Kovara Temaşe
  • Destpêk
  • Nivîsxane
  • Blog
  • Nivîskar
  • SîneNûçe
  • Podcast
  • Derbarê Me
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
Trending
  • Pîrebok
  • Mamosteya Pîyanoyê: Lêkolîneke Psîkoanalîtîk li ser Zordarî û Kontrola Zayendî
  • Mînîmalîzm û Sînema I
  • Hunermendîya Yilmaz Guneyî
  • Nêrîneke Sêyemîn Li Ser Têkilîyekê (The Touch)
  • Li Gorî Dahûrana Semîolojê Ya Christian Metz Mekan Di Kurtefîlmê Azad De – II –
  • Fîlmeke ji Orijînala Xwe Çêtir: Copie Conforme
  • Film a Dengê Bavê Min yan jî ‘Kerba Me ya Em li Ber Bayê Wê Dikevin’
Facebook X (Twitter) LinkedIn Pinterest RSS
Kovara Temaşe
Leaderboard Ad
  • Destpêk
  • Nivîsxane
  • Blog
  • Nivîskar
  • SîneNûçe
  • Podcast
  • Derbarê Me
  • Kunye
Kovara Temaşe
You are at:Home»Bo Çapemenîyê

Bo Çapemenîyê

[wpdm_package id=’169′]

[wpdm_package id=’193′]

[wpdm_package id=’199′]

[wpdm_package id=’191′]

[wpdm_package id=’190′]

[wpdm_package id=’192′]

[wpdm_package id=’246′]


Danezan

Kovara Temaşeyê li ser malpera xwe ya fermî hate weşandin. Piştî vê pêngavê, êdî her demsal ango 3 mehan carekê dê bê weşandin. Kovar ji serî heta binî li ser înternetê ye, bi awayekî PDF tê daxistin.

Xwedî û berpirs Mehmûd Beyto û Cîhan Ulus in, du xortên jîr û jêhatî ne. Ji bilî kar û barên xwe wekî hezkiriyên sînemayê dest avêtine vî karê pîroz.

Armanca mezin a kovarê ew e ku pêşî famkirin û rexneya sînemaya cîhanê paşê jî sînemaya kurdî, sermiyana kurd û kurdewariyê; ax, ziman û çanda kurdan bi nêrîn û rexneyan derxin ber sînemahezan.

Ji destpêka sînemayê heta sînemaya ewil ya Amerîkayê, sînemaya Hollywoodê, Pêlen nû yên sînemayê, sînemayên netewî û her wekî din sînemaya serbixwe û ya aktuel jî tê de cîh digire. Bi van sernavan Kovara Temaşeyê dikeve bin barekî mezin î giran û bi saya serê sînemahezan ev bar wê gelekî sivik û şêrîn bibe.

Sînema heta ku giha rojama di gelek dewr û qonaxen de derbas bû, ji bo wê jî gelek alî û hêlên sînemayê di kovarê de cîh girtine. Fîlmên bêdeng, fîlmên kult, rêzefîlm û anîme tê de ne.

Ji bo destpêkê û hejmara yekem, mijarên li gor wê derketine pêş. Nivîsên li ser destpêka sînemayê û destpêka Sînemaya Kurdî hene, paşê ji mijarên roja me serpêhatiyeke biçûk û rewşa Netfliksê, wekî gelek cureyan mîzaha di nav sînemayê de hatiye nirxandin.

Ji aliyê din ve derhênerên mezin Charlie Chaplin, Steven Spielberg, Thedoros Angelopoulos û Milos Forman bi fîlmên xwe hatine nivisandin.

Derhênerê kurd yê navdar Ali Kemal Çinar roportajeke têr û tije daye kovarê û him fîlmê xwe him jî rewşa sînemayê diaxive.

Rexneya pirtûka Mizgin Arslan ya ku bi tirkî hatiye nivisandin “Sînemaya Kurdî: Bêwelatî, Sînor û Mirin” di kovarê cih girtiye.

Ji bilî van fîlmên kult yê bi navê “12 Zilamên Hêrsok” û fîlmê “Bêkas” di kovarê de ye.

Rêzefîlma Mindhunter ji aliyê sûc û tawanê ve hatiye lêkolan. Herwiha anîmeya kult ya bi navê Sîmyagerê Pola: Biratî jî hatiye nirxandin.

Kovara Temaşeyê fîlmên ro û rojeva me jî daye nasandin û bi navê termên sînemayê ferhengokek amade kiriye. Her hejmar dê peyvên nû lê bêne zêdekirin.

Ji bo fîlm amûra sereke kamera jî bi tevger û hereketên sereke hatiye nasandin.

Kovara Temaşeyê bi sermiyaniya kurdî û kurdewarî berê xwe daye sînemaya cîhanê û ji wir dîsa vedigere mala kurdan û sînemaya kurdî dide temaşekirin.

Nivîsxane
Îlon 10, 2023

Pîrebok

Îlon 10, 2023

Mamosteya Pîyanoyê: Lêkolîneke Psîkoanalîtîk li ser Zordarî û Kontrola Zayendî

Îlon 10, 2023

Mînîmalîzm û Sînema I

Îlon 10, 2023

Hunermendîya Yilmaz Guneyî

Îlon 8, 2023

Nêrîneke Sêyemîn Li Ser Têkilîyekê (The Touch)

Îlon 7, 2023

Li Gorî Dahûrana Semîolojê Ya Christian Metz Mekan Di Kurtefîlmê Azad De – II –

Îlon 6, 2023

Fîlmeke ji Orijînala Xwe Çêtir: Copie Conforme

Îlon 5, 2023

Film a Dengê Bavê Min yan jî ‘Kerba Me ya Em li Ber Bayê Wê Dikevin’

Îlon 4, 2023

Di Sînemaya Kurdî da Mîladbûna Fîlma “Cîran” a Mano Xelîlî

Îlon 3, 2023

Fîlmên Temaşeyê: Creed 3

Copyright © 2023 ThemeSphere. Powered by WordPress.
  • Destpêk
  • Nivîsxane
  • Blog
  • Nivîskar
  • SîneNûçe
  • Podcast
  • Derbarê Me
  • Kunye

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.