“Kaînat ji çîrokan hatiye çêkirin, ne ji atoman” – Muriel Rukeyser
Fîlmê Kazim Oz yê bi navê ‘Bahoz’ (2007), panorameya dîrokeke nêzik e û kêm-zêde taybetmendîyên tevgereke siyasî temsîl dike. Kazim Oz, ji Kolektîfa Sînemayê ya NÇMê ye, siyaseta kurdî baş dizane û ji hundur ve (ji malê) nêzê bûyeran dibe lewra fîlmê Bahoz ji van têkiliyan peyda bûye. Piraniya lîstikvanên vê fîlmê bê tecrube ne û ev projeya han di encama xebatên ezmûnî de derketiye holê. Çîroka vê fîlmê ji aliyê Kazım Oz ve di sala 1997an de hatibû nivîsandin. Fîlm, çaxa Cemal ê Dersimî rê dikeve û diçe Zanîngeha Stenbolê, dest pê dike û çaxa ji Stenbolê vedigere û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê jî xelas dibe. Cemal li gundekî feqîr ê Dersimê dijî, (resimê nebî Elî û wêneyê Ataturk bi dîwarê male ve darda kiriye) ji bo fakulteya îktîsadê bixwîne tê Stenbolê. Demekê ji dersan û ji fakulteyê canbêzar dibe û wextê xwe bi hevalên a-polîtîk re derbas dike. Piştî demekê ne bi dilê xwe lê bê hemdî, xwendekarên kurd yên welatparêz nas dike û heyata wî ji binî ve diguhere. Bahoza salên 90î ya li her derê welêt digobilî, ew jî kişande hundurê xwe. Bêguman “Bahoz” ne çîroka mexdûriyetê ye, çîroka serhildanê ye. Fîlmeke siyasî ye û di navenda vê fîlm de xwendekarên Kurd yên çalak hene.
Hinek sal hene bereka (îstîqamet) dîroka hinek miletan de roleke girîng dileyîzin. Salên 90î ji bo Kurdan salên wisa bûn. Di van salan de terora dewletê gêhîştibû asta herî jor. Gund vala dikirin, dişewitandin, xelk dikuştin (yên ew dikuştin ser inda bûn) û xelk binçav dikirin û ti kesî jî nikaribû bigota wan, serê sola we xwar e û gelek normal bûn ev kirinên wan, qanûn tunebûn. Dewletê li xwe kiribû hêwirze û nikaribû mîna berê hukim li kurdan bike lewra dest avêtibû darê zulmê û li gel torosên spî (sembola desthilata wê serdemê) mîna gurê har bi cane xelkê ketibû û guh nedida heq-huquqê ti kesî. Şerê qirêj, dewlet kiribû amûra sûc û mirinê. Li gel van tevgerên hovane û wan rojên ne xweş, kurdan jî li ber xwe didan û salên 90î di dîroka Bakurê Kurdistanê de ji aliyê siyasî ve salên herî bi ‘Bahoz’bûn. Vê Bahozê (pêlên serhildanê) bermahiyên kolonyalîzmê dabû ber xwe û ew rapêşî nav wêranên raboriyê dikir. Tirsa xelkê şikestibû û bîr û baweriya rizgarîyê gelekî bi hêz bûbû û wê bîr û baweriyê her kes pêçabû. Kurdistaniyên heta wê gavê nediwêrîbûn likim bikin (karker, rêncber, jin, hevzayend, zarok, ciwan û hwd.) tevî wê qonaxa rizgariyê bûbûn. Hêrs û serhildan wekî çemekî har diherikî. Ev guherîna hanê li gor wê demê gelekî radîkal bû, ciwan pir rêkxistî bûn û wan li her dere agirê serîhildanê hil kiribûn û zanîngeh jî bûbûne kozika berxwedanê û ‘Cemal’ jî di nav wan de bû. Zêde dû-dirêj nabe û Cemal jî dikeve navenda wê ‘Bahoz’ê, hinek hevalên wî tên binçavkirin û di hefsan de gelek zor li wan têne kirin, hinek hevalên wî û rewşenbîrên wekî Apê Mûsa li kuçe-kolanan têne qetilkirin, hinek kurdên têne metropolên tirkan, ji aliye nîjadperestên tirk ve ji ber ku di otobusan de kurdî xeber didin têne şermezarkirin û dikin wan ji otobusê peyayî jêr bikin û hwd. Bi kurt û kurmancî nasnameya kurdan di bin zext û zorê de ye dewleta romê ji bo kurd şiyar nebin dest avêtiye darê zorê. Cemal ê bi çavê sere xwe vê zulm û ziraretê dibîne, dibe kesekî sîyasî û xweyî biryar. Bi qewlê Sema Kaygusuzê ve, ‘Nasname tişteke wisa ye carinan meriv cûmê hundurê wê dibe carinan jî bi ser wê dikeve. Hetanî hinekan ew nekirana çavên me ji bo em bizanibin bê ka em çi ne û çi nînin, ti wateyeke wê ya ji bo jiyanê jî nînbû. Nasname hêlîneke dunyewî ye û em pê heyî dibin û çaxa dibe tûmek û em xwe pê digirin vediguheze û dibe keleke wisa, em hem dibine dîlê wê ne hem jî dibine şervanên wê lewra ew nayê zeft kirin (2012: 245). Wî Cemal ê xwe înkar dikir û tenê xwe wekî elewiyekî pênase dikir û ji siyasetê direvî, mir û yekî din hate dewsê. Wî xwe ji hemû şopên asimilasyonê û kolonyalîzmê verotibû û wî nasnameya kurdî ji xwe re kiribû mertal.
Di fîlm de, têkiliyên kurdan yên bi çepgirên tirkan re ciyekî girîng digire. Bêguman tevgera kurdî ya nûjen di salên 1960î de di nava çepgirên Tirkiyeyê de zîl veda. Ji ber vê yekê tevgera kurd, roja peyda bû tevgereke çepgir bû. Nakokiyên îdeolojîk di salên 1970î de wan ji hev dûr dixe û salên 90î de jî wan ji hev birr dike. Kemalîzim û şovenîzima çepgirên tirkan bûye sebeba vê birr bûnê. Perdeyeke reş hatiye li ber çavên çepgirên tirkan û wan tu carî qebûl nekiriye ku Kurdistan hatiye dagirkirin û wan ev bi îdeolojîya kemalîzimê ve girê dane û gotine ev pêşverûtî ye. Ev helwesta kêm dîtinê û quretiya serdestan di fîlm de jî dixuyê. Mijarên wekî boykotê di nava komeleyên xwendekaran de dibe sebeba nîqaşan lê xwendekarên kurd xema tiştekê naxwin û her du tevger ji gelek aliyan ve ji hev cuda ne. Hin caran li dijî faşîstan tifaqan çêdikin lê êdî ava wan di çemekî de naherike. Zanîngeh ji bo xwendekarên kurd ‘bo doza wan ya sereke’ bûbû pireyeke demkî. Doza wan ya sereke rizgariya Kurdistanê ye û her tişt ji bo azadîya welat e û reformên ji bo zanîngehê têne kirin û parastina mafên xwendekaran piştî wan tê. Nostaljiyeke têkçûnê xwe li xwendekarên çepgir yên tirk dipêçe lê li xwendekarên kurdan ber’eksê wan jixwe bawer dikin ku wê bi ser kevin. Çepgirên tirkan têk diçin û ji qadê vedikişin lê kurd dewsa xwe ne, li qadê dimînin. Tu dibêjî qey wê sibê şoreşek çêbibe û ji bona wê li hemû qadan amadekariyan dikin. Ev ruhê salên 90î bû, her kesî ji xwe bawer dikir, hêz û bawerî ji wan re bûbûne çek.
Taybetmendiya fîlmê Bahoz ev e; wêrekiyek heye lewra nakokiyên di navbera jiyana rêkxistî û rewşên normal yê mirovahiyê, hema eşkere radixe i ber çavan. Ji her çîneke civakî xwendekar tên temsîl kirin, meylên wan jî ji hev cuda ne. Bi hev re dikenin, tiraneyan dikin, xemgîn dibin, dizîyê dikin û li dijî faşîstan şer dikin. Coş û germahiya rêhevaltiyê di hemûyan de heye û wisa bi hev ra dijîn. Ev, hem wê enerjiya jiyanê li ber meriv dixe hem jî taybetmendiyên wê jiyana ku daxwaz û evînê difetîsîne derdixe holê. Di jiyana rêkxistî de cihê evînê û bi hev şad bûnê tune ye. Lê em di gel hemû qedexeyan dîsa jî evînê û bi hevşabûnê dibînin, pêşî li van nayê birîn. Bêguman di fîlm de evîn û erotîzm heye ji ber ku xwendekar nameyên hev di tuwaletan de û bi dizîkava dixwînin û di malên xwe de di nav wan nivînên qirêj da ji hev awiran didizin. Sema Kaygusuz di nivîsa xwe ya derbarê fîlmê Bahozê de ji bo vê rewşê dibêje: “Bi hev şa bûn digel rêxistinê hevşabûn e” (Sema Kaygusuz, Taş Eğretilemesi, syf.247, Bu Kapıdan Gireceksin, Metis Yayınları, Hazırlayan: Umut Tümay Arslan). Di jiyana şoreşgeran de her kes piçekî nobedariyê li laşê kesekî din dike. Li Rojhilata Navîn, di qada siyasetê de têkiliyên dildaran her dem wekî nîşana dejenerebûnê tê hesibandin. Exlaqê şoreşgerî bi demê re vediguhere exlaqê feodal, gelek caran jiyana taybet heta roja qiyamêtê (şoreşê) tê paş xistin. Mixabin di nava jiyana rêkxistî de derdekî bê derman heye, ew jî guman e. Her kes ji her kesî û ji her tiştî dikeve şikê. Di fîlm de karakter ê herî şerîn û şapat Evdilbaqî ye. Piştî zemanekî hîn dibin ku ew xwendekarê beşa hiqûqê nîne. Li ser vê yekê her kes dikeve şikê û şikê dibe ser ku Evdilbaqî polîs e. Heta hevalên wî yên bi hev re nan-avê dixwin jî dibine paranoyak. Paşê diyar dibe ku tew ew ne xwendekarê zanîngehê ye jî. Xortê welatparêz û delal, ji ber zexta malbata xwe derew kiriye û bi nasnameyeke sexte ketiye zanîngehê. Ev rewşa paranoyak a kolektîf, taybetmendîyên tarî û nebaş yên jiyana rêkxistî ne. Îro ji yekî re bigotana heval, ji nişkava û sibetira rojê ew kes dibû yekî xayîn. Şert û mercên xiyanetê li gorî kesan û bûyeran pirr rihet tê guhertin. Rexne û xwerexnekirin di platformên wiha de dibine çekên xeternak û gelek caran kesayeta mirovan birindar dikin. Helbet fîlm balê dikşîne ser vê çanda siyasî ya neyînî jî. Bahoz di gel ew qas îşkenceyê, zilmê û îxanetê dîsa jî dev ji hêviyê bernade û vedigere welatê xwe. Dema li ferîbotê siwar dibe dibîne ku hinek li ser feribotê cinazeyekî rêwî dikin. Dema hêsir ji çavên dayikan diherikin, Cemal matmayî dimîne û ji ber tirsê reng lê diqemite. Cemal ji vê tofanê, ji vê jiyana bi kul û keser direve û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Li gorî Cemal, rizgariyê û hêviyê xwe li pişt çiyayan veşartîye. Wî biryar daye ku bibe şervan. Ji xwe fîlmê Bahoz li ser çalakîyê hatiye çêkirin û piştgiriyê dide çalakîyê. Fîlm, hesteke wiha li meriv peyda dike: Yên mafdar, dikarin bi hevra bi ser bikevin. Tevî dirêjiya xwe ya hewcedarî pê tunebû, dîsa jî gava dawî lê tê mirov dibêje: “Wî dayê çi Bahozek li min rabûye!”
Bahoz ne fîlmeke bîranînê ye, belgeyeke dîroka zindî ye. Derhênerên kurd yên ji nifşa nû, ku ‘Foucault’ ji wan fîlman re dibêje “dij-dîrok’’ çedikin û dîroka fermî ji serî heta binî berovajî dikin. Bi kurtasî ew bi çîrokên xwe yên piçûk, dîroka serdestan tîş û bertîşî dikin. Ji bo bindestan çîrokên şoreşgeriyê xweyî hêzeke mezin in. Çîrokên bi vî rengî derfeta xeyal kirinê dide bindestan û bindest bi van çîrokan dikarin jiyan û cîhana xwe biguherînin û dinyayê ji nû ve biafirînin. Rastî û dîroka nepen ji çîrokan hatine palandin û bi vî rengî derketine holê. Di afirandina dîrokê de çîrokên derbarê rola mirovên piçûk, di nav mija vegotinê mezin de winda bûye. Eduardo Galeano li ser dîroka fermî dibêje: “Bêhnhildan û bêhnberdana dîroka belengaz, sekiniye; dîroka di nav metnên akademik de îxanet lê hatîye kirin, derew li çîn û gelên bindest kiriye, di nava dîrokan de hatiye xeniqandin, di muzexaneyan de hêsîr hatiye girtin û ew li gel çelenkan di bin peykerên bronz û bîreweriyên mermerî de hatiye defin kirin.’’(Eduardo Galeano, Ateş Anıları, Sel Yayıncılık, syf.15). Ji ber wê çîrokên piçûk, pir girîng in û gişkan (bindestan) di dîrokê de didine xuya kirin. Çîrokên şoreşgeriyê hestên şoreşgerî diafirînin, ev hestên şoreşgeriyê jî vediguherine bûyerên şoreşgeriyê. Mirovên bindest bi van çîrokan xwe wekî careke din hatibine afirandin hîs dikin. Di navbera xwe de dibêjin: ‘’Heke ew karibin li wir bikin, em jî dikarin li vir bikin”. Efsane û çîrok hesteke aîdiyetê diafirînin û bindestan tevî pêvajoya dîrokê dikin. Ji bo Walter Benjamin şoreş îlhama xwe ji bîranînên bav û kalan digire û wan wekî çavkanî nîşan dide. Çîrokên bav û kalan yên serhildanê, xewnên şoreşgeriyê yên neviyan geş dikin.
Xema vê fîlm ev e; dixwaze guherîna ciwanên kurdan û guherîna civaka kurdan nîşan bide, lê belê meriv dikare bibêje polîtîkayên dewletî zêde negûherîye, diyar e ku niyeta wî ya guhertine jî tune ye. Ciwanên kurd hîna jî aktorên aktîf yên siyasetê ne û ewana xwebixwe pêşeroja xwe ava dikin. Mîrateya salên 90î, di warê çand, huner û siyasetê de bandora xwe didomîne. Dewleta tirk jî van ciwanên kurd yên polîtîk ji xwe re wekî dijminên mezin dibîne û hewl dide vê tevgera ciwananan ji siyasetê dûr bixe, vê enerjîyê ji navê hilîne. Bêguman dîrokê bi hezar caran şahidî kiriye, yên mafdar wê rojekî bi ser bikevin.