Belê, kesên ku hinekî li ser dîroka sînemayê lêkolîn kirine an piçek li ser mijûl bûbin zanin ku Charlie Chaplin di fîlmên xwe de bi derûnsaziyeke cuda dertê pêşiya me. Chaplin di dîroka sînemayê de lehengekî taybet e ku mirov nikare wî beralî bike. Heyam û dema xwe, bi mijarên wek xela, feqîrî û rebeniyê nîşanî me dide. Li ser jenosîd û qirkirina cihûyan û bandora fordîzm û kapîtalizmê disekine. Di fîlm û hunera xwe de van xalan bi zimanekî mîzahî rexne dike. Bi rastî ev huner û hewla Chaplin paşê dibin bela serê wî. Ji ber berhêm ku çêkiriye gelek caran bi piştgiriya komunîzmê tê rexne kirin. Lê zeht û rexneyên gefwarî wî ji rêya wî dûr naxin. Chaplin di dawiyê de diçe Swîsreyê û wek penaberekî heya dimire, jiyana xwe li wir derbas dike.
Chaplin bi navê Şarlo kakterekî nû ku diafiranîne û li seranserê dinyayê navê wî belav dibe. Bi vî karakterî di fîlmên xwe de neheqiyên li ser gel bi zimanekî tinazî û qerfî carcaran jî bi xemgînî pêşberî mirovan dike. Di fîlmên xwe de li ser hezkirina mirovan têgihîştineke rexnekirinê jî hebû.
‘‘Piştî temeneke bi feqîrî û belengazî, ez dewlemend û binavûdeng bûm. Min pê derxist ku (ez pê hesiyam ku), Bi pere, saet tê kirîn, lê dem, nayê kirîn. Meriv dikare pê meqaman bikire, lê rêz û hurmetê nikare. Meriv dikare pê pirtûkan bikire, lê zanînê na. Dikarî dermanê pê bikirî, lê sihetê, na. Dikarî pê nivînan bikirî, lê xewê, na. Qedirê mirovan, bi malhebûna wan nîne, bi merîfeta wan e.’’
Beriya ku em di fîlmên Chaplin de li ser rexneya kapîtalizmê, bi hûr Û kûr bisekinin, gelo Chaplin di fîlmên xwe de li ser kîjan mijaran radiweste, em bi kurtasî behsa wan bikin. Chaplin piştî ku berhmên, The Tramp (Serserî, 1915) û The Bankê (Banka, 1915), dikşîne cara ewil bi fîlmê Police (Polîs, 1916) civakê rexne dike. Piştî vî fîlmî, bi fîlmên wekî The Kîd (Zarok, 1921), The Pilgrim (Hecî, 1923) rexneyên xwe berdewam dike.
Di fîlmê The Immigrant (Koçber, 1917) de mijar, rêwîtiya bi keştiyê ye. Ev kes ji bo jiyaneke xweştir koçî Emerîkayê dikin. Di fîlm de ew xewn û xeyalên tên kirin dîsa wekî bêkarî, betalî û tenêtiyê dertê pêşiya me. Chaplîn bi vî awayî asta rexneya civakî bilind dike.
Di fîlmên A Dog’s Life (Jiyana Kûçikekî, 1918) û Shoulder Arms (Tiving li Ser Milan, 1918) de li derdoreke civakî li ser tevgerên takekesî disekine. Jiyana Şarlo û kûçikê wî ya di fîlmê Jiyana Kûçikekî de, rewşên tinazî ji çavdêriya rastiyên rojane pêk tên. Chaplin an karekterê wî Şarlo di fîlmê “Tiving li Ser Milan” de şerê cîhanê yê yekemîn bi çavên leşkerekî ku di eniya şer de ye pêşkeşî me dike. Di vî fîlmî de peyameke dijî şer û aştiyane dide.
Şarlo, di fîlmê xwe yê dawî, Modern Timesê (Demên Hemdem, 1936) de ku bi karakterê Şarlo, dikişîne, pergala civakî û aborî ya salên 1930î bi tundî rexne dike. Ji ber ku Chaplin di vî fîlmê xwe de pergala kapîtalîst ya Emerîkayê bi berfirehî raberî me dike em ê li ser vî fîlmî zêdetir bisekinin. Ji ber ku Chaplîn, di vî fîlmî de nakokiyên pergela kapîtalîst ya li Emerîkayê nişan dide, hin alî bi çavên xerab berê xwe didinê. The Great Dictator (Dîktatorê Mezin, 1940) bi karekterekî nû piştî fîlmê “Demên Hemdem” di dîroka sînemayê de li ser tinaza siyasî de bêmînak e.
Fîlmê Modern Times û Pergala Kapîtalîzmê
Ligel kevneşopiyên civaka nûjen, guherînên bi tebîeta mirovan re têkildar in hîn zêdetir têne vekolandin. Yek ji wan guhertinan jî dûrketina ji mirovan e. Sedema dûrketina ji civak û şexsan bi têgihên civaknasî û psîkolojiyê nîşan dide. Ev jî nêrîneke objektîfî derdixe pêşiya me. Her çiqas li gorî serdema nûjen di serdema beriya modern de li ser qelsiya danûstendinê sekinî be jî di civaka nûjen de, di navbera mirov û civakê de parvekirinên tixûbkirî peyda dike, tora ragihandinê ya takekesî û civakî bihêztir dike lê vê yekê jî awa û strukturên dijberê hev çêkiriye.
Wisaye ku, derfetên ragihandina di navbera mirovan de, axaftin, hevpeyvîn, çalakiyên civakî û avakirina ragihandinê ku bi hêsanî bi pêş dikevin; di berhemê de mirov pêşî ji civaka ku tê de ne, paşê jî li ser jixwedûrketinê disekine.
Di civaka hilberîna kapîtalîst de, derheqê biyanîbûnê de yek ji rastiyên herî bi bandor, ked û biyanîbûna hilberîneran e ku ji tiştên çêdikin dûr ketine. Di hawirdora xebatê de ku destûrê dide şopandin û têgihîştina şertên giran ên serdemê jî ji mînakên baştirîn yek jî fîlmê Modern Times e. Fîlmê Chaplin ya 1936, The Modern Times, di nav demê de bûye klasîkek û tiştên ku di filmê de tên vegotin îro jî heman mijar tên rexnekirin.
Di fîlmê de, behsa DYE’yê (USA) ku di bin bandora krîza aborî de ye tê kirin. Rexne li têkiliyên kar û xebatên serdemê, biyanîbûna ji kedê, pergala kapîtalîst û modernîst hatîye kirin. Fîlm, xurtbûna fordîzm û modernîzmê rexne dike. Fordîzm hewl daye ku civakek hilberîner û mezêxerên komî, biafirîne. Ji bo vê yekê, wê navê xwe daye modela hilberînê û hewildana hilberîna modela civakê ya li pişt wê. Bi Fordizm re hilberîna girseyî, xetên meşînê, zexta demê, otomasyon Û her ku diçe lez dibe yeknesakî, biyanîbûna kedê, hwd. pirsgirêkên karî derxistiye rojevê.
Fîlma Modern Times ji bo em krîza serdemê, rastiya civakî, guherîna mirovan û faktorên nûjen ên derketina koseptên li ser mirovahiyê çêtir fêhm bikin berhemeke girîng e. Di fîlm de li ser hawirdora kaotîk, birçîbûn, xizanî û pirsgirêkên bêkarî û betaliyê tê rawestin. Ev fîlm, di heyama pîşesaziyê de, kesên ku bi makîneyê re têkildar bûne, ne tenê karmendên li kargehê, kedkarên hemû sektoran hişyar dike. Fîlm bal dikişîne ser kesên ku bi çerxên makîneyan re dixebitin û dibin yek ji wan çerxan. Dramaya kesên ku ji karê xwe xerîb dibin û nikarin tevî karê xwe bibin nîşan dide. Yek ji niçikên Fordîzmê, ku mirovên bûye perçeyek ji makîneyê çiqas ji hilberînên xwe dûr ketiye, xebatên xwe ne ji bo hewcedariyekê, ji bo bidestxistina hewcedariyên xwe dîtiye ku ev jî mirovan ji heza hilberînê çiqas dûrxistiye nîşan dide.
Demên Hemdem yekem fîlmek e ku dengê Chaplin tê bihîstin.
Ji bilî dengê Chaplin, dengê Al Ernest Garcia ku di rola patron de ye jî tê bihîstin. Lê dîsa, ew li ser bingeha pandomîmên Şarlo û pêşkêşkirina axaftinên girîng (yên ku bi pandomîmê naye rave kirin) weke nivîs li ser ekranê ava bûye. Demên Hemdem yek ji fîlmên herî çêtir ên Chaplin tê hesibandin.
Dîmenê demjimêra ku di destpêka fîlmê de 6 nîşan dide, di rastiyê de nîşan dide ku di civaka nûjen de dem çiqas girîng e. Hingî ew qas kapîtalîst ji bo bêtir hilberînin ji xwe re li riyên cûda digeriyan. Ew bikaribin li şûna pirsgirêkên ku derdikevin, hewcedariya tevahiya tiştên hatine hilberîn, di dewsa nirxê de têgeha “dem” wekî konseptek danîn. Fikra; “karker her çiqas zêdetir bişixulin, wê bêtir hilberînin û ew ê ji dil kar bikin. Ji bo ku wê bêtir hilberînin jî ew ê bêtir pere qezenc bikin” karkeran ji hev re dikir dijmîn. Ger serhildan bê hişê wan, çareseriya vê jî ew e ku mehaniya wan zêde bikin û dengê wan qut bikin, ku Henry Ford jî wisa kiriye. Ji ber vê jî em ji filmê fêhm dikin ku modernîte mirovan dixe yek şiklî.
Fîlm balê dikişîne mirovan ku wekî pez dikevin gom û axuran, wekî robotan diçin ser kar û ji kar li pey hev, di yek rêç û şopî de vedigerin. Di fîlmê de, gerînende wekî di romana 1984an ya George Orwell de “Big Brother” tîne bîra mirov, Di ekranekê de, tevahiya kargehê kontrol dike. Di pirtûkê de, “Big Brother” di nav axa welêt de ji jiyana karsaziyê heya jiyana xwe ya taybet û yekser, qism û perçeyên ku nakokî dûbare dike, wek fenomenê patron tê bikaranîn û tê vegotin. Tenê ku ji vî patronî re “Man” tê navnîşandin ku ev ji nasnameya serdemê û mirovên takekesiya xwe dûrketinê dide temsîlkirin. Piraniya fîlm ku bêdeng e, rexneyê dide xirecira civaka nûjen û jiyanek zûtir ya diherike û bi karanîna li şûna muzîka popê ya ku şêwaza jiyanê dike ve muzîka klasîk bi kar tîne.
Fîlm her wiha rexneyên şopandina demê ya ku li ser Fordîzmê tên kirin jî dike. Ligel karakterê sereke Şarlo bi mitrîtiyeke kurt cîvateya li ser bandê naşidîne û pergalê tevahiya bandê tevlihev dibe. Li vir meriv dikare bibîne ku ji ferdî re valahîyeke yek kêlî nehatiye dayîn. Ger di dema şopandina demê de dema diyarkirî ya ji bo her karekî neyê dîtin, pirsgirêkên mîna Şarlo pêrgî tên, diqewimin. Kapîtalîst bi fikra; “Ew xebata ku ew dikare di demeke kurt de dirêj dike, çawa em dikarin li ser vê yekê piştrast bin?” ku karker wê ji kar birevin, danîna hilberîneran di hin pêşnûmayan de weke bi qurbankirina Şarlo di dîmenê de tê dîtin.
Destpêka vê dîmenê wiha ye:
Yên ku hilberê (makîneya xwarindanê) sêwirandine tên ji bo ji patronê kargehê re reklama berhemê bikin qala feydeyên wê dikin. Gotinên wekî di navbera xwarinê de windakirina wext û berhemê dike. Behsa kêm hilberînê dike û dibêje hûn dikarin bi kar anîna vê makîneyê ji demê teserruf bikin û berheman bêtir çêdikin.
Bala patron dikişîne. “Werin em vê biceribînin.” dibêje û dadikevin jêrê. Ew Chaplin ku wekî mînakekî bi kar bînin hildibijêrin. Hingî ev dîmen derdikeve holê.
Encama yekem ku em ê ji vê derê derxin ev e ku sermayedar dîsa çavnebar in. Ya duyemîn, heke rewşa Chaplin bi baldarî were şopandin, di navberên xwarin û bêhnstandinê de demên ku xebatkar yekane azad in jî têde girtinbûniyek heye. Ger ku patron jê vê makîneyê hez bikirna, bêyî ku bifikire wê makîneyê bianîna fabrîkaya xwe.
Di vê dîmenê de polîsan ji ber paçika sor bê lêpirsîna li ser bûyerê behsa binçavkirina kesekî tê kirin. Di heman demê de polîsên ku bê agahdarkirin rasterast bi helwesteke xerab êrîşê dikin, balê dikşîne. Ev hemû tirsa sosyalîzm û komunîzmê dixe dilê kapîtalîstan. Dema mirov şert û mercên wê serdemê bifikire, ew tirsa di dilê kapîtalîstan de, bi hêsanî dikare çêbibe. Bêkarî di pileya xwe de ye û xelk jî birçî ye.
Grev û xwepêşandan zêde bûne. Ev jî dibe sedema vê ku çavên sermayedaran ji wan geşedanan bitirsin. Em dikarin mînakan zêde bikin. Hema hemî dîmenên fîlmê bi rexneya pergalê kapîtalîzmê hatiye honandin. Dema îro li vî fîlmî were temaşekirin, dibe ku referansên di vî fîlmî de ne bizanebûn, referansên ku her kes pê dizane xuya bike. Lê heke ev referansên pêşî di sînemayê de ji hêla Chaplin ve hatine çêkirin were zanîn, mirov bi hêsanî dikare dev ji vê gumanê berde.
Ji ber van berhem û xebtan, Chaplin ji aliyê kapîtalîstan ve hat derkirin. Lê çi ecêb e, piştî kişandina Dîktatorê Mezin (ji bilî DYE, ku wê demê bi Almanyaya Nazî re di aşitiyê de bû), Chaplin di ser serê xwe re girtin. Tirsa nazizê ya li kasta kapîtalîzmê, mîna Brîtanya, piştî vê parodîfîlma Chaplin bû sedem ku hurmetê nîşanî Chaplin bidin. Chaplin nexwest ku rêz û hurmetê nîşan bidin û vê qebûl nekir. Ew li Swîsreyê çû ser dilovaniya xwe. Di heman demê de ev xebat ji bo hurmet û rêzgirtina Chaplin e.