Martin Luciano Scorsese di 17ê Mijdara 1942an da li New Yorkê ji dayik bûye. Xelata Akademîyê, BAFTA û Golden Globe (Girovera Zêr) wergirtîye. Scorsese derhêner, senarîst û amadekar e. Di sala 1997an da Enstîtuya Fîlman a Amerîkayê (American Film Institute) AFI Xelata Serkeftina Jîyanê (AFI Life Achievement Award) pêşkêşî wî kir. Wî di sala 2007an da Xelata Oscarê ya Derhênerê Herî Serkeftî bi fîlmê xwe yê bi navê The Departedê (Yên Mirî) wergirt. Ji malbateke Îtalî-Amerîkî tê.
Di zaroktîya xwe da nexweşîya wî ya bêhntengîyê (astim) hebû. Ew di sala 1960î da li parêzgeha New Yorkê dest bi beşa sînemayê dike. Di sala 1966an da mezûn dibe. Di sala 1966an da li Zanîngeha New Yorkê di beşa fîlman da masterê werdigire. Ew yek ji nûnerên hêja yên ku di nav tevgera Pêla Nû ya Amerîkî da ye. Ji bilî avasazîya xwe ya sînematografîk, lêgerînên wî yên dramatîk ên bingehîn hene ku çîrok û karakterên xwe yên ku bi hêmanên sûc, dadmendî, tundî û xrîstîyanî ava kirîye û ev karekter serkeftî bûne. Ji bo ku bi şêwaza vegotinên xwe yên di navberê yan jî dawîyê da dest pê dike di fîlmên xwe da bi kar anîye, fîlmên wî bûne yekpare. Derhênerîya klîba Michael Jacksonî ya strana Bad jî kirîye.
Niha jî ez ê li ser fîlmê wî yê bi navê Silence (Bêdengî, 2016)yê bisekinim. Fîlm li ser wan kesan e ku rastî tundî û zordarîya du keşeyên di sedsala 17an da tên. Fîlm, bi du keşeyên ku dixwazin xiristîyanîyê belav bikin û mamosteyê xwe yê wenda bibînin va dest pê dike. Mamosteyê wan hem bi rastî wenda ye hem jî ji ber ku ji dîn derketîye, wenda tê qebûlkirin. Du keşe Sebastião Rodriguez (Andrew Garfield) û Francisco Garupe (Adam Driver) bawer nakin ku mamosteyê wan xwedayê wan red kirîye û ji bo rastîyê hîn bibin diçin Japonyayê. Gava tên Japonyayê şidet û zilmê dibînin. Katolîkî û hebûna katolîkan li Japonyayê qedexe ye. Li vir kesên ku bûne xiristîyan divê xwe veşêrin, heke wisa nekin wê bi îşkenceyî wan bikujin. Rodriguezî dema van êş û zilman dibîne carinan bêdengîya Xwedê ya li hember vê fêm nake û ji xwe ra dibêje divê çima evqas êş bikişînin. Ê ji xwe di serê fîlmê da Kichijiro dibêje ez ne xiristîyan im, li Nagasakîyê xirîstîyan dimirin. Gava mamosteyê wan Rodriguez dibîne ku dev ji dînê xristîyanîyê berdaye, Ferreira (Liam Neeson) jî wê demê di perestgehekê da dixebite û navê wî jî hatîye guhertin. Navê wî kirine Sawano Chūan. Li ser astronomîyê nivîsan dinivîse. Ferreira dibêje: “Li vir agahîyên girîng hene. Li ser bijîşkî û astronomîyê zehf tişt hene ku divê meriv wan hîn bibe. Ez kêfxweş im ku alikarîyê dikim. Axirê ji bo ku ez bi kêrî vî welatî têm ez bextewar im.” Her wiha Ferreirayî pirtûkek nivîsandîye ser xeletîyên xiristîyanîyê.
Du replîkên ku bala min kişandin: “Divê meriv midaxelayê li rihên kesên din neke. Divê bi rêbaza we û bi ya Buda ji yên din ra alikarîyê bikin. Di vê mijarê da her du dîn jî wekî hev in.” û “Ez zêdetirî 15 sal in li vir im û vî welatî ji te baştir nas dikim. Dînê me nikare li vir mezin bibe. Dainichi Xwedayê wan e, Dainichîyê wan tav e, kurê Xwedê ye. Di pirtûkên pîroz da dinivîsin ku Îsa roja sêyemîn da vejîyaye. Lê li Japonyayê kurê Xwedê her roj vedije. Japon ji bilî xwezayê hebûna tiştekî din nafikirin. Bo japonan tu tişt ji merivan ne mezintir e. Ramanên me yên Xwedayê xiristîyanî nikarin fêm bikin.”
Ka em jî piçekî bifikirin. Eger bav û kalên me jî wekî Japonan dev ji dînê xwe bernedana îro dê rewşa me çawa bûya? Gava ku min ev fîlm temaşe kir min zordarîya japonan nedît, min berxwedanek dît, min dilsozîyek dît û min rêz li wan girt. Eger me jî dest ji zerdeştîyê nekişanda niha dê rewşa me çawa bûya? Mijar ne tenê dîn e. Hêdî hêdî mezinên me tawîz dan û hê jî em wan tawîzan didin. Piştî guhertina dîn, zilm û tundî li jinan kirin, jin kirin bermalî. Mêr bûne mêr lê ka mêranîya wan. Mêr ji jinên xwe ra bûne şêr û piling lê ji dijminên xwe ra bûne se û pisîk. Helbet hemû ne wisa ne lê rewşa piraniyan wiha ye.
Ka em piçekî bifikirin û pêşbîniyekê bikin! Me dev ji dînê xwe berda û em çûn ser dînên hovan. Niha jî me hêj aqil negirtîye. Em xwedî li zimanên xwe dernakevin û zimanên hovan diparêzin. Heta hindek bêhiş jî hebûna xwe qebûk nakin û dibêjin em ji nijadekî din in. Erê, hindek navên kurdî li zarokên xwe dikin lê ka ji wan zarokan çend kes bi kurdî dizanin! Çima derhêner, nivîskar û amadekarên kurd fîlm û rêzefîlmên kurdî çênakin? Hindek jî hene ku fîlmên bi kurdî çêdikin lê nîvê zimanê wan zimanê hovan e û dibêjin ev komedî ye. Na bavo! Ev ne komedî ye, ev nezanîna we ye. Hindek jî hene klîb û fîlmên xwe bi kurdî çêdikin lê gava kêşana wan diqede gelemperî bi zimanên din diaxivin. Gotineke mamosteyê min Nezir Ocek heye dibêje “Ziman mifteya derîyê çand û hunerê ye.” Bi rastî jî wisa ye. Divê meriv henekên xwe bi zimên neke! Hişmendîya neyaran xistin nav me. Bi wan henekên qirêj nekenin û xwe aciz bikin da êdî neyên kirin. Çima kurd gelemperî çendziman in, çima têne bi kurdî nizanin? Çendzimanî ne tiştekî xirab e lê divê em li bingeha vê mijarê bifikirin. Meriv rexneyan li dostên xwe digire! Werin êdî em vegerin ser çand, kelepûr û hunera xwe. Kurdî têra hemû tiştan dike. Ziman hebûna me ye. Ji ber ku sekneke me ya hişk tune ye rewşa me ne baş e. Di hindek mijaran da serhişkî tiştekî baş e! Bi rastî jî ez li hember sekna japonan a di vê fîlmê da pir hestîyar bûm û min ji xwe ra got xwezî yên me jî wisa bikirina. Dema dê, bav û zarokên me tên kuştin em dibînin û hay jê dibin lê dema roj bi roj çand û zimanê me tê kuştin û tunekirin em nabînin, çima? Hebûna prensîban tiştekî zehf girîng e. Werin em ji xwe ra prensîban çêkin, em zorê bidin xwe û em bi zarok, malbat, heval û neyarên xwe ra jî bi kurdî biaxivin. Piştî demekê wê serkeftineke neteweyî were bidestxistin. Serkeftinên ferdî hene lê ne bes in.
Niha hin kes dê bibêjin gelo em dîsa hatin ser mijara zimanî? Erê em dîsa hatin ser vê mijarê û hemû mijar jî ev e. Scorseseyî di vê fîlmê da bi gelek awayan em hûnandin. Fîlmekî xweş bû. Pêşnîyazîya min ew e ku her kes lê temaşe bike û li ser bifikire. Dîsa ez dixwazin ku êdî em jî xwedî li çand, kelepûr, huner û jîyana xwe derkevin û bi dilê xwe jîyana xwe bijîn.