“Jîyan nazenîn e…”
“Wek destpêkê di dawîyê da jî rêwîtî heye.” Theodoros Angelopoulos
Fîlmê derhênerê hosta Theodoros Angelopoulos yê bi navê Eternity and a Day (Bêdawîtî û Rojek, 1998) ji serî heta binî bi estetîka xwe ya hunerî, bi dîmenên sînematografîk, bi atmosfera xwe ya xas û melankolîk, bi plan sekansên dirêj, bi dîyalog û pirsên kûr dixwaze “temaşevan” an “xwendevan” li ser zeman û demên borî, zaroktî, extiyarî, penaberî, bêwelatî, sînorên çêkirî; yanê xulase li ser mirin û jîyanê bihizire û minaqeşe bike. Herweha derhêner bi vî fîlmê xwe yê felsefî û şiîrî me dixe nav sefer û rêwîtîyeke manewî û derûnî û dixwaze, em vegerin nav mala xwe, nav dil û dergehê xwe. Jixwe Angelopoulos bi vî fîlmê xwe atifê gotina şairê Yûnanî George Seferis ya “Di destpêkê da rêwîtî hebû” dike û dibêje, “Wek destpêkê di dawîyê da jî rêwîtî heye.” Jixwe fîlm li ser sînorên mirin û jîyanê behsa rêwîtî û sefera şairane ya şairekî li ber mirinê dike. Ji ber vê ye ku Angelopoulos derheqê vê fîlma xwe da wiha dibêje, “Bêdawîtî û Rojek” nîqaşek e li ser sînorê mirin û jiyanê.”
“Bêdawîtî û Rojek” nîqaşek e li ser sînorê mirin û jiyanê”
Derhênerê nemir Theodoros Angelopoulos fîlmê xwe yê dawî ya “Sêbareya Sînoran” “Bêdawîtî û Rojek” (Navê Orijînal: “Mia aioniotita kai mia mera”), di sala 1998an de li bajarê Selanîka Yûnanistanê dikşîne û di heman salê de fîlm li Festîvala Cannesê, Xelata Palmîyeya Zêrîn bidest dixe. Herweha fîlm Xelata Jurîyê ya Ekumenîk jî qezenc dike û ji bo Xelatên Oscarê nûnertîya Yûnanistanê dike û mohra xwe li sînemaya cîhanê dixe.
“Zeman zarokek li ber behrê ye…”
Bi kurtasî fîlm li ser roja dawî ya şairekî ku hazirîya koça dawî dike û li ser bûyerên li pey hev yên wê rojê radiweste. Serlîstikvanê fîlmê Alexander, li welatê xwe şair û nivîskarekî naskirî ye û ji ber nexweşîna xwe ya giran, wê dotina rojê li nexweşaneyê dest bi tedawîyê bike. Ji loma jî xatir ji mala xwe û ji xizmetkara xwe dixwaze. Dizane ku êdî veger tune ye.
Fîlm bi dengê pelên behrê û çîrokeke efsûnî dest pê dike û me dibe zarokatîya bextewar ya Alexander. Li ber qeraxê behrê hevalekî Alexander jê ra behsa bajarê binavbûyî dike. Li gorî gotina kalikê wî, ew bajarê bextewar ji ber erdhejê xirab bûye û li bin behrê ketîye nav xeweke giran. Lê bajêr mehê carekê ji bo kêlîyekê ji avê derdikeve. Ew jî dema ku stêrka sibehê naxwaze terka dinyayê bike da ku bajêr sêr bike. Wê deme her tişt radiweste. Dem û wext jî. Li vir Alexander bi zarokane ji hevalê xwe dipirse; “Zeman çi ye?” Hevalê wî lê vedigerîne û dibêje, “Kalikê min digot, ‘zeman zarokek e ku li ber qeraxê deryayê bi qalikên deryayê ra dilîze…” Fîlm bi vê pirsa “zeman çi ye?” dest pê bike û bi pirs û bersiva “sibê wê çiqas bajo?” berdewam dike û di nav fîlmê da em jî didin pey bersivên xwe.
Sînemaya Angelopoulos bi muzîka Karaindrou xweştir dibe
Dûra em tên halê navsere yê Alexander. Dengê vapûr û keştîyan tê. Payîz e. Fîlm ji havînê; ji hewaya xweş û germ tê ber bi payîz û hewaya sar a melankolîk û fetisokî. Li vir muzîka Eleni Karaindrou dikeve dewrê û meriv dikeve nav xewn û xeyalên kûr…Jixwe muzîkên Karaindrou perçeyeke muhîm ya sînemaya Angelopoulos e. Ewqas ku dema Angelopoulos dikeve bîra meriv Karaindrou, dema Karaindrou jî dikeve bîra meriv Angelopoulos yekser tê bîra meriv. Lewra Karaindrou ji bo 7 fîlmên Angelopoulos muzîkên taybet çêdike û bi saya muzîkên wê em rih û atmosfera fîlmên Angelopoulos baştir hîs dikin û dikevin nav wê atmosfera efsûnî. Em dîsa li mala Alexander in. Ew ji xewn û xeyala xwe ya zarokatîyê şîyar bûye. “By The Sea”ya Karaindrou lê dide û kamera berê xwe dide avahîya li hember. Perdeya hemberî mala Alexander li ber bayê dilîze û sehneyeke miezem derdikeve holê. Fîlm bi zarokatî, çîrokî û efsûnî dest pê dike û me daxilê nav atmosfera xwe dike. Ka em hinekê behsa naveroka fîlmê bikin.
Trajedîya zarokên penaber, sînorên ku mirov lê eliqî mane û şir’a nîvcomayî
Alexander di wesaîta xwe da li nav rêyên Selanîkê rastê zarokên karker ên penaber tê ku polîs dane pey wan. Şairê me yê ku dotina rojê wê xwe radestî nexweşxane û doxtoran bike ji ber manzaraya ku dibîne zarokekî 7-8 salî ji destê polîsan xilas dike û hildide wesaîta xwe. Alexander bi zarok ra diaxive lê zarok Yûnanî nizane. Lewra zarok penaberê Albanyayê (Arnawit) ye. Dûra zarok dikeve destê şebekeyên ku zarokan difroşin kesên dewlemend. Alexander bi wêrekî dide pey şebekeyê û di dawîya dawî da zarok ji destê şebekê rizgar dike û dixwaze vegerîne welatê wî. Lê ev yek ne ewqas rehet e.
Li vir hewce ye em behsa tiştekî din bikevin. Lewra berîya ku Alexander zarok bibe ber sînorê Albanyayê, diçe nameyên berê yên jina xwe dide keça xwe Katerina. Bi saya wan nameyan em hîn dibin ku Alexander li ser mijarekê bi salane dixebite, lê hêj dawî lê neanîye. Em hîn dibin ku qehremanê me li ser şiîra bi navê, “Girtîyê Azad” ya nîvcomayî ya şairê Yûnan Dionysios Solomos (sedsala 19an) dixebite ku wê temam bike. Dîsa di nav fîlmê da em hay ji çîroka şair Solomos dibin ku çîroka wî pir balkêş e.
Solomos li hemberî dagirkerîya Osmanîyan dixwaze têbikoşe ji loma jî vedigere welatê bav û kalên xwe da ku bi nivîsandina şiîran ala berxwedanê bilind bike. Lê problem ev e ku şair zimanê welatê xwe nizane. Ji ber vê peyvan biheq ji niştecihên giravê dikire, hîn dibe û pê şiîra xwe ya ku wê azadî û berxwedana li dijî dagirkeriyê sor bike, temam bike lê nikare bibe serî. Alexander bi salan e dide pey çîrok û şiîra nîvcomayî ya Solomos û di dawî de qedera Solomos tê serê wî jî û ew jî ji zarokê Arnawit sê peyvên winda distîne.
Sînorê rastî û xeyalîyê têkilî hev dibin
Alexander, zarokê penaber siwarê erebeya xwe dike û dibe ber sînorê Albanyayê. Sînor bi têlên dirî hatîye dorpêçkirin. Leşker nobedê digrin. Sînor bi mirovên ku xwe avêtine ser têlan ve tijî ye. Sînor bi talûke û mirin e. Bi hev re li sînor dinêrin. Mirovên ku di sînoran da eliqî mane dike ku rêwîtîya fîzîkî vegere rêwîteyeke hundirîn û xeyalî. Rastî û xeyalî têkil dibin. Kîjan rast e, kîjan xeyalî ye mirov ji hevûdin dernaxe. Jixwe di fîlmê da bûyerên niha û yên dema borî tevlihev dibin. Em bi plan sekanseke ji sehneya niha derbasî sehneya rabirdû dibin. Mesela li ber çem dema Alexander ji zarok ra behsa çîroka Solomos dike em bi hereketa panê ya kamerayê di nav heman sehne û kêlîyê da Solomosî dibînin û didin pey çîroka wî. Ev yek qet meriv aciz nake. Jixwe ev sehneyên têkil û bi hostayî hatine kişandin sînemaya Angelopoulos qewîtir dike û mirov heyirî dihêle. Dîsa sehneya otobusê heye, kesên fîlm temaşe kirine niha baş tê bîra wan. Angelopoulos jîyanê şibihandîye wek rêwîtîya otobusê. Di otobusê da berxwedêr, çalakvan, jin û mêr, karker, xwendekar, evîndar, muzîsyen hene. Hin ji wan nû siwar dibin, hin ji wan pîya dibin. Li vir mûzîkeke ku mirovan sermest dike lê dixe û şairê me Solomos tê otobusê. Baran dibare. Dema ku Solomos ji otobusê peya dibe Alexander ji şair dipirse û dibêje; “Sibê wê çiqas bajo?” Solomos lê vedigere û dibêje; “Bêdawîtî û rojek.” Sibê wê bi qasî bêdawîtî û rojek bajo.
Bi sê peyvan bingeha fîlmê: “Korfulamu, Xenitis û Argathini”
Em dîsa vegerin ser sînor. Zarok li vir ji Alexander ra dibêje, malbateke min nîne ku ez li wan vegerim. Leşker jî dide pey wan, ew jî siwarê wesaîdê dibin û vedigerin bajêr. Zarokê piçûk sê peyvan difroşe Alexander. Korfulamu, Xenitis û Argathini. Maneya her sê peyvan kûr in û ji bo baş têgihiştina fîlmê ji me ra rêberîyê dikin. Peyva ewil “korfulamu” ye yanê tê maneya kok (binyad) û rêç. Maneya ferhengî “dilê kulîlkê” ye. Lê ev peyv di mîtolojîya Yûnan da ji bo zarokê ku di hembêza dêya xwe da bi hizûr û aram razaye, tê îfadekirin. Bi vê peyvê Angelopoulos behsa aramîya zarokatî û şifqeta dayîkê dike. Di zaroktiyê da her tişt xweş e, em di haletê “korfulamu” da ne, dinya ne xema me ye. Peyva duyem “xenitis” e. Tê gotin ku Angelopoulos vê peyva Yûnanî ku hatîye jibîrkirin ji qorsanekî hîn bûye. Ev peyv ji peyva “xenos”a ku tê maneya kûvî hatîye dariştin. Ev peyv jî ji bo xerîb û sirgûnê li her cih û warê tê gotin. Bi vê peyvê derhêner, halê sirgûnbûyî û hesta sirgûnbûyîna heta hetayê vedibêje. Jixwe Angelopoulos jî xwe wek “xenitis” pênase dikir. Sirgûnê ku xwe dispart fîlm û peyvan û wan ji xwe ra dikir war û welat. Zarokatîya Angelopoulosê ku di 27ê Nîsana 1935an da li Atînayê ji dayîk bûye, bi trajedîyên demên şer û kuştinê dagirtîye. Di zarokatîya xwe da dibe şahidê dagirkerîya Îtalyan û Nazîyan. Ji loma jî ew trajedîya zarokên bêwar, êş û azarên şerî, sirgûnî û bêkokîyê baş dizane.
Peyva me ya dawî ku şairê me pê lîstika peyvan dilîze “argathini” ye. Ev peyv jî tê maneya şevereşê lê ji bo derengmayîna bêveger tê bikaranîn. Ev peyv a herî dijwar û xemgîn e. Êdî hêvî nîne lewra ji bo her tiştî ji bo sererastkirin û çêkirinê êdî pir dereng e. Em ji her tiştî re dereng mane û êdî em ê negihijîn tu tiştî. Ev peyv li bejn û bala qehremanê me yê ku xwezîya xwe bi her tiştê xweş yê rabirdûyê tîne, tê. Lewra êdî roja wî ya dawî ya hesab dîtinê ye.
Sivikatîya zarokatîyê û giranîya mirinê
Piştî Alexander wan her sê peyvên winda ji zarokê penaber hîn dibe, wî radestî keştîyeke dike ku berev Amerîkayê diçe. Zarok ber bi pêşerojeke nedîyar ve bi rê dikeve. Zarokê ku divê di paşlika dayîka xwe de di halê “korfulamu” da be ji ber şer û belengazîyê xwe davêje ber bextê xerîbî û sirgûnê û dibe “xenitis.” Alexander westîyayîye. Li orta rê wesaîta xwe dide rawestandin. Naxwaze bi cihekê ve biçe. Baran dibare, dengê teq û reqa paqijkerê wesaîtê tê. Dûra ji nişka ve ji lembeya sor derbas dibe. Sehneya dawî a fîlmê bi hêvî û şahî ye. Lewra fîlm bi reqs û dansa li kêleka behrê bidawî dibe. Dawîyê strana ku ji zarok hîn bûbû dibêje û li pey wî peyvên ku ji zarok “kirîbû” dubare dike ji pêlên behrê ra. Hewl dide dengê xwe bigihîne sînor. Em di dawîya fîlmê da dîsa dengê dayîka wî dibihîsin. Lewra di serê fîlmê da jî dengê dayîka wî ku bang li wî dikir hebû. Alexander dema nêzî mirinê dibe, nêzî mirina tahmsar dibe zêdetir zarokatîya wî ya bi kêf û xiroş tê bîra wî. Zarokatîya wî barê giran a mirinê sivik dike û pê rûken dibe. Angelopoulos di hevpeyvîneke xwe da dibêje, “hemû fîlmên min derbirîn û perçeyeke ji jîyana min û otobîyografîya min in. Fîlmê min a “Bêdawîtî û Rojek” ji fîlmên min ên din otobiyografîktir nîne lê zêdetir şexsî ye. Lewra ji fikr û ramanên xwe wêdetir min cih da hest û hisîyatên xwe.”
Çend gotinên dawî
Angelopoulosê ku yek ji pêşengên sînemaya şiîrî û felsefî ye di sînemaya xwe da tim dide pey pirsên hebûn, tunebûn û jîyanê. Ew bi fîlma xwe ya “Bêdawîtî û Rojek” jî dide pey şi’reke nîvcomayî û dide pey şopa şairên wek Kavafis, Seferis û Solomos. Di sînemaya wî da em tim rastê tragedya, mîtolojî, mîmarî, muzîk û edebîyata qedîm û bihêz a Yûnanî tên. Herweha sînor û mij hêmayên sereke yên sînematografîya wî ne. Angelopoulosê ku ji sala 1965an heta 24ê Çileya 2012an mirina xwe (li gorî hin kesan her çiqas mirina wî qezayeke normal a trafîkî nebe jî) nêzî 20 fîlman dikşîne; bi fîlmên xwe yên hunerî û polîtîk wê tim û tim di bîra mirovahîyê da zindî bimîne û wê zêdetir qedr û qîmeta wî û sînemaya wî bê zanîn.
Kunyeya Fîlmê
Navê Fîlmê: Mia aioniotita kai mia mera (Eternity and a Day)
Derhêner: Theodoros Angelopoulos
Senaryo: Theodoros Angelopoulos, Tonino Guerra, Petros Markaris, Giorgio Silvagni
Lîstikvan: Bruno Ganz, Fabrizio Bentivoglio, Isabelle Renauld, Anchilleas Skevis , Alexandra Ladikou, Despina Bebedeli
Sal: 1998
Cure: Drama
Dem: 2 saet û 17 deqe
Ziman: Grekî / Yûnanî
Muzîk: Eleni Karaindrou
Puana IMDb: 7,9
Çavkanî:
https://www.imdb.com/title/tt0156794/
http://www.avrupasinemasi.com/2013/03/15/theodoros-angelopoulos-sinemasina-toplu-bakis/
https://archive.nytimes.com/www.nytimes.com/library/film/052899day-film-review.html
https://gazetekarinca.com/yonetmen-theo-angelopoulos-ile-sonsuzluk-ve-bir-gun-uzerine/
https://www.birdunyafilm.co/eternity-and-a-day/
http://www.kovaratemase.com/?p=319
https://diyarname.com/news.php?Idx=35449
https://www.indyturk.com/node/348621