Hevalno dem baş.
Ez bixêrhatinekê didim destbiratiya ‘qerf’ û ‘sînemayê’ û li vir ya em ê di danasina sînemayê de qerfê bişuxlînin, yan em ê bi saya qerfê ji sînemayê hez bikin yan jî emê di sînemayê de cih û bandora qerfê bibînin.
Sînema, çawa ku jê re tê gotin hunera heftemin jî, parçeyek ji hunerê ye. Lê ne tenê ji bo hunerê huner, belbî ji xeyalan re şibak, ji jiyanê re neynik û ji hunerê re amûrek e. Ya jî carna sînema bi xwe; dibe xeyal, dibe armanc û dibe jiyan. Qerfa ku em behsa wê dikin jî em ê bikin deng û rengê vê jiyanê.
Qerf ango mîzah, hunereke wisa ye ku aliyê pêkenokên jiyanê derdixe rastê. Herwiha nakokiyên di nav bûyerên ku hevseng xuya dikin de jî radixe ber çavan. Li gorî min qerf di sinemayê de bi du awayan tê dîtin; erênî û neyînî. (Pîvana min a ‘erênî û neyînîyê’ mirovparêzî û civakparêzî ye.) Ya erênî: bikaranîna qerfê di mijarên civakî, polîtîk, çandî ne ango mijarên ku mirov bi hêsanî, nikare bîne ziman. Çi ji ber giraniya mijarê çi ji ber xeteriya wê çi ji ber meziniya mijarê û çi jî ji ber qîmeta wê. Di vir de qerf dibe alîkar û ji bo balkişandina van mijaran digihîje hewarê. Bi vê şêwaza qerfî rewşên herî giran û bi keder ji mirov re sivik dibin û fehmkirina wan jî hêsan tên.
Mînak; fîlmê Charlie Chaplin ‘’Demên Hemdem, 1936‘’ fîlmê Roberta Benîgnî ‘’Jiyan, 2008‘’ û fîlmê Atıf Yilmaz “Feyzoyê Kubar, 1978“. Em dikarin gelek navên fîlman li pey hev rêz bikin lê ez bawerim ji bo fehmkirina mijarê ev mînak bes in. Her sê fîlm ji mijarên giran bi şêwazeke nermik û pêkenok tînin ziman. Gava ku mirov van fîlman temaşe dike hestên dijber bi hev re êriş dikin. Mirov nizane gelo bikene an bigri. Lê ku di temaşekirina wan de bi dilşe watiyekê ku ez keniya bim, bawer im rewşa we ji ya min cudatir nîne.
Ya neyînî; bikaranîna qerfê di mijaren civakî, zayendî, polîtîk, çand û hwd. de ye. Lê îcar ji bo tevlîhevkirin û bedkarîya wan, carna jî ji bo binpêkirina nirx û mafan. Her wiha ji bo “rewakirina hîn kirinan û teswîqkirina wan.
Wek mînakekeke biçûk gelo we xêzefîlma “ Tom û Jery “ temaşe kiriye? Pir xweş û pêkenok e newsa? Lê hûn bawer bin di pedagojî ango perwerdehiya zarokan de mînakeke wisa şaş û xirab tune ye. Ji seri heya binî fek û dek, xapandin û tundi ye. Ya balkêş jî gelek kes temaşe dikin, dikenin lê tê hay nabin. Ev jî hêza xwe ji qerfê digre.
Em ji fîlman jî çend mînak bidin? Na, ez ê cara yekem xwe nekim hedef ji qeşmeran re. Bala we kişand min got qeşmer! Ev fîlm û rêzefîlmên wisan in ku li ser xêzekî di nav bera qerf û qeşmerîyê de diçin û tên lê meyla wan ne li ser qerf û hunerê ye. Tenê dixwazin temaşevan bidin kenandin, wekî din ne girîng e! Lî ev kîjan fîlm in? Ez ê navê wan nedim lê taybetmendiya wan a sereke bi we re parve bikim: Ev fîlm û rêzefîlm in ku li ber wan kena we ji qirikê berjor tê. Lê ne mecazî ha! Bi rastî jî kena ji qirikê berjor. Ango kena ku tenê ji şixulandina masûlkeyên ser çav û derxistina deng pêk tê. Ku di nav û hinav de tu livînekê çênake. Hûn fîlm temaşe dikin, dikenin û hew…
Belê ez vê carê pir direj nekim. Jixwe ez pisporê sînemayê jî nînim. Tenê temaşevan im. Lê taybetmendiya min; ez dixwazim di temaşekirinê de ji qirikê berjêr û berjor tex bi kar bînim. Pêşniyara min ji we hevalan re (bi taybetî ji hevalên ciwan) ku we jî mîna min pîvanê qirikê girt di derketina jor de, bê tirs bin. Heya hûn dikarin berjor herin. Qirik, dev, poz, enî, mêjî… lê di berjêr neçin! Û xwe newestînin.
Mîna ku hûn jî dizanin van rojên ‘şewba koranayê ‘ rojên xeternak in. Dive bedênen me tirûşdar bin. Jixwe derketina derve jî pir rast nîne. Ji ber ku ev nexweşîn û şewb li her deverî heye. Li malê bimînin, derneynê derve. Cî tune em pê de biçin. Ci nema. Ci nema! Cinema… Sinema….