Dem kirû ye ku germiçanka paşeroj, niha û pêşerojê pêk tîne. Bîrbirina demê ya diguhere û bi îdeolojîya serdestî cîhanê tê pênasekirin, di hişê însên da bi awayekî rastekî naherike. Li gor H.Bergsonî dem, mawe ye; hişmendî bi xwe ye. Hişmendî bîr e, di dema niha da jî hewandina paşerojê ye; hişmendî di heman demê da pêşeroj e. Li gor wî katjimêra ku zanistê dahênandîye dema li cihî dipîve, heçî mawe ye misêwa hebûna paşerojê ya di kêlîyê da ye û afirandina pêşerojê ye. Hişmendîya di nav dema niha da bi kêlîya ku bîstek berê lê dijîya -êdî derbas bûye- dema niha diafirîne û bandorê li pêşerojê dike. Maweya ku serpêhatîya derûnî ya kesan e nikare were pîvandin, têvel e. Proustî, feraseta demê ya Bergsonî pejirandîye. Di berhema xwe ya Li Ser Şopa Dema Wenda da (À La Recherche Du Temps Perdu, 1913) maweyeke fireh û ji hev nikare were veqetîn, diafirîne. Di epîzota xwe da ya bi sêwirandinên dûvdirêj vedibêje; em paşerojê, dema niha û pêşerojê dijîn. Ev di nav hevdu da ne, tevlihev in. Ji xeynî feraseta demê ya serdêst pênase kiriye, Proust di hunerê da feraseteke demê ya cuda pêşkeş dike û bandorê li gelek hunermendan yên ji disiplînên cuda ne, dike. Em di sînemayê da vê bandorê li ser derhênerên autuer yên mîna Bergman û Tarkovskyî dibînin. fîlmê Bergmanî ya seat û nîvekê diajo ya bi dema pîvanbar afirandîye, di qada fîlman da jî maweyeke fireh û ji hev nikare were veqetîn, diafirîne. Di fîlmê Sonata Payîzê da (Höstsonaten, 1978) Bergmanî bi dema pîvanbar rojekê vedibêje di nava wê rojê da paşeroj û pêşeroja hêvîbexş kat dike. Proust, demê di nava xwe da ji nû ve dihûne. Demên wî yên wenda -berev paşeroja xwe ve- vegerên wî yên şexsî ne. Bergmanî jî demê di nava xwe de li gorî naverokê dihûne lê belê demên wî yên wenda tenê ne vegereke şexsî ye. Bergmanê di fîlmên xwe da bi rûbarî barê giran yê paşerojê dibe û li keyseke dîtir digere, ne li ber çavan be jî vegereke civakî an jî bandorekê peyda dike. Di fîlmê bi navê Ronahîya Zivistanê da (Nattvärdsgâterna, 1963) leheng, bi bihîstina nûçeya bombeya nukleerî ya li Çînê hatiye hilberandin, vedigere demeke wenda ya civakî. Leheng, êşê dikişîne û dikeve nîgeranê. Lehenga bi navê Elisabetê ya di fîlmê Personayê da (Persona, 1966) gava li nexweşxaneyê ye di televîzyonê da pêrgî dîmenên çalakîyê tê û ev dîmen wê dibin dema wenda ya civakî, wê demê bi bîra wê dixin. Em dibînin, lehengê vedigere dema wenda ya civakî, êşê dikişîne.
Li gor Proustî kartêkerên mîna cî, deng, tişte, xweza, mûzîk, çêj û bêhn wekî wenda hatine binavkirin lê belê ji van her yek çavkanîyek e ku hatîye xwemalîkirin. Di hişî da veguherîye kêlîyên livdar yên borî û veguherîye bibîrxistinê. Di kitêba bi navê Li Alîyê Swannan da (Du Côté da Chez Swann, 1913) bi çêja medlanê ya xwarî ya dayîka wî li ber çayê îkramî wî kiribû û bi zeliqîna ezmanê devê wî ra lêgerîna dema wenda dest pê dike. Zewqa peydabûyî ya wê çêjê, wî berev bîranînê diajo û ji bo zewqa jê hatiye hilgirtin zêde bike, çayê dubare dubare vedixwe bes ew ne mîna vexwarina wî ya ewil e. Di hişê xwe da dide dû zewqa ku jêhilgirtî ya vexwarina ewil û rewşên derûnî yên dîtir yên vê rasteqînîyê ji holê radikin. Tê bîrê ev çêj li Combrayê gava roja yekşeman sibê ji bo rojbixêrîyê diçû ba meta xwe, çêja medlanê ye ku meta wî di çay û zîrfonê da dikir û dida wî. Ev yeka hanê di sînemaya Bergmanî da jî tê dîtin, kartêkerên mîna deng, cî, tişte û xweza ber bi dema wenda ve rêwîtîyê didin destpêkirin. Di fîlmê Tûfirengîya Derewîn da (Smultronstället, 1957) lehengê bi navê Isakî di dema rêwîtîya xwe da li ber havîngehê ya zarokatî û xortanîya xwe lê borandiye, disekine. Leheng li gel balvedana cihî berev salên xortanîya xwe ku bûye dilketîyê dotmama xwe ango berev demê ya êdî li cem wî wenda ye, rêwîtîyekê dike û pêşberîhevbûn dest pê dike. Di fîlmê Qêrîn û Pistepistê da (Viskningar och rop, 1972) lehengê bi navê Agnesi, gula spî dixe nav destê xwe û dest bi pelandinê dike. Bi gula spî ra dayîka xwe tê bîrê û em dayîka wî bi cilên spî dibînin. Bi vegotina dengê derveyîn em bîranînên wî yên zarokatîyê ya bi dayîka wî ra temaşe dikin. Deleuze dibêje lêgerîna dema wenda di esasê xwe da lêgerîna rastîyê ye û lê zêde dike:
“Ji ber ku tenê têkilîyeke derûnî ya rastîyê bi demê ra heye navê wê, lêgerîna dema wenda ye. Ji ber vê yekê di evînê da jî di xweza yan hunerê da jî mijar ne zewq e, rastî ye.”
Heke ev bîranîn lêgerîna rastîyekê be -kêlîya tê bîra me- em bi dema xwe ya wenda ra rûbarî hev dibin lewre em di nav sawîna rastîyê ya hatî afirandin da bo xwe rûpoşan çêdikin. Tiştê em lê digerin rastîyek e bes kêlîyên hêmayekê tînin bîra me û yên hişê me wan tomar dikin, çiqas rastî ne? Paşeroj vediguhêre tiştekî ya em bi dema niha şîrove dikin û -bi qasî em dixwazin bînin bîra xwe- tînin bîra xwe. Di fîlmê Sonata Payîzê da (Höstsonaten, 1978) em dibînin, dayîk û keç kêlîyên borî yên jîyane bê çawa bi awayekî cûda têdigihên, hest pê dikin û bi vî terhî tînin bîra xwe. Rastîya lê tê gerîn, gerdûn û rastîyek e ku kesan bixwe afirandîye. Ev gerdûna sînorên wê destnîşankirî, me bi dema jidestçûyî -belkî jî belasebeb hatî xerckirin- û eza me ra ya em dibêjin qey ya me ye, rûbarî hev dike. Deleuze dibêje ev ne lêgerîneke berpêyî paşerojê ye, lêgerîneke berpêyî pêşerojê ye. Ev pêşberîhevbûn, carinan bi bîranîna kêlîyekê ya kêfxweş carinan jî bi bîranîna kêlîyekê ya biêş tê kirin. Proustî piştî benikên sola xwe ji hev vedike mirina dapîra wî tê bîrê. Ev bîranîn, lehêng bi mirinê ra rûbarî hev dike. Ev dema wenda ya êş û kêfxweşîyê dide, bandorê li dema me ya niha dike û veguherîn dest pê dike. Ev veguherîn, bandorê li pêşeroja kêfxweş û hêvîbexş ya lê tê gerîn, dike. Em ji nû ve rûpoşan peyda dikin lewre ev, çerxeke hayjêbûyî û dilbijîner e.
Çûna berev demên wenda bi encama rasthatinîyekê rû dide. Hêma û şanîderên ku em bi awayekî rasthatinî leqayî hev tên û balvedanê diafirînin, bîra jixweber dixe liv û tevgerê. Ev rasthatinî di Bergman û Proustî da tên dîtin. Rasthatinîya ku dema niha ew afirandîye, me dibe dema wenda. Xwarina madlenê ya Proustî rasthatinîyek e. Ev rasthatinî, bîra jixweber dixe liv û tevgerê. Di fîlmê Sonata Payîzê (Höstsonaten, 1978) ya Bergmanî da Eva ji bo dayîka wê were nameyekê dinivîse. Tevî ku name hilnegirtîye jî em hatina dayîkê dibînin, ev rasthatinîyek e. Dayîka ku wê Evayê bibe demên wê yên wenda, bi encama rasthatinîyekê tê û lêgerîn dest pê dike. Leqayîhevhatina dayîkê ya bi Helenayê ra rasthatinîyek e. Ev rasthatinî, bizava bîranînê dide destpêkirin.
Tirsa mirinê ya Proustî hest pê dike, wî di dema wenda da berpêyî lêgerîna kêfxweşîyê dike. Jean Cocteau dibêje Proust li dû kefxweşîyeke kor, bêhest û coşdar e. Gihandina hêmayê ya berev dema wenda, dilbijandina Proustî ya vê yekê lêgerîna kêfxweşîyekê ye jî. Ne kêfxweş bû lê belê ji bo kêfxxweş bibe hîn jî keyseke wî ya dîtir hebû. Ji ber vê çendê berev dema wenda rêwîtîyê dike. Di kitêba xwe ya Sodom û Gomorrayê da (Sodome et Gomorrhe, 1921-1922) dibêje; “Her ku ez difikirim piştî mirina min jî wê ev darên li ser rêyan, darên hirmî, kifêrî û sêvan hebin -hê ku min koça xwe ji vê dinyayê bar nekirîye- ez pê hesîyam ev, ji bo dest bi xebatê bikim, şîret in.” Û bi lêv dike rastîya mirinê ew, berpêyî lêgerînê kirîye. Di sinemaya Bergmanî da jî bi lêgerîna kêfxweşîyê ya tirsa mirinê wê peyda dike, keyseke dîtir heye. Di fîlmê Mohra Heftan da (Det Sjunde Inseglet, 1957) leheng bi mirinê ra rûbarî hev dibe. Tirsa mirinê ya lehêng, wî berpêyî lêgerînekê dike. Di fîlmê Tûfirengîya Derewîn da (Smultronstället, 1957) lehengê bi navê Isakî, di xewna xwe da mirinê dibîne. Lehengê mirin tê bîrê, ber bi paşeroja xwe ve rêwîtîyekê dike. Rêya ku bi wesayîta xwe tê ra diçû, tişte û cihan yên serpêhatîyên wan lê hene, dihewîne. Leheng bi balvedana van hêmayan diçe demên xwe yên wenda û pêşberîhevbûn dest pê dike. Tiştê di dema xwe ya wenda da lê digere, kêfxweşî ye. Gava leheng bi eza xwe ya rastîn û ya wisa bawer dikir ra rûbarî hev dibe, keyseke dîtir di demên wenda yên zarokatîya xwe da dibîne. Di sehneyên dawî yên fîlmê da di navbera xewê û şîyarîyê da rabêjên lehengî yên piştgirîyê didin vegotina dengê derveyîn yên lehengî û çûna lehengî ya berev bîranînên xwe ve bo me kat dike, kêfxweşî di bîranînên zarokatîyê da ye. Ew kêlîyên tên bîrê di dema wî ya niha da peyda dibe. Di fîlmê Sonata Payîzê da (Höstsonaten, 1978) bi rêya demên wan yên wenda, em pêşberîhevbûna keç û dayîkê û dîmenên kêlîyan yên leheng bi bîr tîne, temaşe dikin. Ev pêşberîhevbûna bi awayekî çaverênekirî ya dest pê dike, lêgerîna kêfxweşîyê ya Evayê ye.
Gava tevgera bi destê banekîyan hatî afirandin xera dibe li bal Proustî êş dest pê dike. Ev êş bi rêya kiryar, cî û tişteyan yên nenaskirî û destpênebûyî, pêk tê. Rihê hemû cî û tişteyan yên wî berev dema wî ya wenda dibin. Di kitêba bi navê Li Alîyê Swannan da(Du Côté da Chez Swann, 1913) bi dapîra xwe ra diçin Plaja Balbecê û li Grand Otelê dimînin. Ji ber nexweşî û rêwîtîyê betilîye lêbelê xerîbê tişteyan û wê jûrê ye ya bo bêhnvedanê ketibûyê. Qilqal û êş dikeve dewsa betilîn, xew û nexweşîyê. Jûra lê mayî bo wî dojeh e. Li bal Proustî jî gava ev banekî xera bibin, êş dest pê dike û gihaştina vê demê ya wenda, dijwar dibe. Di fîlmê Fanny û Alexander da (Fanny och Alexandergava, 1983) dayîka wan dizewice, em dibînin ku zarokên li mala keşeyî bi cî dibin bi tu awayî nikarin bi cî û tişteyên heyî ra têkilîyê deyinin. Ew cî bo wan dojehek e. Alexander piştî bavê xwe dimire, reşahîya wî dibîne lêbelê piştî zewaca dayîka xwe li maleke nû bi cî dibin. Li wê malê ji ber xerabûna banekîyan û neşênîya heyî êdî nikare bavê xwe bibîne. Xerîbê wî cîyî ye li wir nikare rakeve jî lêbelê hêvîyeke xwe heye ew jî hirçoka wî bû ya nikarîbû ji xwe dûr bixista û bi şev xwe tevê dikir û radiket. Alexander piştî ji mala keşeyî difilite, em dibînin ji nû ve têkilîyê bi bav, xewn û demên xwe yên wenda ra datîne. Di dawîya fîlmê de, danîna serî ya li ser çongê bapîra xwe û raketina wê jî vê yekê raberî me dike.
Bîra ku her tiştên li jiyanê heyî tomar dike, qada embarkirinê ya demê ye. Mirov di herikîna demê da hêma û şanîderan diafirîne. Ev hêma û şanîderên afirandî, dibin sedema bîrhatina kêlîyên tomarkirî yên di bîrê de. Dema heyî ya di hişê însên da û dema diherike bi bîranînê ra dibin yek û kêlîya borî ya bîrhatî vediguhêre kêlîya dema niha. Wekî Tarkovskyî gotî, dem di fikra însên da ye. Kesê bi eza xwe bi eza xwe ya wisa bawer dikir, ya jê ditirsîya û ya dil dibijandê tê wicûdê; her ku bi bîr tîne diguhere. Bîranîna ku perçeyek ji jîyana me ya rojane ye û hestên ku wê pêk anîye, dema me ya niha diafirîne, bandorê li pêşeroja me dike çiku bîranîn, pêşberîhevbûnekê bi xwe ra tîne. Di jîyana me ya rojane da bêyî em lê biwarqilin hest bi vê kiryara bîranînê dikin û ev, estetîka demê ya Bergman û Proustî pêk tîne. Dema di dema niha da tê zeftkirin dê her gav bibe dema wenda. Ev ne gerînekek e; bîranîn bixwe çerxek e ya bi bêrêkûpêk û rasthatinî rû dide. Dem, nemirîna mirinê ye. Em dikarin demê tenê bi mohrkirinê zeft bikin, ev yek dikare berhemeke hunerê pêk bîne. Fîlmên Bergmanî û berhema Proustî ya Li Ser Şopa Dema Wenda, (À La Recherche Du Temps Perdu, 1913) rewşa derîçav ya dema zeftkirî ye. Baş e, pêdivîya me ji bo çi bi vê yekê heye? Ji bo hebûnê. Kêlîya em hebin, em ê bigihêjin nemirîya her kes lê digere lê nikare xwe bigihînê.
ÇAVKANÎ
Beckett, S. (2019). Proust. Stenbol: Weşanên Metisê.
Benjamin, W. (2019). Proust & Brecht. Stenbol: Weşanên SUBê.
Deleuze, G. (2016). Proust û Şanîderî. Stenbol: Weşanên Alfayê.
Proust, M. (2019). Li Alîyê Swannan. Stenbol: Weşanên Yapı Krediyê.
Sürücü, G. (2015). Di Ahmet Hamdi Tanpınar û Marcel Proustî Dem (Teza Neweşîyayî). Enstîtuya Zanistên Civakî Zanîngeha Kulturê ya Stenbolê, Stenbol.