Sînemaya Polonyayê gelek derhênerên gewre yên nola Andrzej Wajda, Andrzej Zulawski Roman Polanskî û Krzystof Zanûssî bexşandine cîhana sînemayê ku wan ekolek afirandine. Lê yek ji wan derhênerên Polonî, li ber dilê min û sînefîlan zahf şêrîn e û xweyî cihekî ciyawaz û taybet e: KRZYSTOF KİESLOWSKİ. Kieslowski, bo cîhana sînemayê gelek sertac li dû xwe hiştine. Bo mînak: Jiyana Weronîka ya Dumendî (1991), Sêbareya Sê Reng: Şîn (1993), Spî (1994), Sor (1994) û bo min sertaca wî ya herî bêhempa ew Dekalogên wî ne ku wî di serî de ji bo televîzyoneke Polonyayê çêkirine û ji deh beşan pêk tên. Kieslowski bi tevkarî û pêşniyaziya Krzystof Piesiewicz senaryoya dekalogan nivîsiye û dest bi çêkirina wan kiriye. Lê paşê ji ber ku zêde hatine hezkirin, li gelek welatan weke fîlmên sînemayê hatine nîşandan û rastî eleqeyeke mezin bûne. “Dekalog” tê wateya “Deh Ferman” û her beşeke Dekalogan, ku teqrîben 55 xulek in, li ser deh fermanên ku Xweda bo mûsewiyan ji pêxember Mûsa re şandine, hatine çêkirin –lê dekalog ji fermana duyem dest pê dikin ta dekalog- 10 ku bi fermana herî giring ya “yekem” diqede- û ev deh ferman, ji hêla Kieslowski ve bi awayekî aktuel li ser jiyana modern a îroyîn ku çilverişiye hatine şîrovekirin ango Kieslowski sûd ji deh fermanan wergirtiye. Kieslowski, di dekalogan de nerasterê qedexeyên di deh fermanan de rave kirine û honaka dekalogan weha lê aniye. Di her beşê de tevî ku esasên fermanan tên ragihîn, di gelek beşan de çîrok li gor vê yekê naçe. A soxîn ferman tê binpêkirin û li hember vê jî cezayek tê dayîn. Li gor Slavoj Zizek ev yek di Dekalogan de pirsgirêkeke etîk derdixe holê û ji bo beşa di rêzê de dibe fîtû û derî li ber daherizîneke exlaqî yê din vedike. Bi vî şiklî û di vê çeqoberikê de Dekalog berdewam dikin.
Herwiha di dema seyrkirinê de Dekalog, zorê didin me ku em li ser nirxên xwe yên exlaqî û civakî biramin. Rêgezên gerdûnî yên exlaqê çi ne û em dikarin çi qasî wan binpê bikin ? Kieslowski di Dekalogan de bêyî ku encamekê nîşanî me bide û tu peyaman bide, weku bibêje “min çîrok vegot êdî hûn çi fam bikin” bo her şîroveyê cî dihêle. Berê pirsên xwe dide wijdanê me û bêyî ku li benda bersivê bimîne kil û qelsiyên me “merivan” di çîrokên xwe de li ber çavan radixe. Çiku sînema belkî rêya herî baş a pirs û fikaran, lixwemikurhatin û parastinê ye; Kieslowski vê yekê bi hostayî bikartîne.
Di navbera her deh beşan de yekgirtineke organîk heye. Nemaze hema di her beşê de heyîna kesekî sirdar xwe dide der. Bi min ev kes wijdanê karekterên ku wî dibînîn temsîl dike lê hin rexnegir jî diyar dikin ku wîjdanê temaşevanan temsîl dike. Ev kes, nav çavê karakteran dimeyzîne û bê his û çîpên gomendî dibe û paşê seyra bûyeran diguhere. Ligel vê, hêmaya şîr ku hema di her beşê de heye, dibe sembola paqijî û xweşbîniyê. Lewma gelek rexnegirên sînemayê ji hev cihêkirina Dekalogan zor û zehmet dibînin. Çiku carinan çîrokên ku di Dekalogan de têne vegotin, bi peyamên ku radigihînin bes fermanekê nîşan nadin; girêdayî fermanên cihê cihê dekalog tên çêkirin. Zimanê Dekalogan ê xweser, xembar û pê re avakirina atmosferê -herwiha reng û roniya di dekalogan de jî pir tarî ango di kirasê şevê de ye- liv û tevgera kamerayê ya hêmin, kêmahiya diyalogan, li gor vê atmosferê jî bikaranîna rast a muzikên ku Zbigniew Presnier (Van den Budenmayer) derb lê aniye; herwiha hevpariya lîstikvanan û cih û mekanên ku Dekalog lê derbas dibin –Dekalog tev di heman xanûmanê de derbas dibin. Carinan karakterên beşên borî, di devê deriyê xanûmanê de yan jî di asansorê de bi qasî hevûdu tên- tahma temaşekirina fîlmekî ku nêzî deh seat e û bi berdewamî diherike, dide temaşevanan. Herwiha reng û roniya di vê beşa dekalogan de jî pir tarî û di rengê mirinê de ye.
DEKALOG- JEDEN (1): “Tu yê ji xwe re hêmayên çêkirî bi dest nexî. Lewra ez, ew Xwedayê efendiyê te, Xwedayekî hesûdî me. Gunehên bavan dikim stûyê lawan.”
Pawet, li gel bavê xwe Krzsytof di xanûmaneke li Warşovayê de dijî. Çîroka Pawet xembar e. Di vê çîrokê de bikaranîna Kieslowski ya metaforên kevok û kûçikê mirî bo têgihîştina mirin û mayînê û pirsên wî yên di vî warî de giring in. Jixwe gava ku Pawetê piçûk tûşî berateyê kûçik dibe, pirsên bi vî rengî ji bavê xwe dike, ew bersivên bavê wî yên eseh û zanistî, Pawet û ligel wî “me” jî tetmîn nakin. Ji ber vê Pawet serî li fikrên metika xwe ya bawermend dide: –Xweda kî ye? (metik wî hemêz dike.) -Tu xwe çawa hîs dikî? Ji te hez dikim! Vaye cihê ku Xweda lê ye.
Kieslowski di vê beşa dekalogan de bavekî bêbawerî, saf û dilê wî mişt hez ku dixwaze kurê xwe ji her tiştî biparêze diresimîne. Piştî ku Pawet di nava malê de patenên xwe dibîne em hîs dikin ku dê bobelatin biqewimin. Nemaze ew sehneyên ku bav bi kompîtera xwe hesaban dike bê ka Pawet dê bikare bi patenan li ser gola qeşagirtî bişemite yan na û van hesabê xwe dubare dike. Ji vir em têdigihîjin ku bav tam essehiyê bi wê kompîtera xwe ya ku bo wî “xwedayek e” nayine û sêbare hesaban dike. Lê ji piçûkahiya xwe ve bihesab û pîvan bûye, qet ji qeza û qederê bawer nekiriye. Paşê bav pê dihese ku qeşa deriziye û Pawet di golê de xeniqiye.
Kieslowski, ji ber hêmayên ku di şûna Xwedê de bi dest xistine û lehengên xwe bi awayekî sext û dilhişk ciza dike û hebûna Xwedê dike bîra wan. Bav, baweriyê bi kompîtera xwe, bi wezn û pîvanên xwe û bi hiş û aqilê xwe tîne lê bi Xwedê nayine. Dawiya dawîn piştî ev bobelata mezin a ku li Krzsytof diqewime, diçe dêrê û derdora xwe tarûmar dike ango dixwaze kurê xwe ji Xwedê bistîne berovajî vê yekê naçe kompîtera xwe naşikîne; xuya ye gunehê xwe dike stuyê Xwedê. Lê heyîna wî ya li dêrê jî, tê vê wateyê ku hebûna Xwedê pejirandiye û çi hesabî bike jî beytûşe ye lew Xwedê heye…
DEKALOG- DWA (2): “Tu yê navê Xwedayê ku efendiyê te ye belesebeb bi lêv nekî.”
Dekalog- 2, ji fermana 3yem bêhtir girêdayî fermana 7em e. Meseleya zîna, xapandin û gunehkariya bêhtir vedibêje. Lê her çi qas girêdayî fermana 7em be jî, bingeha xwe bi fermana 3yem dadigire. Dorataya serlehenga çîrokê tevî ku hez ji mêrê xwe Andrzej dike jî wî dixapîne û ji hevalê mêrê xwe bi halekî dimîne. Çiku zarok ji Andrzej çênabin. Andrzej bi nexweşiyeke giran dikeve; ne sax e ne jî mirî. Dorata weha difikire ku tevî şensê wê yê dawiye jî ger ku mêrê wê nemire dê kurtaj bibe (ihlaleke mezin e), berovajî ger bimire dê kurtaj nebe û wê bi bavê zarok re jiyana xwe bidomîne. Dil û mejiyê wê tevlihev in, ji her du mêran jî hez dike û zaroyekî jî dixwaze, paşê îdia dike ku mimkun e meriv aşiqî du kesan be. Dorata vê rewşa xwe ji doktorê mêrê xwe re jî eşkere dike û doza gotineke essehî jê dike ka dê mêrê wê bimire yan na. Tevî ku rewşa Andrzej ber bi başiyê ve diçe jî doktor sond dixwe ku wê bimire. Mebesta doktor di vê yekê de ew e ku Dorata xwe kurtaj neke lewra di axaftina xwe de bi navê Xwedê sond dixwe –Zizek radigihîne ku di diyaloga hingê de peyva “Xwedê “derbas nabe lê di senaryoyê de heye-. Beriya vê lidarîhevketina wan, Dorata ji doktor daxwaz dike ku “mutlaqiyetê ji xwedayê xwe bipirsê”. Têkiliya çîrokê û fermana jî di vir de dest pê dike. Çiku doktor navê xwedê beytûşe bi nav nekiriye, wî ji bo selametiya pitikekî ku hêj ji diya xwe nebûye, weha bi navê xwedê sond xwariye. Kieslowskî di D2yê de ji şîroveyê bêhtir, di ser esasê fermana 3yem re çîrok vegotiye û D2 bi fermana 7em re jî têkildar kiriye. Ji xeynî vê, pêwendî di navbera D1 û D2yê de jî heye: Zarok di D1ê de bi awayekî seyr dimire lê di D2yê de ji mirinê rizgar dibe.
Dîsa hêma û metaforên xurt yên ku Kieslowski di D2yê de bi kar anîne hene. Mîna D1ê, di D2yê de mirin û mayîn bi “kulîlk” û “mêşhingiv”ê hatiye sembolîzekirin. Dema Dorata ji jiyana mêrê xwe bêhêvî dibe, kulîlka xwe ji hev vediçire û pelên wê li ber serê mêrê xwe bi cî dike. Pêkve dema mêrê wê li nexweşxaneyê ye çavê wî diçe ser piyaleyeke şerbetê û dibîne ku mêşhingivek li ber xwe dide ku ji navê derê. Dawî mêş rizgar dibe û paşê Andrzej jî seyr e ku rewşa wî ber bi başiyê ve diçe.
DEKALOG- TRZY (3): “Ji bo ku roja septê (şabbatê) pîroz bikî tu yê di bîra xwe de bigirî.”
Kieslowski roja şabatê di D3yê de, bi roja noelê diguherîne û giringiya meseleyê ji vir dide destpêkirin. Janusz bi cilên bavnoel xemilandî, tevî diyariyên ku ji zaroyên xwe re anîne tê malê. Armanca Januzs ew e ku vê roja pîroz ji mal dernekeve û bi maliyan re derbas bike. Ji ber hindê telefona malê jî dibirre. Lê paşê ji telefoneke din xeber jê re tê ku tirimpêla wî hatiye dizîn. Piştî vê bûyerê êdî çîroka îhlalkirina fermana 4em dest pê dike.
Ewa, dergistiya Janusz a berê ye. Wextekî pevre bûne, lê nebûne nesîbê hevdu. Ya ku dike Janusz roja noelê malbata xwe bi tenê bihêle û xwediya wê telefonê jî Ewa ya. Ewa bi derew û lîstikan, kir ku Janusz noela xwe li malê derbas neke û ji ber dilîniya xwe ya li hember wê roja noelê (şabatê) ji bîr bike û fermanê ihlal bike. Dawiya fîlimê, dema ku em rastiya jiyana Ewa ya trajîk dielimin, ji ber tiştên bi serê Janusz anîne dilê me pê naêşe; lê ji hêlekê ve jî em xwe di tenêtiya wê de didarizînin. D4, ji ber ku rê nade di navbera me û karakterên çîrokê de hestyariyek çêbibe, nûwaze ye; bes dike ku em di asta çavdêrekî de bimînin.
Roniya kêm, kolanên vala ku ji bilî Janusz û Ewa tu kes lê nîne.. zilamekî bêkes, li sikakan diqîre û dibêje “kanî mala min”, ihlalkirin û rastiya vê fermanê piştrast dike.
DEKALOG- CZTERY (4): “Tu yê hurmetê ji dê û bavê xwe re bigirî.”
Di Dekalog- 4ê de, fermana 5em tê ravekirin. Lê ev yek nola beşên borî nerasterê tê kirin. Têkiliya bav û keçekê tê vegotin ku ew ber bi têkiliya ensestê ve diçin. Ankaya bîst salî ku di pênc rojiya wê de diya wê dimire û ew ji aliyê bavê xwe Michal ve tê mezinkirin. Piştî ku bavê wê bo karekî derdikeve rêwîtiyê, nameyeke ku li ser “dê piştî mirina min bê xwendin” nivîsî di jûra wî de dibîne. Piştî dudiliyeke zêde, biryarê dide ku nameyê veke, dema vedike dibîne ku ev name ji hêla dêya Ankayê ve bo wê hatiye nivîsîn. Dema bav ji rêwîtiyê vedigere, Anka nameyê ji wî re jiber dixwîne. Qaşo dêya Ankayê di nameya xwe de ragihandiye ku Michal ne bavê wê ye. Çima qaşo? Çiku Anka li hember bavê xwe di nav arezûyên ensest de ye û dixwaze bielime ku bav jî weha hîs dike an na, ango Michal zanîbû ku ew ne keça wî ye? Li gor ku Michal dibêje haya wî ji naveroka nameyê nebûye û ji bo ku Anka bixwîne li ber destên wê hêliştiye. Herçiqas Anka hîsên xwe yên li hember Michal eşkere dike jî, ew qebul nake lê arezûyên xwe jî venaşêre. Tevî ku ne êmin e Anka keça wî ye an na -çiku dibe ku keça wî be jî- dawiya dawî bi hestên bavîtiyê nêzî Ankayê dibe. A soxî Anka eşkere dike ku derew kiriye, nameya rastîn nexwendiye û nameya ewil, wê bixwe nivîsiye. Bi hevdu re wê nameya ku rastî tê de veşartî ne dişewitînin. Ev kirin bo Ankayê û Michal rêya herî hêsan e ku nola berê pev re bijîn. Ji ber ku nameyê dişewitînin bersiva vê pirsê êdî nayê zanîn: Michal bavê Ankayê ye yan na?
Dema em li ser çîrok û bûyerên qewimîne hûr dibin binpêkirina fermanê bi awayekî nûser û serbest hatiye şîrovekirin. Kieslowski bêrêziya li hember dê û bavê, bi vegotina têkiliyên ensest nîgar kiriye. Di D4ê de berî ku têkiliya bav û keçê ya veşartî eşkere bike, dîsa delîl û hinartinên sînematik bi hosteyî bi kar tîne. Kieslowskî weku her car dike, bîreweriya temaşevanan bi vî awayî dipîve û rasterast çîrokê di sêniyê de pêşkêş nake. Lewma nêrîna Ankayê ya li kamerayê, me hildiçîne û bo em şahidiya êş û arezûyên wê bikin me ber bi xwe ve dikişîne.
DEKALOG- PIEC (5): “Tu yê nekujî!”
Beşa 5em Dekalogan di nav dekalogan de beşa herî xurt û qewîn e. Tesîr û întibaya ku D5 li ser temaşevanên xwe dihêle jî zexm e. Kieslowski di D5ê de sê kesan raberî me dike: Şofêrekî teqsiyê, xortekî serberedayî (Jacek) ku li sikakên Warşovê dijî û parêzerekî ciwan (Piotr) ku dê bikeve azmûna baroyê. Şofêrê teqsiyê, merivekî şûm û çavlider e; tevî ku weha ye jî bi temamî ne merivekî xerab e, dikare xwe kontrol bike; hêla mirovayiyê ya ku ji nazikî û hûrîtiya xwe dûr ketiye temsîl dike. Ji hêla din parêzer, yekî îdealîst û dilbirehm e. Yeqîn dike ku her tişt dê ber bi başiyê ve biçe, ji bo di karê xwe de dad û wekheviyê pêk bîne amade ye. Lewma nêrînên wî yên li ser ceza û zagonan ku xulaseya fîlimê jî vê yekê dipeyitînin: “Divê zagon xwezayê teqlîd nekin, berovajî wê bi pêş ve bibin. Merivan, bo ku hinên din bi rê ve bibin hiqûq dahênandin. Zagon diyar dikin ka em kî ne û em ê berev kû ve herin. An em li gor zagonan diçin an jî em wan teqlîd dikin. Meriv azad in lê azadiya wan azadiya hinên din bi sînor dike. Ceza tolhilanîn e, nemaze cezayên ku armanca wan xerabî ye rê li ber cirmê nagirin. Zagon ji bo kê tolê hiltînin? Gelo li ser navê bêgunehan? Qey ên bêguneh zagonan çêdikin?” Serlehengê çîrokê Jacek jî di navbera qencî û xerabiyê de li ba dibe. Li gor tevgerên xwe wek merivekî xerab bixuye jî di kûrahiyê xwe de xwedî dilekî saf e. Tevî kirinên xwe jî belkî di fîlmê de yê herî hestyar û tirsonek ew e. Di rûhê wî de kefteleftek heye ku wî ber bi xerabiyê ve dikişîne; carinan jî ev kefteleft ber bi dilovaniyê ve diçe. Kêmasiya Jacek ew e -dijî şofêrê teqsiyê- ku nikare xerabiya di hinavê xwe de kontrol bike ango tu piştgiriya vê yekê nesitendiye çiku tu xemên wî yên civakî jî nînin. Hesabê tu tiştî nake ango hêj bi hişê zarokane lîstikan dileyize û bi çavsorî û dilhişkiya xwe hewl dide ji piyan bisekine, dilovaniya xwe ditemirîne. Heya wê gava ku qetlek kir û hate girtin jî, me nedizanî malbateke wî heye an na, ji xeynî sûretekî ku bi xwe re digerand.
Di D5ê de du qetl têne kirin yek bi destê Jacek ku şofêrê teqsiyê qetl dike, ya din bi destê zagonan (dewlet) ku Jacek darve dikin -qetla ku zagon dikin bi navê “ceza” tê meşrûkirin-. Dema Jacek şofêrê teqsiyê bi awayekî tund dikuje çavsoriya wî digihe asta herî jor û ewqasî jî bi tirs e. Kêliya dawî bi awireke bexşende û bêzar li kuştî dimeyzêne. Piştre ji teyba teqsiyê straneke zarokan lê dide, stran behsa zîrekiya şêr dike. Jacek hîs dike ku dilê wî nerm dibe lewma aciz dibe û radibe teybê dişikîne. Parêzer jî di eslê xwe de dibe ku dengê Xwedê be. Xwedê ji ber hêza xwe ya hember mirovayiyê bo kirina xêr û gunehan vîneke azad bexşandiye insên. Çiku Xweda di esasê xwe de baş e û rê li xerabiyan venake; lewma di dawiya fîlimê de dema parêzer bi qîreqîr, “nefret dikim, nefret dikim…” gazî dike, vêya ji ber gunehên hatine kirin û ji ber fermanên Xwedê yên hatine binpêkirin dike. Ev qêrîn û hêsirbaran herweha dibe ku yên Xwedê bixwe jî bin ango dibe ku janên Piotrê yê parêzer, janên Xwedê bin. Xwedayê ku evdên wî li dû nayên, lewra jî nikare xerabiyê ji nav wan hilîne û diazire, hêsiran dibarîne…
Her çiqas herdu jî qetl bin cudahiyek mezin di navbera wan de heye û derhêner jî dixwaze vê yekê bi me bide şîrovekirin û bala me bibe ser. Yê gunehkarî kir û yê ferman binpê kir kî ye, Jacek e yan Zagon in? Kî çiqasî bêguneh û mazlûm e? Peywir û heqê zagon û dewletan e ku merivan darve bikin û dij fermana “tu yê nekujî” ango encax ez dikarim ruhê te bistînim rabin. Di serê pêşî de çiqasî îlletê me ji Jacek here jî di dawî de ji ber mûemela ku lê tê kirin û awayê darvekirina wî, ji wî qasî bêhtir dilê me pê diêşe û çavên me tijî dibin. Dil, wijdan û hişê me dikeve muhekemeyê. Di dema qetlkirina Jacek de dilê me ji mirovayiya me dixele û em çêtir fam dikin: bê ka Xwedê çima ferman daye daku “em nekujin” Piştî ku em li aqûbeta Jacek seyr dikin û em dibine şahidên rê û rêbazên dewletê yên ku bo darvekirina wî bi awayekî tekûz amade ne; piştî ku em dibînin bê bi xezebeke çilo ecêb û hovane didin ser piştê û wî bi lez darve dikin… Qetla Jacek, lê nefikirî bes ji ber ruhiyeta xwe ya xerab kir; lew ev yek wî li pêş çavên me bêguneh û reben dike û em naxwazin ku bimire…
Kieslowski ji hêla reng û roniyê, lêrastanîna bûyeran û bi girtina dîmenên ciyawaz ve jî karekî nuwaze derdixe holê. Dema em dêhna xwe didin fîlimê, axlebe rengên tarî serdest in. Nexasim sor û tonên wê. Tercîhkirina rengê sor jî, ji bela ku sor rengê mirin û xerabiyê; rengê dojeh û gunehkariyê ye. Tihêlên şaşeya kamerayê girtî û di rengê dîtina çavên hebekî miç de ye ku bi vî awayî her yekî/ê ji me, dike şahidê qetl û kuştinê. Kieslowski bi vê sînematografiya şilwe, ruhê me giran dike û derheqê bûyerên ku dê di demên pêş de biqewimin agahiyan dide me.
DEKALOG- SZESC (6): “ Tu yê zinayê nekî ! ”
Dekalog 6, di gel Dekalog 5ê bi temayên “evîn û mirinê” bingeh û binyata Decalogan dadigire. Di herdû beşan de jî çîroka ku heta nîvî asayî diherike paşê bi awayekî seyr serobino dibe. Rolên lehengan, hestên ku dijîn pev tên guhertin, D5ê de kesê kujer dibe qurban; di d6ê de kesê hez dike (çavdêr), dibe yê tê hez kirin (binçav kirî). Jixwe em taybetiya van herdû beşan ji vê yekê fam dikin ku, derhêner beriya dekalogan bi honakên cihê û versîyonên dirêjtir van herdû beşan ji nû ve girtiye. D6 rasterê bi babeta “zina” yê re nalebike, “şehwetê” dike mijara xwe ku nêzî hestên zinayê tê. Weku Xweda di fermana xwe ya heftemîn de kerem kiriye: “Zina heram e; çi ku însan li gor ku bikaribe tenê bi kesekî/ê re bigihije kurahîyên şehwetê û hezê hatiye xuliqandin”. Lewma di Incîla Mattayê de penaseya zinayê bi gotina “şehweta ku li hemberî kesine din tê hîs kirin” hatiye berfireh kirin.
Kielowski di vê beşa dekalogan de hesta evînê ku di nav civakê de efnik girtiye û dike wateya xwe wenda bike; di ser evîna (şehwet – zina) xortekî ku dildarî jineke cîrana xwe bûye vedibêje. Tomekê 19 salî, xortekî saf î diltenik e li postexanê dixebite. Magdaya ku bi ‘emr gelekî ji Tomek mezintir e li xanûmana hember wî bi tena serê xwe dijî. Magda, bi profîla jineke bişehwet û xurifî derdikeve pêş me. Hestên ku Tomek li hember Magdayê hîs dike zahf ji dil û nazik in lê li vir kesa ku fermanê binpê dike û her roj bi yekîdin ra ye Magda ye. Tomek şevûrojê bi teleskopa ku diziye, çavderiya Magdayê dike. Jê hez dike, lê xwedî derdikeve, naxwaze kes nêzî wê bibe. Bi vê hincetê Tomek timûdaîm telefonî mala wê dike lê napeyive, li ser navê wê li postexanê çekê pereyan çêdike, şîr dibe mala wê hwd. ji bo ku wê ji nêz ve bibîne. Lê her Tomek ya dilê xwe vedişêre. Paşê dema ku Tomek evîna xwe eşkere dike Magdaya ku di serî de ji vê yekê hêrs dibe û ditirse, paşê bi safitiya Tomek dihise û bi çavekî piçûk lê dimeyizîne, henekê xwe pê dike….çîroka ku heta vê derê asayî diherike di eslê xwe de ji nûka dest pê dike.
Fîlm hez, tenêtî, şehwet, dilrehmî, hevî û bêhevîtiya ku di navbera Tomek û Magdayê de kêm û zêde dibe bi şahidiya dêya Tomek vedibêje. Kielowski dema ku tevlîhevî, beexlaqî, dudilî û bêhêvitiya karekteran rave dike serî li rê û rêbazên ciyawaz dide. Cih û mekanên bi terheke mînîmal saz kirî, nermiya mûzîkê, kêmahiya diyalogan… ji bo ku kul û kedera karekteran ya hundirîn nîgar bike, bikaranîna tarîtî û ronîyê ya bi hosteyî, sî û sîtavên ku di odeyan de serûçavê karekteran dinixumînin heçku meyldarîyên wan î exlaqî û dîlî didîtbarîne. D6, axlebe bi şev û di mekanên hundir de derbas dibe; ev yek jî atmosfereke canecan dide bîneran. Lêgerîn û kêmasiya “hezê” di d6ê de xwe gelekî dide der. Lewma gelek caran kamera bi girtinên ji nêz ve -girtina liv û tevgera destan, girtina wechê karekteran- li hestên karekteran vedikole. Ev tevgera kamerayê carina hîs û hestên karekteran eşkere dike, carina jî xumamî dike. Hestên karekteran ên tevlîhev î ku bi derbekê re geş dibin, vegotina dramatîk a fîlmê zêde dikin. Tomek bi carekê re ji hêrsiyê derbasî dilînîye dibe yan jî Magda demildest ji qehrê, derbasî dilrehmiyê ango ji biçûk dîtinê, derbasî hesta dilrehmiyê dibe. Ev veguherînên hestan î seyr ê karekteran bi vî awayî gelek caran diqewime. Kielowski, bi girtinên dûr û nêzîk, bi motîfên dîtbarî yên nûser, balê dikişîne ser dûrahî û nêzîkahiya di navbera Tomek û Magdayê de. Em dikarin di fîlm de mînakan bibînin: dema Magda li postexanê li gel Tomek e, wechê Magda di camê de li ser wechê Tomek tê girtin, ev jî nêzîkahiya wan nîşan dide. Weka din “şîr” dîsa weke hêmayeke xurt tê bikaranîn, ango rengê sor ê bireseran: telefon sor e, foteya li ser nivînên Magdayê sor e, paçikê li ser teleskopa Tomekî sor e… dawiyê xwîna ku ji zendên Tomek diherike sor e.. Heçku rengê sor him bo “şehwetê him jî bo “têkçûnê” hatiye bikaranîn.
Magda ji hezkirina Tomek yeqîn nake, bes nezîkahiya wî weke xwestekeke cinsî dibine. Dema Tomek dibeje ku: “ji te hez dikim” ew dibeje ku: “eşq nîne, her tişt bo pevşabûnê ye paşê her tişt diqede” lê hezkirina Tomek ji tênetî û bêheziya wî tê, ji dil e. Çiku herî baş dema em di tenetiya xwe de dimeyin, wateya hezê têdigihin.Tomek dev ji çavderîya Magda bernade heta wê kêliya ku Magda wî diezimîne mala xwe û wî ji hêla cinsî ve biçûk dixe. Ev şikestin rêya têkçûnê li ber Tomek vedike; dêvla ku zerarê bide Magdayê, berevajî wê dide xwe (trawma). Piştî vê bûyerê Tomek ji holê gomendî dibe û Magda pirr poşman dibe. Êdî dora Magdayê ye ku bixwe bihise (li hestên xwe yên saf vegere) û ji gunehên xwe rizgar bibe (ango bes zinayê bike)… Magda di lêgerîn û mitaleya Tomek de ye; vê carê ew çavderiya mala Tomek dike, dikeve şûna wî (li hezê digere). Di vê lêgerînê de, em dibînin ku di dilê Magda de hestên ku heta hingê lê peyda nebûne dişitilin. Lê Gelo Magdayê wan hestên saf î tenik yê Tomek vemirandin? Gelo dê bikaribe cardin bigihije wan hestan ? Gelo çi bi Tomek hat…? Rastiya vê fermanê di bersiva van pirsan de veşartiye!
DEKALOG- SIEDEM (7): “ Tu yê nedizî! ”
Dekalog 7 bi qêrîniya zarokekê vedibe lê em wê nabînin. Kamera li hewşa xanûmanê derûdorê dimalê lê xwediya deng naxuyê. Ev deng dengê Anîaya biçûk e. Anîa, keça Ewayê ye. Di eslê xwe de Anîa, neviya Ewayê ye. Lê dema keça Ewayê, “Majda ”di 16 salîya xwe de bi halekî dimîne, malbat ji ber ku vê eybiya xwe bigirin, neviya xwe Aniya wek keça xwe nîşan didin û ew jî bi vê xeletiyê mezin dibe. Navbera Majdayê û diya wê Ewayê nexweş e. Jixwe dema em li fîlmê seyr dikin têdigihin ku navbera Majdayê û diya wê ne xweş e. Piştî Ewa, Majdayê diwelidîne edî bi halekî nabe û lewma çavreşiyê diavêjiyê. Majda bi karektera xwe keseke pasîf û bêqabiliyet e- ji zanîngehê hatiye qewirandin-, beravajî, diya wê Ewa xişîm e û serdest e, ew bê çi di malbatê de weke wê ye. Bavê Majdayê kesekî henûn î zelûl e her di odeya xwe de bi karên xwe ve mijûl e; guh dide Magdayê lê tiştek ji destê wî naye..
Di D7ê de em şahidî kefteleft û tekiliya di navbera du dêyan û du keçan dibin. Yek şerê Majdayê û diya wê Ewayê ye; ya din tekiliya Majdayê û qîza wê Anîayê ye. Ewa naxwaze Magda li keça xwe xwedî derbikeve û nezî wê bibe, çi ku li gor wê Ania êdî keça wê ye.
Heza ku Ewayê nedaye Majdayê, bi dilekî mişt hez dide Anîayê û wisa wê ji Majdayê ( ji diya wê ya heq) dipareze. Majdaya ku êdî ji vê rewşê bêzar e û hewcehiya wê bi “hezê, heza dêtiyê heye” biryarê dide ku keça xwe ji dêya xwe birevîne. Tekane kesa Majda bawer dike ku dê ji wê hez bike keça wê Ania ye. Bi vî şiklî Majda hêvî dike ku bigihije tahma hestên dêtiye. Çi ku di vê çîrokê de kesa ku ji hezê bêpar maye Majda ye, ji aliyê diya xwe ve nehatiye hez kirin. Lewma seyr e ku Magda tiştekî ku ya wê ye dê bidize. Dema Majda, Aniayê direvîne û dibe cem bavê wê, bav ji Majdayê re wiha dibeje: “belê te tu tişt nediziye, te tu kes qetil nekiriye lê tu yê bikaribî tişteke xwe bidizî !” Rave û şîroveya fermana 8. “tu yê nedîzî ” bi vê bûyerê dest pê dike. Diziya ku di D6 ê de tê vegotin ne diziya mal û milkê kesekî/ê ye; diziya milkê heza takekesî ye. Her çi qas ya ku heza wê jê hatiye dizîn Majda be jî ev yek bi sersarî û destûra wê bûye lewma cardin bi diziyê nikare heza xwe (keça xwe) li xwe vegerîne. Jixwe dawîyê Aniya ne li wê, cardin li Ewayê vedigere. Biqasî em ji d6ê fam dikin ev tevgera Majdayê çi qasî bi dilekî saf be jî piştî ku “tişteke ku ya wê bû” dîzî êdî heza wê, ji rastiyê dûr dikeve û ew têk diçe. Reva wê ya bi tena serê xwe jî vê yekê piştrast dike
Di vê beşa dekalogan de ji beşên din cûdatir, bêhtir aksiyon û tevger heye. Hêmanên weke revandinê, lêgerînê, gefê û hwd… Lewra di vê beşê de, ji ber têgihiştina bûyeran divê bêhtir diyalog hebûya. Herwekîdin nola beşên bihûrî di vê beşê de jî performansên lîstikvaniyê digihijin astên jor, nemaze lîstikvaniya Anîaya biçûk.
DEKALOG- OSIEM (8): “ Tu yê li hember cîranê xwe şahidiya derewîn nekî ”
Dekalog 8 fermana “tu yê hember cîranê xwe şahidiya derewîn nekî ” ji xwe re dike mijar. Lê nola beşên bihûrî yên dekalogan fermanê bi şiklekî din şîrove dike. D8, bi d2yê re tekiliyên xwe yî xurt hene. D8, bi meseleya “belênaya exlaqî” ya d2yê “Tu yê navê Xwedayê ku efendiyê te ye belesebeb bi lêv nekî” re birawirdî tê vegotin û gelek hinartin ji bo d2yê hene.
Zofîa, li Zaningeha Warşovê profesoreke etîkê ye û bi tena serê xwe dijî. rojekê Elzbietaya ku pirtûkên wê wergerandine îngilîzî ji New Yorkê tê serdana wê. Jixwe beriya hingê jî li New Yorkê hevûdu dîtine. Elzbieta dixwaze beşdarî waneyên Zofîayê bibe. Dema Zofîa li gel şagirtên xwe li ser belênayeke exlaqî (ev pirsgirêka exlaqî, ya di d2yê de ye) nîqaşan dikin, hingê Elzbîeta jî dixwaze çîrokeke rastîn ku di sala 1943yan de li Warşovê pêkhatiye vebêje: Keçeke yahûdî ya 6 salî ji bo wê ji Naziyan biparêzin û tehfîl ( vaftîz) bikin, dibin cem malbateke katolîk. Lê wê keliya dawî jina malê dibeje: li hember wî Xwedayê ku jê yeqîn dikin bo vê tehfîlê em ê nikaribin “şahidiya derewîn” bikin. Paşê vê biryara jinikê, jiyana keçika piçûk kiriye xetereyeke mezin de.
Kielowski ji babeta “şahidiya derewîn” çîrokeke kartêker û dramatîk diafirîne. Têsîrên gotin û tevgerên me –şahidiyên me- yên li ser “kesên din” vedixepêre. Paşê derdikeve holê ku Zofîa û Elzbîeta serlehengê wê çîroka ku di 1943yan de hatiye jiyîn in. Zofîa, ji bo ku wê biparêze derew nekirin û bi qasî direjahiya çil salî poşmanî û tawanbariya vê jiya. Çi ku êdî bo Zofîayê jiyana zaroyekî ji her îdealê û baweriyê giringtir e. Elzbîeta ji vê yekê metel dimîne û ji nerînên wê kêfxweş dibe. Tê dîtin ku li gor beriya çil salên bihûrî hizr û ramanên Zofîa veguherîne, ew edî xwedî nerînek sofîstîke û hûmanîst e, ne ew jina bawermend î Katolîk e (Jixwe Zofîa, ji bo xeletiyên xwe sererast bike bûye Profesora Etîkê). Seyr e beravajî Zofîayê, Elzbîeta bawermendeke jidil e. Herûdû jin hino hino li rabirdûyên xwe vedigerin û bi nişmî û diltenikî bi xeletî û tevgerên xwe re rûbirû dimînin. Zofîa sedema rastîn a redkirina wê jê re vedibêje û hevdû ji xeleka tengezariyê rizgar dikin.
Pêk ve li gor rexnegirên sinemayê, çiroka d8ê çi qasî kartêker be jî , di nav dekalogan de ji aliyê sînematografî û vegotinê ve beşa herî qels e, diyalogên karekteran yên bi hev re direj in , li gor beşên din hêma û metafor kêm in. Çîroka ku tê vegotin tevî giringiya xwe kin tê birrîn û zûka bi encam dibe. Girtinên kamerayê yê ji nêz ve nagihijine asta beşên din. Lê bikaranîna mûzîkê dîsa li astên jor e.
Kielowski dibeje, “gotin dikarin şahidiya me nekin û jiyanê li me teng bikin, her wiha dikarin bo jiyaneke nû derıyê dahatûyeke xweşbîn jî vekin” çîroka Zofîa û Elzbîeta jî heçku weha bûye.
DEKALOG- DZIEWIEC (9): “ Tu yê çav bernedî mal û şerefa cîranê xwe ”
Dekalog 9ê di nav dekalodan de, li gor min û gelek rexnegiran, yek ji wan beşên herî baş e. Bi vegotin, sînematografî, lîstikvanî û drama xwe ve zahf serkeftî ye. Di d9ê de çîroka jin û mêrekî zewicî tê vegotin, rexne li zewacên jiyana hevçerx û pirsgirêkên wê yên exlaqî tên kirin. D9, li gor beşên din beyî ku fermana 10emîn bi şîroveyên cûrbecûr vebêje, bêhtir girêdayî fermanê dimîne.
Roman, cerahekî serkeftîye û bi Hankayê re zewiciye lê zaroyekî wan nîn e. Carekê ji caran Roman mûayene dibe û pê dihise ku êdî ji hêla cinsî ve jar ketiye û dê nema bikaribe têkevê têkiliyekê. Roman, vê bobelata mezin a bi serê wî de hatiye jina xwe re par ve dike û dibeje ku: “ger bixwazî tu dikarî bi mêrekî din re tekîliyê deynî” lê Hanka vê gotina mêrê xwe hişkehişk red dike û dibêje ku “evîn di dilê însanan de ye; ne di neqeba pîjakên wan de” Lê paşê Roman pê hay dibe ku têkiliya Hankayê ji berê ve bi mêrekî din ra heye. Roman, dide pey şopa wan û seraqet çavderiya jina xwe dike û jê nefret dike. Raman, her çi qas seriyê pêşî gotibe ku Hanka dikare tekiliyê bi mêrekî din re deynê jî, ji vê rewşê gelekî aciz dibe û ji jina xwe didexise, ango çav berdide jina xwe. Nola bûyerên di dekalog 7ê de, Roman dikeve rewşa tiştekî ku ya wî be û wê bidîze. Dema ku Hanka hîs dike ku mêrê wê şikan dike, tekiliya xwe ji mêrikê din dibire û sozê ji Roman re dide ku dê êdî tobedara wî be û xwedî li zaroyekî jî derbikevin. Lê Roman bi temamî jê piştrast nabe û piştî ku cardin şikan jê dike întîxar dike. Romanê ku ji mirinê difilite, dielime ku jina wî vê carê îxanet lê nekiriye û li ser soza xwe bûye. Pîşt van bobelatên mezin ku Roman û Hanka dijin, ew ji xeletiyên xwe vedigerin û tê digihijin ku çi qasî jêv hez dikin!
Dema fîlim dest pê dike ji me we ye ku dê Roman fermanê binpê bike; beravajî mêrekî din çavê xwe berdide mala wî. Kielowski, vegotinê di ser Romanî re vedibêje û em bi çavên Romanî ve şahidiyê li bûyeran dikin. Heçku Roman vegêrê çîrokê be kamera seraqet dide dûv şopa wî. Ev teknîka ku di d9ê de tê bikaranîn bîneran dike şirîkê eşên Roman bixwe û rewşa ku ew tê da ye. Her wiha di fîlm de gelek hemanên dîtbarî û sînematîk hene ku vegotina çîrokê xurttir dikin:
1) Ew kesê nenas û sirdar: Ew di her beşa dekalogan de heye – ji xeynî dekalog 10ê – û di her beşê de serhonazê rola veguherîn û berovajîkirina bûyeran e. Dema Roman bi xezebekê biskilêtê diajo, ew jî li wira dixuyê; hingê em fam dikin ku dê tiştine ne li rê biqewimin; axirî Roman întixar dike.
“Ew kesê nenas û sirdar”
2) Çavikê torpîdoyê: Her gava ku Roman, bêhizûr e torpîdo ji ber xwe ve vedibe. Dîsa careke ku torpîdo ji ber xwe ve vedibe, Roman tê da lenûskekê dibîne ku wê jê re bibe cihê nexweşiyê.
3) Girtinên kamerayê yên ciyawaz: Kielowski dema ku dîyalog dest pê dikin hin caran yan ji lîstikvanan yekî xumamî dike yan jî sîtava wan di dereke din re digire. Armanca wî ev e; dema diyalog çêdibin dixwaze reng û rûçikê rûyê her karekterî di yek çarçoveyê de nîşanî me bide.
4) Lîstikên reng û roniyê: Dema ku Roman û Hanka di asansorê de ne, taritiyeke kor hûkim li nava asansorê dike; pey re roniyeke ku carina li ser Romanî ye û carina li ser Handayê ye mînakeke sînematografîk î mûezem pêşkeşî me dike. Ev teknîk û fêlên sînematîk ku Kielowski bi hosteyî bikartîne, vegotin û atmosfer û tesîra fîlimê dûqat zêde dikin. Kielowski her çilo vegotibe jî rastiyek heye ku dê gelek kes li ser birawestin: ew hostayê vegotina metaforîk e. Di vê beşê de jî ev vegotin digihije astên bilind ku ji bo fîlmên wî yên di pey Dekalogan re bûne nûmûne û mestere!
Her wekî din di fîlimê de çîrokeke din jî heye ku helîpanî (paralelî) çîroka esas tê vegotin. Çîroka keçeke ciwan î ku dê li ba Roman, ji qelbê xwe emeliyat bibe. Ev keçik, xweyî dengekî nûwaze ye. Emeliyata wê zahf bi rîsk e dibe ku bimire. Dêya wê, ji ber ku keçik bikaribe stranan bibêje dixwaze ku emeliyat bibe lê keçik bes dixwaze bijî; jiyînê ji her tiştî, ji gotina stranan girîngtir dibîne. Em vê keçikê bes li gel Roman dibînin, dema ku Roman hino hino destê xwe ji jiyanê dişo û hêviyên xwe wenda dike. Lewma hebûna vê keçikê, ji bo ku Roman têbigihije yektabûna jiyînê girîng e.
DEKALOG- DZIESIEC (10): “ Dê xwedayek te nebe ji xeynî min pê ve ”
Beşa dawî ya dekalogan bi fermana yekem a herî giring diqede:“dê xwedayekî te nebe ji xeynî min pê ve.”Çi ku ev beş bi hin fermanên din re têkildar e. Dekalog 10, çîroka du birayên ku xwedî li mîrateya bavê xwe derdikevin û serpehatiyên ku ji ber vê dijîn vedibêje. Lê vegotina vê çîrokê vê carê ne “trajîk” lê “trajîkomîk” e. Bavê Jerzy û Artur ku xwedî koleksiyoneke pûlan ya dewlemend bûye “ev pûl” weke “Xwedayek” ji xwe re ditîne û jiyana xwe di rêya vê berhevkariyê de rizandiye. Lê li gor fermanên Xwedê ev qedexe ye. Lê piştî ku bav dimire; kesên ku çavê xwe berdidin “koleksiyona pûlan” derdikevin û dixwazin herdû brayên ku ji vî karî fam nakin bixapînin. Lewma d10, hinekî jî bi vê fermanê re têkildar e “tu yê çav bernedî mala cîranê xwe( dekalog- 9)”
Dawiyê herdû bira piştî gelek tevdîran jî tên xapandin û mîrateya bavê xwe ku wî emrê xwe li ser kiribû, ji dest didin. Piştî van herdû birayên ku bi salane hevûdû nedîtibûn têne xapandin, pêşî şikê ji hev dikin lê pey re bi tiştên bûyî dihisin û çêtir têdigihijin wateya malbatbûyînê; lewma edî bedela gunehên bavê xwe jî dê ew bidin –tu yê ji xwe re hêmayên çêkîrî bi dest nexî. Lewra ez ew Xwedayê efendiyê te Xwedayekî hesûdî me; gunehên bavan dikim stuyê zaroyan (dekalog- 1) Jerzy û Artur, tevî ku beriya hingê ti wate nedabin tevgerên bavên xwe yên “koleksiyonkariyê” jî dê êdî wî fam bikin û bi wextê re têkevine dewsa wî.
Kielowski di vê beşa dawî de sînematografiya xwe diguherîne û atmosfereke zelal û sayî diafirîne û vegotineke îronîk hildibijêre. Dijberiya ewil, di navbera herdû brayan de derdikeve: Jerzy, xwedî mal û zaro ye lê bêşexul e; brayê wî Arthur azib e, di komeke rockê de solîst e, li gor birayê xwe bêtir diltenik e. Dema em bala xwe didin herdû karekteran, vê yekê baş dibînin. Herwiha ev atmosfera di vê beşê de diguhere derheqî jiyana Polonyayê ya hingê de jî agahiyan dide me. Çi ku ev beşa dawî ya dekalogan beriya ku hikûmeta komînîst ya Polonyayê ji ser hukim dakeve bi bîst rojekî hatiye girtin. Cudahiyeke vê beşê jî ev e, ew kesê nenas û sirdar ku di her beşa dekalogan de dixuya di vê beşê de naxuye. Kielowski ev kes wek “dilrehmiya karekterên din” jî nîşan dida lê ji ber ku ev herdû bira zedê bi rehm û saf in, di vê beşê de em çav li wî nakin. Pêk ve Kielowski di vê beşa dawî de fermanan giş bi devê Arthur cara dawî bi lêv dike. Li sehneya ‘ewilî ku fîlm vedibe Arthur li ser dikê ye, bi awayekî ji hişçûyî stranekê dibeje û yek bi yek fermanan binpê dike: “ bikuje, zinayê bike, bidize, li dê û bavê xwe bide…!”