Helbet em ê ji koka sînemayê dest pê nekin. Em ji nişkava bên dema me ku me bi DVDyan fîlmên korsan distandin. Him erzan him jî me kîjan fîlmê bixwasta ew xebatkerên korsan ji me ra zûka kopya wê derdixist. Helbet fîlmên nîvco jî para me diket lê ew dem me dest bi Sînemaya Awrupayê û Derhênerên navdar kiribû. Ji Fellini bigrin heta Haneke, ji Tarkovskî bigrin heta Demirkubuz her kî bixwazî di nav nîv saetê de camêran dida me.
Helbet ew dem haya min ji bayê Netflixa ku DVD dide kirê tune bû. Îja ew çawa dibû? Camêrek çawa bi kirêkirina DVDyan hatin vî halî? Na na, evana jî em ê bi teorîyên komplo (ev jî lîstîkên Emerîka ye) nekin. Rasterast em ê behsa wî bikin. Ev camêr kî ne? Çawa bi DVDyan hatin, niha di malên me da ne û ew çima niha dibêjin han ez ji we re derfet didim ku fîlmên xwe hûn çêkin (selfmade) ?
Marc Randolph, ev kesek ne ji rêzê ye. Dîsa di hişên we da “dijmin, ajan hwd” derbasbû ne? Na canikno, naxêr camêrno! Marc Amerikan e bavê wî Endezyarê Enerjîya Nukleer, apê wî yên mezin Sigmun Freud û Edward Bernays e. Marc hîn di lîse û zanîngehê de havînan di “National Outdoor Leadership School” de mamostetî kirîyê, ew dem bernavka “mamostê herî ciwan” girtîye. Di Zaningeha Hammiltonê da jeolojî xelaskirîye. Paşê Marc dikeve şîrketekê, karê muzikê dike, li wê da karê mailorder kirîye lê a rast ew dem karê “mail û teknîkên bazarê” hîn bûye. Di ser da li ser muşterîyên xwe û xwestekên wan hûr buye. Fikrê Netflix ew dem pê re çêbûye. Paşê bi Reek Hasting ku CEOyê bazar ra bûye şîrîk û bi 30 xebatkaran dest bi firotina DVDyan li ser înternet kirîye (1997).
Paşê meh meh li ser muşterî û xwestekên wan alternatîvan pêşxistîye. Mêzekirîye datayên muşterîyên wan li ber kom buyê û ew vekirîyê. Îja muşterî hev ra fîlman pêşnîyar kirine (ew dem jî haya me ji dinyayê tunebû) paşê mêzekirîyê ji Amerika dest pê kirîye heta Îngilistan, Ewrupa û ji welatên din re bazara DVDyan kirîye.
Mezinbûna wî ne bi salan bi her mehekê, bi teknîkeke nû mezin bûye. Paşê telîfên fîlman girtîye û Tvya xwe li ser aplîkasyonê derdixe. Çend meh paşê wan fîlman li gor programên televizyonê û paketên peykî nû dike.
Paşê ji temaşevanan re alternatîfên înteraktîf dihêle. Yanî dema fîlmê bi navê “Black Mirror:
Bandersnatch 2018” temaşe dike mirov dikare du tercîhan bike. Temaşevan dikare bi biryarên xwe, bi “erê” û “na”yê serpêhatiyên karakteran biguhêre û fîlm gora canê xwe, heta dawiyê temaşe bike. (Ew jî fonksiyonek sûnî ye helbet: ji ber ku ew dîsa rê dide fîlm biçe heta kîjan merhelê)
Fîlmên xwe, produksiyonên xwe heta lîstîkvanên xwe jî xwe bixwe eyar kir û çû heta xelatên Oscar. Ev du salên dawîye xelatan ber hev dike.
Îja dîsa em vegerin ser mesela me. Navbera Netflix û alema sînemayê çima nexweş dest pê kir. Sinemagerê navdar Steven Spielberg par hêrs bû û got ez ê bi platforma Oscar ra biaxivim, fîlmên netflix yê televizyonê ne, nabe. Bila serî lê nede. Îja Netflix bersiv da û got: “Jannimno (ev gotina min e xîçê sekna wan bidim nîşandan yanê) em dixwazin ên ku nikarin biçin sinemayê jî di mala xwe da karibin fîlm temaşe bikin.” Steven hêrs bû ji ber ku fîlmê Netflîxê Roma hema bêje hemû xelatan ji da hev û bir. Helbet sinemager jî mafdar in. Ji ber ku niha ev şîrketa Netflîx (êdî piranî di destê Îngîlîzan de ye) hîn fîlm derneketîye, dest bi reklaman dike, pere pir e tabî. Bi xêra wan reklaman xelk meraq dike û pêl li morika (tuş) tvyê dike, ew morik çiqas bê pêlkirin, qaşo ew fîlm ewqas hatîyê ecibandin. Û serda jî xelk di bin bandorên reklamê de dimînin. Jixwe alîyê teknîkê keşana fîlm nehewceye em biaxifin. Taybetî fîlma Roma ji alîyê teknikê ku fîlmên reş û spî gelek zehmet e, ronahî û dîtbarîyek baş dixwaze û Roma ji bilî çîrokê jî gelek hat ecibandin. Steven digot: “Em sînemayê hest dikin.” Helbet lê kî kare bêje fîlm tenê li ser perdê ye?
Licî zanin. Mezinên me, dema kesek tiştêk pir ecêp bikirana digot: “Wîî xwuşkê tu yê bibî fîlm?” Wisa ye ku fîlm derveyê perdê mimkun be, di nava qutiyekê (tv, phone,computer) de jî mimkun e aw a nîne ma!
Îja dawîya dawî derhênerên navdar ji bo Netflix fîlm çêkirin. Ev meselê niqaşek din e ez venekim niha. Em bên îro. A soxîn, Netflix van rojên bi Covid-19 re dest bi selfmade yanê fîlmê xwe xwe bixwe çêke jî kir nava platforma Netflixê.
Fîllmên xwe hûn dikşînin û dişînin ew jî diweşînin. Evîya ew ê rêyeke nû veke ji bo sinemagerên nû.
Bi DVDyên korsan be, bi torentê be, bi salonên sînemayê jî be (hetta coronavîrûs neçe nabe helbet) li ser tv, telefon, kampîtur û tabletan jî be sînema xweş e. Bi qewlê Licîyan em jixwe bûne fîlm.