakarê kurd yê rojavayî Helim Yusiv de ev mesela bêhtir dixuyê. Yusiv, gava kitêba xwe ye çîrokan ya bi navê “Jinên Qatên Bilind” dide çap kirin ji teref muxeberata Surî ve tê binçavkirin. Polîsên muxebaretê ji navê kitêba wî aciz bûne, lewre navê kitêbê “Jinên Qatê Bilind” jinên leşkaran tîne bîra wan. Personelên leşkeriyê tev di apartumanan de dijîn. Ji wan wetirê, nivîskar behsa jinên wan dike loma tedayîyê li Helîm Yusiv dikin. Di vir de nivîskar wekî mecaz hevoka ‘Jinên Qatên Bilind’ bi kar aniye û xwestiye îroniyekê bike lê îroniya jiyanê ev tevgera wî feremoş kiriye. Heman mînak di filmê Kurkî de jî heye.
Meseleyeke balkêş e li hin erdnigarî û welatan îronî jî alegori jî her çiqas malê zîrekbûna nivîskar be jî yan li gorî şert û mercên jiyanê paş dikeve yan zû kevin dibe yan jî feremoş dibe. Filmê Kick Offê ya Kurkî, digel gelek wesfên xwe yî hêja vê fîlmê ji naveroka xwe zêdetir bi tevna xwe, bi îroniyê welatekî bi salan e tê talan kirin dirêse û di vê meseleye de dibe amûra gengeşeyekê.
Dawiyê kumekî datînime ber we “li welatekî alegorî û îronî ji milkê hûnerbaziyê dertê û dibe rûtîna jiyanê, ji formên hunerbaziyê yên nû re çi lazim in? ” wekî pirseke nû û enteresan heviya bersiva xwe ye.
*Kick Off, 2009, Şevket Emin Kurkî, İraq